LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Gelê Xanesor û Rojava: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin

Gelê Xanesor û Rojava: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin

Gelê Xanesor û Rojava: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin

March 14, 2017

|

Gelê Xanesor û Rojava: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin

ŞENGAL – Bi hezaran welatiyên ku ji aliyê çeteyên AKP û PDK’ê ve hatin gulebarandin, li navenda Xanesorê daxuyanî da û gotin; “Em ê heta dawiyê Şengalê biparêz in.”

Girseya gel a Rojava û Şengalê ku ji Xanesorê ber bi kozikên çeteyên AKP û PDK’ê ve meşiyan rastî gulebarandin çeteyan hatin. Paşê gel vegera navenda Xanesorê. Girseya gel li navenda bajarokê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de li ser navê oldarên Êzidiyan Şêx Xelef axivî û ev tişt anîn ziman: “Em şer naxwazin, em ji bo aştiyê meşiyan. Lê wan êrîşî me kirin, birîndarên me çêbûn. Divê li dijî hev şer nekin, bibin yek û êrîşî dijminê xwe bikin.

Di dema fermanê de PKK ha û ji bo Êzîdiyan xwe kir mertal û ji bo Êzidayetiyê şehîd dan. Yên ku dibêjin ‘em êzidî ne, divê li dijî vê êrîşê derkevin’.”

 ‘Çeteyên Erdogan û Barzanî êrîş kirin’

 Piştre dayika bi navê Kinê axivî û got: “Gelê Rojava ji bo alîkariyê hat Xanesorê. Em ji bo ku vî şerî bidin sekinandin meşiyan. Lê yên ku axa me dagir kirine, çeteyên Erdogan û Barzanî êrîşî me kirin. Tevî ku em sivîl bûn û di destê me de çek nebûn jî, wan êrîş kirin. Me şehîd û birîndar dan. Em tola wan şehîdan hilînin. PKK heta dawiyê li pişt me ye, em jî li pişt wan in û dest jê bernadin”.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina PDK’ê bidawî bû.  Piştî daxuyaniyê girseya ku ji Rojava hatibû vegeriya cihê xwe.

Tags:

Kurdistan

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً