LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Berpirsiyarê PDKS’ê Mistefa Oso ji partiya xwe îstîfa kir

Berpirsiyarê PDKS’ê Mistefa Oso ji partiya xwe îstîfa kir

QAMIŞLO – Rêveberê PDKS’ê ku girêdayê ENKS’ê ye û her wiha Cigirê Serokê Opozisyonê ya berê bû Mistefa Oso, daxuyanî da û diyar kir ku ew ji partiya xwe û endamtiya Opozisyonê îstîfa kiriye.

Rêveberê PDKS’ê ku partiyek di nava ENKS’ê de ye Mistefa Oso û her wiha Cigirê Serokê Opozisyonê ya berê bû, li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ji partiya xwe û ji endamtiya Opozisyonê îstîfa kiriye. Oso, da zanîn ku wî di meha sibatê ya 2016’an de jî îstîfaya xwe pêşkeşê rêveberiya PDKS’ê kiribû lê nehatibû qebûl kirin.

Oso ku sedema îstîfaya xwe aşkere nekir, destnîşan kir ku ew dê demên pêş de sedema wî jî ragihîne. Oso, anî ziman ku wî ji partiyê îstîfa kiriye lê xebatên xwe yên siyasî li derveyê partiyan berdewam bike.

11.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً