LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

*Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Qasim Engîn, bi boneya salvegera Enfalê ve nirxandin kir: “Ji bo ku em rê li pêşiya enfalan bînin divê em yekîtiya xwe ava bikin.” Engîn anî ziman ku Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşe û metirsiyên mezin pêşiya gelê Kurd heye.

*Hevserokê Konseya KCK’ê Cemîl Bayik: Xeta PKK’ê xeteke azadîparêz, demokratîk e. Xeta Neteweya Demokratîk esas digire. Li aliyê din, xwedî feraseta konfederal a demokratîk e.

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

  • *Li rojavayî bajarê Tebqayê şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de didome. Şervanan maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan rûxandin.
  • *Şêniyên herêma Şedadê meclîsa xwe ava kirin û hevserokên xwe hilbijartin.
  • *Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah agahî da ku wan di hemleya Rizgarkirina Reqqayê de 137 welatiyên Êzidî rizgar kirine.
  • *Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis da zanîn ku di erîşên ser Bingeha Esmanî ya Şayratê de, 20 ji sedê firokên şer ên Sûrîyê hatine xerab kirin. Mattis, bi awayekî tund hişyarî da hikûmeta Surîyê ku ew careke din bi çekên kîmyayî êrîşan pêk neyine.
  • *Daneyên hikûmeta Almanya diyar dikin ku ji 2013’an vir ve 204 kes, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Îraq û Sûrîyê, ji Almanya tevlî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û 102 ji wan bi şûnde vegerîyane.
  • *Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer got: Ji bo têkbirina DAIŞê pêwîst nake Esad ji kar were xistin. Li Sûriyê divê pêşî şer bê kontrolkirin. Ji bo gelê Sûriyê tişta herî baş ku em bikin ev e. Di wê rewşê de dê ji bo berdana deshilatê ya Esad jî şert û merc guncav bibin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

  • *Endazyarê Şîrketa Petrola Bakûr a Kerkûkê Ferhad Hemze, diyar kir ku şandina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê hat rawestandin. Hemze, da zanîn ku sedema rawestandinê pirsgirêkek di boriyên petrolê li ser sînorê Tirkiyê derketiye ye.
  • *Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dîsa li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê dicivin. Her wiha wê xebat û hevdîtinên ji bo referandumê hatine encamdan, bên şirovekirin û nirxandin.
  • *Rayedarekî Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku şandeka Herêma Kurdistanê dê serdana Tehranê bike û bi rayedarên Îranê re behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

  • *Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 187 girtiyên li 20 girtîgehên Tirkiyeyê di roja xwe ya 56an berdewam dikin.
  • *Li Girtîgeha Elezîzê, ji her qoxişekê 2 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
  •  *Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî, di roja 56’an de ye. Ji bo ku ji greva birçîbûnê re bibin deng dayikên girtiyan jî dest bi grevê kirin.
  • *Rojnamegerê Îtalî Gabriele del Grande li Hatayê di kontrola polîsan de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamevan nehat zanîn.
  • *Endama Meclîsa Dayikên a Aştiyê ya Mêrdînê Celile Ozer, ya dema li nexweşxaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê hat definkirin.
  • *Di serdegirtina malan de Hevserokên DBP’a Navçeyê Berna Çelik hat binçavkirin û 3 kesên ku pêr hatin binçavkirin, hatin girtin.
  • *Leşkeran li Bajaroka Konakkuran a navçeya Milazgirta Mûşê bi ser malan de girt û 17 kes binçav kirin.
  • *Sindoq ji bo referandomê li gundên Adakent û Gomikê  yên Agiriyê veguhastin navendê. Li Patnosê sandoqên 21 taxên navendê bi sandoqên 10 taxan ve kirin yek.
  • *Cenazeyê 17 kesên piştî operasyonên li Tetwanê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlis-Tetwanê, li morga nexweşxaneyê tên rawestandin.
  • *Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê, rapora li ser dagirkerî û qirkirinê ya AKP’ê amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku, ji nav 103 şaredariyan qeyûm şandine ser 83 şarederî, 89 hevşaredar jî hatine girtin.
  •  *Penaberên ku ji Sûriyeyê hatin li Taxa Pamukyazi ya navçeya Torbali ya İzmirê kon vedan, rastî êrîşa niştecihên taxê hatin. Penaberên rastî êrîşê hatin neçar man ku biçin cihekî din kon vedin.

 ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

  • *Serlêdana qeydkirina navan a ji namzetên hilbijartina Serokkomariya Îranê destpêkir û hat diyakirin ku wê 5 rojan dewam bike.
  • *Rêberê olî yê Komara Islamî ya Îranê Ayetullah Ali Hamaney diyarkir ku, êrîşa Amerika ser bi bînkeya Şîerat a serbazî li Suriye xeletiyek stratejîk bû. Her weha desthilata nû ya Amerikayê bi kiryarên nerast û êrîşkar tewanbar kir. Êrîşa Amerikayê wekî piştgiriyek ji bo teroristan binav kir.
  • *Fermandarekî pasdaran bi navê Rûhullah Elî li herêma Belucistan a Îranê hat kuştin. Li gorî zanyariyên malpera Îranê ew pasdar ji aliyê “çekdaran” ve hatiye kuştin, hêzên Îranê jî bersiv dane wê êrişê û “2 çekdar” jî kuştine.

CIHAN

  • *Rêxistina DAIŞê êrîşên li ser dêrên bajarê Tenta û Îskenderiye ya Misirê li xwe girt.
  • *Li bajarê San Bernardino ya li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, di nava dibistanekê de êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de 2 xwandekaran jiyana xwe ji dest dane û 2 xwandekar û mamostayek jî birîndar bûne.
  • *Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de got: “Şandina grûba Carl vinson bo herêmê, armanca Amerîka ya dagirkirina Koreya Bakur nîşan dide, ev gavên dawî ku têne avêtin gihîştiye noqteye cidî. Komara Gel a Demokratîk a Koreyê amadeye hemû bersivên ku Amerîka daxwaz şerî dike bide.
  • EDÎTOR: AMARA

    11-4-2017

    ROJEV24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan …

اترك تعليقاً