LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Amedê di Miduriyeta Hêzên Taybet ên polîsan de teqînek mezin

Li Amedê di Miduriyeta Hêzên Taybet ên polîsan de teqînek mezin

AMED – Li dijî avahiya TEM’ê û Midûriyeta Hêzên Çevîk a li navçeya Rezan a Amedê teqînek mezin pêk hat. Hat zanîn ku di teqîna mezin de avahî bi temamî hilweşiya û kuştî û birîndar hene.

Li avahiya TEM’ê û Midûriyeta Hêzên Çevîk a li navçeya Rezan a Amedê saet di 10.45’an de teqînek mezin pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de avahî bi temamî hilweşiya, kuştî û birîndar hene. Pişti teqinê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku di teqînê de avahiya Midûriyeta polîsan jî zirarek mezin dît. Hemû dîwarên avahiyê hilweşiyan û tenê kolanên avahiyê li holê man. Ambulansên çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Piştî ambulansan birindar rakirin nexweşxaneyê bi sedan polîsan jî tedbîr girtin. Liv û tevgera ambulansan didome. Der barê hêjmara kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bi destxistin.

11.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً