LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Şervanê kal ê birîndar hêviyê belav dike!

Şervanê kal ê birîndar hêviyê belav dike!

QAMIŞLO – Şervanê QSD’ê yê bi navê Nîhat Şêxo Xelîl ku bavê 5 û kalikê 2 zarokan e, rizgarkirina Balafirgeha Tebqayê de birîndar dibe, dema dermankirina birîna wî helbest û stranan dibêje moralek mezin dide derdora xwe. Ev rewşa Xelîl, dîmena şervana YPJ’ê Nêrgiz Kobanê ku di şerê Kobanê de birîndar bibû  stranan digot tîne bîra mirov.

Pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya ber bi Tebqayê ve bi rizgarkirina gelek gundewar û dorpêçkirina bajêr re berdewam dike, dîmenên balkêş jî derdikevin holê. Şervanên Xezeba Firadê ku bi pêşveçûna xwe re moralek mezin digirin, ew hêviya ku wê gelên di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, rewşa xwe yên birîndar qet li ber çavên wan nayê. Di cepheya herî pêş de ku şervanên temenên wan ên ji 18 salî heta 65 salî jî heyî, yek armanceke wan heye ew jî rizgarkirina gel e.

Îradeya şervanekî kal…

Yek ji van şervanan, Nîhat Şêxo Xelîl ku wek Bavê Biro tê nasîn, di Tabûra Tevgerîn a QSD’ê de cih digire, di dema rizgarkirina Balafirgeha Tebqayê de bi êrîşa fuzeyê ya çeteyên DAIŞ’ê de birîndar dibe. Nîhat Şêxo Xelîl ku bavê 5 zarokan û 2 neviyên wî hene berê de jî di Pêngava Şedadê de jî di encama teqîna mayînê de çavekî xwe winda kiriye.  Xelîl, dema bi ambulansê ji Tebqayê ber bi Kobanê ve dibin, di ambulansê de bê ku êşa birîna xwe bifikire ji bo moralê bide şervan û kesên derdora xwe dest bi xwendina helbest û stranan dike. Bi vê dîmenî dide nîşandan ku şervanên Xezeba Firadê bi birîndariya xwe jî tenê hêviya rizgarkirina gelê herêma Reqayê ya ji bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê difikirin.

Nîhat Şêxo Xelîl piştî 5 rojan di Nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanê ma, niha vegeriya ye Qamişlo. Ligel di lingê şervanê kal Xelîl de platîn hatiye bicihkirin jî, diyar dike ku piştî hineke din lingê wî baş bibe ew dê dîsa vegere cepheya şer.

Dema mirov li vê dîmena Nîhat Şêxo Xelîl a bi moral dinêre, dîmena şervana YPJ’ê Nêrgiz Kobanê ya di sala 2014’an de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de ji lingê xwe birîndar bibû û strana “Kobanê îro xemgîn e” digot tîne bîra mirov. Xelîl jî ku piştî helbesta xwe ya li ser êşa “Welat” dibêje bi strana “Hey lê Nazê” moralek mezin dide derdora xwe.

RIZGAR NUJIYAN

11.04.2017

 

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً