LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Derbarê teqîna Amedê de du daxuyaniyên nakok!

Derbarê teqîna Amedê de du daxuyaniyên nakok!

AMED – Wezîrê Karê Hûndirîn a Tirkiyê Suleyman Soylu ku duh daxuyaniya “Di dema wesayît dihat tamîr kirin teqîn çêbû, ji derve tu mudaxele nehatiye kirin” îro jî soylu daxuyaniya “Di binê erdê de tunel vedane û teqemenî bicih kirine” da.

Ji hêla Wezîrê Karê Hûndirîn a Tirkiyê Suleyman Soylu ve îro derbarê teqîna li Midûriyeta Hêza Çewik û TEM a navçeya Rezan a Amedê de pêk hatî de daxuyaniyek nû hat dayîn.

Piştî teqîna duh a bi çend seatan Soylu daxuyaniya “Dema wesayît dihat tamîrkirin teqîn pêk hat. Yanî ji derve ve tu mudaxele nehatiye kirin” îro jî ku derkete bernameya televizyonekê jî wiha got: “Em fikirîbûn ku gelo bi riya xebatkarekî ve tiştek xistibin hûndir. Lê bi riya tunelekê ku ji derve ve hatiye kolandin pêk hatiye. Em mehê carekê dora avahiyên emniyetên xwe lêgerînan dikin. Demek kî di demek pir kurt de tiştekî wisa kolandin e, yanî ji bo teqemeniyê binê erdê de hatiye bicih kirin…”

 Soylu, da zanîn ku wê waliyê Amedê jî derbarê mijarê de daxuyaniyekî bide.

Wezîrê Karê Hûndirîn Suleyman Soylu, duh piştî teqînê daxuyaniyekî wiha dabû: “Teqîn di dema tamîrkirina wesayîtekî ya di hûndirê avahiya Miduriyeta Hêza Cevîk de pêk hat. Em hînbûn ku ji derve ve tu mudaxele nehatiye kirin, di dema tamîrkirina wesayîtekî de teqînek wisa pêk hatiye. Kesek di bin enqazê de û yek jî birîndar heye. Birîndarên sivik ku hejmara wan nayê zanîn jî hene.”  

12.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً