LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Analîza Kronolojiya Heftane

Analîza Kronolojiya Heftane

Di nava vê hefteyî de, nîqaş û gengeşiyên îdeaya Rejîmê çekên kîmyewî ya Idlibê û pişt re jî Amerîka bi fuzeyan li balafirgeha rejîmê daye, nakokiya di navbêra çeteyên li Idlibê ya Ceyş El Hur, tevgerîn û êrîşên çeteyên girêdayên Mertalê Firadê ya li ser bajarên herêma Şehba û Kantona Efrînê, nîqaşên daliqandina ala Kurdistanê ya li Kerkûkê, referendum û greva birçîbûnê yê girtiyên di girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê û her wiha teqîna mezin a di avahiya Miduriyeta Tîmên Taybet ên polîsên dewleta tirk a li Amedê, berdewam dike.

Xezeba Firat wê firsend nede çeteyan!

Pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya ber bi Tebqayê û dorpêçkirina bajarê Reqayê didom e. Piştî rizgarkirina baregeha leşkerî ya Tebqayê serkeftî pêk hat, şervanan ji bo rizgarkirina tevahî bendav û bajarê Tebqayê cebheyê berfirehtir kirin. Ji ber ku beriya Reqa rizgarkirina bendav û navçeya Tebqa stratejîk û girîng e. Fermandariya Xezeba Firadê ku diyar kirin piştî rizgarkirina Tebqa ew dê bê ku navber bidin berê xwe bidin Reqa û bajêr rizgar bikin, da ku çeteyên DAIŞ wê firsenda ku xwe komî ser hev bikin nebînin.

Tevgera Azadiyê bi hemleyeke stratejîk plana dewleta tirk vala derxist

Piştî Tevgera Azadiyê bi hemleyeke stratejîk, plana dewleta tirk û çeteyên girêdayên wî ya li ser Minbic û beşdarbûna operasyona Reqayê têk bir, ket nav hin lêgerînên din. Dewleta tirk û çeteyên wî ku ji aliyekî ve êrîşê Kantona Efrînê û hin bajarên herêma Şehba dike, ji aliyekî ve jî hewil dide ku di ser Girê Spî de êrîşek li ser deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê bike. Girê Spî, ji bo dewleta tirk ciheke stratejîk e, lewra hem ji bo propagandaya nakokiyê bixe navbêra kurd, ereb, tirkmenan, hem xwe bicihkirin û hem jî ji bo xeyala xwe ya beşdarê operasyona Reqayê bibe hêviyek ava bike. Lê wisa xûya ye, hem dema mirov li daxuyaniyên Amerîka, Rusya ya li ser QSD, operasyona Reqayê dinêre, wê destûrê nedin. Lewra ew pêşketina di nava vê hefteyî de ku Amerîka wek alternatîfa Baregeha Încîrlîkê, li Rojava baregehek çêbike.

Di vê hefteyî de jî nîqaş û gengeşiyên derbarê piştî îdeaya rejîmê çekên kîmyewî li Idlibê bikaraniye, Amerîka bi fuzeyan li Balafirgeha Şeyratê lêda, berdewam dikin. Lewra rayedarên Amerîka daxuyanî li ser daxuyaniyê peyamên tund dide rejîm û Rusyayê. Ji ber ku dixwaze rejîmê ji Rusya qût bike û mesajek jî bide Rûsya ku di bakurê Suriyê de ew (Amerîka) hakim bibe. Dewleta tirk jî ji bo xwe careke din nêzî Amerîka bike bi lezginî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di şerekî îhtîmal de ew amadene piştgiriyê bidin Amerîkayê. Rûsya jî ku naxwaze şerek di navbêra wî û Amerîka de derkeve, bi daxuyaniya xwe ya dawî de piştgiriya xwe ya ji bo rejîmê sist kir.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî, çalakiya greva birçîbûnê ya berxwedêrên di girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, xebatên referandumê ya dê di 16’ê nîsanê de pêk were didom in. Hikumeta AKP’ê ya faşist ku ji bo dengan bigire bi hemû amûrên dewletê û ragihandinê xebat dimeşîn e, aliyê kampanya ‘Na” jî ligel hemû bêderfetiyan xebatek xûrt dimeşîn e. Êdî her kes ketiye firqê ku di vê referandûmê de “Erê” derkeve wê komkûjî, îşkence û hwd in, berdewam bike û eger “Na” derkeve wê êdî neçar bimînin dest bi muzakereya çareserkirina pirsgirêka kurd bê kirin. Ji ber vê yekî ye, hikumeta AKP’ê ya faşist bi girtin, fen û fûtan, serî li hemû riyan dide.

Teqîna di avahiya Miduriyeta tîmên taybet ên polîsan de jî pêk hatî, HPG’ê girt ser xwe û ewlekariya dewleta tirk ser û bin kir.

Li Başurê Kurdistanê jî, nîqaşên daliqandina ala Kurdistanê ya li Kerkûkê jî didom e. Ji aliyekî ve YNK û PDK li Bexdayê hevdîtinan dikin, ji aliyekî ve jî hindik be jî nakokiyek ket navbêra dewleta tirk û PDK/Barzanî de. Lewra hemû kiryarên heta niha hatine kirin, PDK û dewleta tirk bi hev re, gotin di cih de be “Pêvçûn kete navbêra dû birayan”. Ji ber vê yekê ye Şîrketa Petrolê ya li Kerkûkê daxuyaniyek da ku petrola diçe Tirkiyê hat qûtkirin. Her çiqas wek sedem pirsgirêkek teknîkî ya di boriyên ser sînorê Tirkiyê hate nîşandan jî lê di esasê xwe de ev peyamek biçûk ji hêla PDK’ê ji hikumeta AKP’ê re hat şandin.

EDÎTOR

14.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً