LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şerê du bira û mijara Kerkûk

Şerê du bira û mijara Kerkûk

NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku piştî daxuyaniya tund a Erdogan derbarê rakirina ala Herêma Başurê Kurdistan li Kerkukê, xeta petrola Kerkukê ku diçe Tirkiye hat sekinandin.

Li gor agahiyên ji heremê, piştî Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a di  4’ê nîsanê de daxuyani da û diyar kir ku rakirina ala Herêma Başurê Kurdistan li Kerkukê şaşitiyekî mezin e, di 10’ê nîsanê de xeta petrolê ya di navbêra Kerkuk û Tirkiyê hat sekinandin. Endazyarê Şîrketa Petrolê Bakûrê Kerkûkê Ferhed Hemze diyar kir ku şandina petrolê Kerkukê ji bo Tirkiye hat rawestandin.

Petrola Tirkiyê ji sedî 32 ji Iraqê tê!

Mijara petrola Iraqê ji bo Tirkiye mijarekî esasî ye. Sedî 32 pêwîstiya petrola Tirkiye ji Iraqê tê têr kirin. Taybet di navbera KDP û AKP de têkiliyên aborî ya kûr derbarê petrola Iraqê hene. KDP pêwîstiyên petrolê ya Tirkiye têr dike, şûna wî jî Tirkiye aliyê aborî de Başûrê Kurdistan xurt dike. Têkiliyekî organîk di aborî de navbera Erdogan û Barzanî heye.

Çima petrol Kerkûkê ya ser Tirkiyê hat sekinandin?

KDP û AKP li Iraqê di nav îtîfaqek kûr de ne. Wekî du birayên hev tevdigerin. Di şerê Peşmergeyên Roj dijî YBŞ li Xanesor, Tirkiye û PDK bi hevre plan çê kirin. Li gor agahiyên ji herêmê di nav Peşmergeyên Roj de leşkerên Tirk û endamên MIT jî hazir bûn. Heman demê di şerê dijî PKK de jî her du hêz bi hevre tevdigerin. Lê ev naye wateya ku nakokiyên navbera wan de tune ye. AKP tu caran di têkiliyên xwe de, KDP wekî îradeyek nabîne. Ji ber vê yekî nahelê ku PDK ser bi xwe jî tevbigere. AKP dixwaze rola birayê mezin bilîze. Daxuyaniya Erdogan mesajek ji bo KDP ye. Dibêje “Bê agahî û destûra min tu nikarî gavek bavêjî.” Diyar dibe ku ala Herêma Başûrê Kurdistan, PDK bi sere xwe û bê agahiya Tirkiyê kir. Ji ber vê yekî Tirkiye daxuyaniyek tund da dijî PDK, da ku PDK bikeve dîsa rola xwe ya birayê biçuk. Lê PDK bi girtina tapê petrolê re xwest  mesajek bide Tirkiye yê. PDK xwest nîşan bide ku di têkiliyên du alî de bandora wî ji heye. Ji ber vê yekî xwest taybet bi rêya aborî û petrolê mesajek bide Tirkiye.

FEREYDÛN LORISTANÎ

15.04.2017

 Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً