HELEB – Çeteyên Ahrar El Şam a li Sûriyeyê ji bo encama referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.
Çeteyên cihadîst a bi navê Ahrar El Şam a li Sûriyeyê ji bo encamên referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir. Koma çete, li ser Twitterê bi Tirkî, Erebî û Îngilizî heman peyam parve kirin.
Di wan peyaman de ev tişt hatin gotin: “Piştî referandûmê em birayên xwe yên Tirk pîroz dikin. Xwedê birayê me Serokomar Tayip Erdogan ji bo bilindbûna Tirkiye û cihana Îslamê bike xebatkar û wî serkeftî bike.”
18.04.2017
Rojev24