LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / ‘ENKS bi vekirina baregehên bê rûhsat dixwaze provokasyonê pêş bixe’

‘ENKS bi vekirina baregehên bê rûhsat dixwaze provokasyonê pêş bixe’

QAMIŞLO – Berpirsiyarên Asayîşê ya Qamişlo derbarê girtina buroya ENKS’ê ya rojhilatê Qamişlo ku cara duyemîn hatibû xwestin bê vekirin de, diyar kir ku ji hêla Desteya Karê Hûndir a Kantona Cizîrê de biryar hatiye girtin ku tu partî an jî sazî bê rûhset nikarin buro, an jî baregeh vekin û gotin: “ENKS bi vekirina baregehên bê rûhsat dixwazin provokasyonê pêş bixin.”

Ji hêla ragihandina girêdayên Encumena Niştîmanî Kurdistana Suriyê (ENKS) û PDK’ê ku nûçeyek derbarê girtina baregeha xwecihî ya NEKS’ê ya rojhilatî Qamişlo cara duyemîn xwestin vekin, ji hêla Asayîşa Qamişlo ve hatibû girtin de weşandibû. Di nûçeyê de ku sedema girtina buroyê nehatibû nivisandin de, hat xwestin girtina baregehê wek e bê sedem bê nîşandan. Li ser vê yekê derbarê mijarê de berpirsiyarên Asayîşa Qamişlo ku ji nûçegihanê Rojev24 re axivîn, diyarkirin ku di 12’ê Adarê de ji hêla Desteya Karê Hûndir a Kantona Cizîrê ve biryara tu partî an jî sazî bê rûhsat nabe ku buro an jî baregeh vekin hatibû girtin. Berpirsiyaran anîn ziman, wan jî di çerçoveya vê biryarî de buro û saziyên bê rûhsat girtine û girtina baregehê ENKS’ê ya duh ku xwestin careke din vekin, di vê çerçoveya biryarê de ye.

‘Em dê nehêlin baregehên bê rûhsat werin vekirin’

Berpirsiyarên Asayîşê, gotin ku ENKS bi vê hewildanên xwe dixwazin provakasyonê pêş bixin û wiha gotin: “Derbarê vê mijarî de her tişt vekirî ye, li her derê welatên cîhanê wisa ye, kîjan partî û sazî dibin bila bibin bê rûhsat nikarin vekin. ENKS jî hem dibêje ‘ez rûhsat nagirim û ez ê buro jî vekim’. Yanî baş dizanin ku ew dê nikaribin vekin, ji ber vê yekê careke din an jî dubare hewildana vekirina baregehan ENKS dixwaze provakasyonan pêş bixe.”

19.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً