LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li dijî bê exleqiya modernîteya qapîtalîst wek alternatîf felsefeya Zerdeşt

Li dijî bê exleqiya modernîteya qapîtalîst wek alternatîf felsefeya Zerdeşt

Îro Çarşema Sor an go ji bo gelê Êzîdî hefteya herî pîroz e û wek e cejin tê pîroz kirin. Bi boneya pîrozkirina Cejne Çarşema Sor, nivisekê rojnamevan Erdogan Altan a li ser felsefeya Zerdeştê Kal ku par di Rojnameya Azadiya Welat de hatibû weşandin, diweşîn in.

Her serdem li gor hegemonyayê bîrdoziya xwe, pergalek ava kiriye û wê pergalî li civakan ferz kiriye. Ev navendên îmalatê bi pergala sazkirinê re xwestine form bidin civakê û xwestine civakê bêhêz  û bêparastin bihêlin. Tu pergal wek modernetiya  qapîtalîst di vê hêlî de serkeftî  nîn e. Ev pergal ji bo xwe ser piyan bigire pêşî civakê bêhêz û bê parastin dihêle, vê yekî jî bi exleqê (sinc) û polîtîqayê dike. Ango civakê bêexleq û bêpolîtîkaqa dihêle, civakê ji van her têgehan bê par dihêle.

Lewre exleq domkirina hebûna civakê ye. “Exleq Çîmentoya civakê ye. Xezîneya herî mezin û hinceta xwe parastinê ye. Organa bingehîn a pêşxistin û berdewamkirina jiyanê ye.” (A.O)

Qapîtalîst exleqa civakê tarûmar kiriye!

Modernîteya qapîtalîst di xirabkirina exleqê de pir serkeftî ye. Ji ber ku exleq hêza parastin, hinceta hebûnê û xezîneya civakê ye. Ev ‘modernîte’ hema bêje qadekî ku tê de bicih nebû be tune ye. Ketiye damarê herî zirav a civakê. Wisa kiriye ku exleqa civakê hûr hûr kiriye, hêrayê, kiriye wekê arvanê (ar). Bi propagandayên bîrdozî yên wekê “Her kes ji exleqa xwe berpirsiyare, her kesî bi exleqa xwe heye” exleqa civakê tarûmar kiriye. Civak, her çiqas li hemberê vê cinawirî ku wî tune dike, dikeve nava berxwedaniyekê jî, ji ber kêmasiyên amûr, rêbaz û paradîgmayê, bi zanebûn an jî ji nezaniyê av dikşîne aşa vî cinawirî yê ku exleqê dihêre. Ev pergala ku ketiye damarên civakan bi felsefeyên wekê “Qaptanê ku keştiya xwe xilas kiriye” an jî “marê ku bi min ve venede bila hezar sal bijî” hemû hêstiyariyan an jî berpirsiyariyan jî tune kiriye.

Modernîteya qapîtalîst exleqa ku li civakê ferz dike di esasê xwe de bê exleqî ye. Yanî  dixwaze bibêje “Her kesekê û bi exleqê xwe ve ye, her kes berpirsiyarê exleqê xwe ye” ango mafê tu kesê tune ye exleqê kesî lêpirsîn bike. Gotinên bi vê awayî jargonên bîrdoziya herî bingehîn a lîberalîzmê ye. Ji vê jî tê fêmkirin ku kesek çiqas ji civakê dur bikeve, hêstên xwe yên civakiyê winda bike, şûna exleqa civakê exleqa xwe bijî, çiqas li dervê civakê be, dê ewqas azad bijî. Ev felsefe felsefeyek xwe li ser civakê dîtin e, xwe wek xweda dîtin e. Nakokiya kesayet û civakê û bi xwe re têkiliya nava civakan jî xirab dike û jehrî dike.

Di serdema me de mirovahî li Rojhilat bi birçîbûn û xizaniyê re têdikoşe, li Rojava jî bi obezîteyê re têdikoş e. Dema mirov li gotina “Yek dixwe yê din lê dinêre qiyamet ji berî dibare” dinêre, di esasê xwe de ev 400 salin qiyameta mirovahiyê destpê kiriye. Qampên mirinê, bombeya atomê, bombeyên napalmê, şerên paqijiya kêmanan, xirapkirina hawirdor û xwezayê, bêkariya gîrseyî, zêdebûna nexweşîna penceşêrê, zêdebûna cureyên AIDS’ê, serdestiya xwepêşandan, medyatîkbûn û xwarinê, desthiladar ku dikev e hemû damarên zirav ên civakê, civakê her tim di nava qrîzê de hiştin, şerên derve û navxweyî, di van şeran de tunekirina gelan, çand, malbat, êl, çînî, kom û nirxên madî; ma ev hemû ne qiyamet be çi ye? Bêguman ev qiyamet bi tunekirina exleqa civakê re destpê kiriye. Ji ber vê yekê heta exleqa civakiyê ji nû ve neyê sazkirin ev qiyamet nayê rawestandin. Û dê mirovahî di nava diranên cinawira modernîteya qapîtalîst de perçe perçe bibe.

Exleqê bi azadiyê re rêxistin dike

Li dijî bê exleqiya modernîteya qapîtalîst wek alternatîf mirov dikare exleqa Zerdeşt binirxîne û bixe rojevê. Ji bo ku em felsefe û exleqa Zerdeşt baş fêm bikin divê em mijara xwe kûrtir bikin. Zerdeşt, dijberê vîna ku mirovan tune dihesibîne, pergalên qralên xweda ku mirovan dike evd û kole bi zimaneke tund didarizîne, an jî lêpirsîn dike. Xwedî derketinek felsefî û oldarî yê herî bi hêz ku bi exleqa azad hatiye barkirin. Xwedî taybetmendiyek azadîxwaz e. Lewra di serî de bi derketina xwe re xwedê teala lêpirsîn dike. Bandorek mezin li ser olên ku li pey derketine, dike. Yê Zerdeşt dibe Zerdeşt jî ew e ku vê exleqî bi azadiyê re, bi hiskirinê re, hişmendiyê re birêxistin dike ye. Di bingeha sazkirina civakiyê de exleq û polîtîqayê dide şixûlandin, radeya biryara vîna mirovan derdixîne holê.

Şûna têgeha pîrozbahiyê têgehên başî-xirabî, ronahî-taritî pêşxistiye û bi vê re pêşiya felsefeyê jî vekiriye. Şûna baweriyek hişk, zêdetir bûye xwedî hînkirinek nîvî olî, nîvî felsefîk.

Heta serdema wî, ji bilî wî kesî bi wêrekî têgehên lêpirsînê nikaribû bikira. Lê wî bi wêrekî têgehên derbarê bawerî, hînkerî, ramanan lêpirsîn kiriye û têgehên, hînkerî û baweriyê yên alternatîf pêş xistiye. Feylezof û pêxemberê herî mezin a serdema xwe ye. Nakokiyên di nava civakiyê yên wekê derew, hîle, fet û futan ku ya mirov çewa dike kul û kole û qûrban dîtiye, li hemberê nirxê mirovahiyê yê di aşê qapîtalîsta cinawir de tê hêrandin, derketiye. Meşa xwe yê ku bi lêpirsîna jiyanê re destpê kir, bire heta lêpirsîna xweda jî.

Li hember qralên xweda, mîtolojiya xwedê-kul ku li ser derewînê hatiye sazkirin derketiye û vê yekê jî ji xwe re kiriye terzek jiyanê û baweriyê. Wiha gotiye “Ez Zerdeştim, bi hemû hêza xwe dijminê derewê me, ez dixwazim bi hemû hêza xwe alîkariyê bi kesên baş û yên li cem başiyê ne bikim.”

Dîsa felsefeya xwezayê yê Zerdeşt hêjayê vegotinê ye. Bi xwezayê re bi rêbazek ekolojîk ve xweşûbeş e. Xwezayê, çandiniyê, sewalan hema bêje di asta pîrozî de hildigire dest û vê mejiyî temsîl dike. Kesên di vê baweriyê de ne, ne bitirs, bi hiskirin li xwezayê dinêrin. Ji ber baweriya xwe ji rojê, hîvê, stêrk, ba, ewr, baranê, cîhanê, avê, giyayan û sewalan digire, ji wan re jî rêz digir e; tu caran zirarê nadin wan. Di fikira ku divê xweza neyê qirêjkirin, zirarê nedineyê û bi awayek xwezayî jê sûd bê girtin. Her wiha di hişmendiya ku divê mirov bêînsafî xwezayê tarûmar neke. Dijberê wê, divê mirov û xweza bi hev re, di nava têkiliyê de bin. Ji bo mirov karibe bêhn hilde, jiyanek bi tendûrist bidomîne, divê xweza neyê texrîbkirin. Lewra di firqa heke xweza bê texrîbkirin wê di nava demê de civak jî bê texrîbkirin, de ye.

Zerdeşt hem pêxembere hem feylezof e. Zerdeştî hem ole hem jî felsefe ye. Di hêla olî de parastina wekheviya jin û mêrê, başiya xwezayê, girîngdîtina hilberîna di çandinî û cotkariyê de, ligel van reforman dawî li kevneşopiya qûrbankirina sewalan aniye. Çewa Îbrahîm pêxember dawî li kevneşopiya qûrbankirina mirovan a ji bo xwedê re anîbû, Zerdeşt, hinekê din jî pêşdetir çû û dawî li kevneşopiya qûrbankirina sewalan jî anî. Di baweriya şûna qûrbankirina sewalan, divê ji wan sûde bêgirtin de ye. Ango di çandiniyê de ji hêza wan, ji bo tendûristiya mirovan jî ji şîr û rûnê wan feyde bê girtin.

Zerdeşt, li dijî mejiyê eziyetkirina sewalan, kuştina wan a bi kêfî, dîsa bikaranîna şîdetê mirovan ku li hemberê hev pêk tînen, derdikeve. Her wiha li dijî hem kuştina mirovan û hem jî sewalan derketiye. Ji ber vê yekê ye di serdema pêxemberiya wî de şerekî kuştina mirovan a fizîkî nekiriye. Lewra di fikira ku divê tiştê xirab di mejî de bê kûştin de ye. Ji bilî neçarî û parastina xwe kuştinê xirabiyek mezin hesibandiye. Ev jî dide nîşandan ku li gor serdema xwe astek bilind, ferasetek pêşketî girtiye.

Zerdeşt, ji bo barê îbadetê yê li ser pişta mirovan e sivik bike, bi kêmkirina îbadet, merasîm û rîtuelan re reformên nû çêkir. Van cure îbadet û rîtuelan li pêşiya azadiya mirovan wek astengiyek dîtiye. Hebûna îbadetan heta jê hatiye sade kiriye, şertên ku divê mirov ne ji xwedayan re,  ji xwe re dem veqetînin û bixebitin, daniye. Pêşiya “Nêrîna xwe bifikire” vekiriye, bi vê re jî astengiyek din jî li pêşiya ku diçe azadiyê ji holê rakiriye. Tê zanîn ku kengê mirov ji xwe re dem veqetandibe ketiye firqa tiştên nû yên ku qet neketibû firqa wan, bi van tiştên nû re jî di jiyana xwe de cûdabûnek jiya ye. Û di encamê de ketiye firqa hebûna xwe û biryar, riyên azad, ji xwe re çêkiriye. Di esasê xwe de di Zerdeştiyê de gunehê herî mezin ew e ku dem ji xwe re neveqetandin, nekeve firqa xwe, xwe nasnekeye. Lewra mirovê ku xwe nasneke ew hêz û vîna wî/ê yê lêpirsînê jî tune ye.

Her wiha mirovê nikaribe lêpirsînê bike berpirsiyariya wî/ê jî çênabe. Zerdeşt, ji bo her tim mirov di hişmendiya hîstiyarî û berpirsiyariyê de bin, bi têgehên wekê baweriya qiyametê, nêrîna mirî wê dîsa rabin, roja mahşerê û li wir hebûna dadgeha mezin(Mahkeme-î Qubra), baweriya melekên pîroz ên her yekê peywirekê wan heye, pira siradê yê tuj û zirav ku tenê yên bêguneh dikarin di serî de derbas bibin (Kî, piştre ev pênas di pirtûkên Încîl, Tevrat û Qûranê de jî derbas dibe) derxist, da ku bi van têgehan mirov wateyê bide jiyana xwe, xwe nas bike, bi berpirisyarî bijîn, rêz ji hemû zindiyan re bigrin, jiyana civakê bi exleqa azadiyê birêxistin kiriye.

Aliyê Zerdeştî ya felsefî, feylezofî jî, bi sazkirina pergala ramanê yê dualîst re temelê rêgaza diyalektîkê avêtiye. Bi ramanên dual ên wekê başî-xirabî, ronahî-tarîtî ve daniye holê. Giringiya wî yê mezin ew e ku ger ji hêla oldarî ger jî nêrîna felsefîk de pêşengiya şoreşa exleq-mejiyê ku vîna mirovê azad derdixe pêş, kiriye. Bi vê yekê re jî qalibên bîrdozî yên serdest a pergala koletiyê yê hişk perçe kiriye. Di esasê xwe de bi şiklekî serhîldariya vîna mirovê azad re xwedê di darizîne û ji xwedê bersivê dixwaze. Ji giyana ku xwedî zihniyetek sê hezar salî re dibêje “Rabe ser xwe li vîna xwe û mejiyê xwe xwedî derkeve, bi hûrmet be”. Ev yek jî şoreşa mejî û exleqê ya herî zor û zahmet e. Gotin di cih de be razemîna herî mezin ji mirov re kiriye. Mirovê ketî radike piya, ji bo mirovahiyê rêz û hûrmetê pêşxistiye. Têgehên rûmetê, şerefê, girêdayîna wê bi rabûna mirovan, bi rêzgirtina bedena xwe, nêrîna xwe û ramanên xwe re dike. Peyvên wekê evîn, hiskirin, hûrmet, rêzdarî, xweşî, aşitî, başî li xezîneya mejiyê mirovahiyê bi awayek şoreşî zêde kiriye.

Nirxê exleqê û taybetmendiya herî girîng a felsefeya Zerdeştî ew e ku azadiya hilbijartinê daye mirov. Ango berpirsiyariya bijartina ji kesan re hiştiye. bi gotina wî ya “Ez ê tiştê pêwîst hînê we bikim, hûne çi hilbijêrin ji we re maye.” Ango ji mirovahiyê re dibêje ku du rê hene, ronahî û tarîtî, başî û xirabî. Ez ê van nîşanê we bidim, aqil û mejiyê we jî heye, hûnê ji van her du riyan yek jê bijêr in. Hûnê bi vê yekê bêne azmûnkirin, dê bi van hilbijêran wê exleqa azadiya we jî deyine holê.

Zerdeşt li dijî felsefeya derew, fen û fûtan a ku di navbêra gotin û kirin ên pergalan jî derdikeve. Bi felsefeya “Manahica, vacahîca, Akemca” (Baş bifikire, xweş bibêje, rast bike, pêk bîne). Bihevrebûna gotin û kirinê yê di sekina jiyanê de bi watetir bibe, datîne holê.

Bi gotinên balkêş ku xwedê didarizîne jî, wêrekiya wî, rastî, heqaniyet û zanebûna wî dide nîşandan. Zerdeş, bi wêrekiyek mezin wiha bang li xwedê dike: “Ey xwedayê min! Damizrînerê nêrîna baş kî ye? Ez ji te dipirsim xwedê, rast bersivê bide min.

Kî/ê ye yê ronî û tarîtiyê çêkiriye?

Kî/ê xewa baş û şiyarbûnê damezrandiye?

Kî/ê peywira mirovên difikirin dixe bîra wan, kî sibehê, nîvro û êvarê çêkiriye?

Ji te dipirsim xwedê, ji min re rastiyê bêje

Bêje tu kiye? Bersivê bide min.”

Di van bêjeyên ku xwedê didarizîne de tê fêmkirin ku Zerdeşt di serdema xwe de şoreşa exleq û zihniyeta herî mezin pêk aniye. Çewa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye “Diyare ku Zerdeşt bi hîteba ‘bêje tu kiyî?’ xwedawendiya olî û mîtolojiya exleqa Şaristaniya Sumerê didarizî ne. Hînkariya wî şoreşek mezin e. Bal dikşîne ser hêmanên şaristaniya demokratîk. Jiyana rast nejêgere. Derewîn bê exleqiya herî mezine. Girêdayinek nêzîk bi azadiyê re heye. Di serdemekê ku bîrdoziya koletiyê ku xwedan li siya xwe jî dernediketin  hebû,  darizandina xwedê şoreşek mezin e. Zerdeşt, feylezof û pêxemberekî ku heqê wî nehatiye teslîm kirin e.” Bi vî gotinî jî diyare ku Zerdeşt xwedî derketinek dîrokî ye. Dîsa nirxandina feylezofê mezin Nîetsche (Nîçe) a ku xwe wekî şagirtê Zerdeş dide naskirin, hêjayê diyarkirinê ye. “… Bi wî re (Zerdeşt re) dema mirov dide berhev hemû karên din ên mirovan kirine zexelî (zawalî) wek tiştên ji rêzê tên xûya. Goethe û Shakspeare di nav vê helwesta bi tirs de di vê bilindahiyê de saniyek jî dê nikaribûna bêhin standibûna. Dema mirov bi Zerdeşt re qiyas dike, Dante tenê mirovek e, giyanê ku heqîqeta xwe saz kir cîhanê bi rê ve bir, ne nivisarek e (yazgi). Helbestvanên veqetinan (xerîbiyê) ne layiqê ku pêlava Zerdeşt girê bidin jî, ne. Heta heta hûn hemû rih û giyanan bînin cem hev jî , nikarin yek axaftinek Zerdeşt derxînin. Hatin û derketina wî yên dirêncekên bêdawî ne. Ji  her kesî zêdetir, wirdetir dîtiye. Wirdetir xwestiye, wirdetir serkeftî ye.” Nirxandina Nîetsche a bi vî rengî pir girîng e.

Dîsa Serokê Gelê Kurd Ocalan bi gotina “Em nikarin bibêjin ‘Sokrates, Buda û Zerdeşt bêdengin û gotinên xwe yên dawî gotine. Heke em wan nedin jiyandin, wekê duh li me venegerin, tê wateya ku me ji felsefeya azadiyê tu tiştî fêm nekiriye. Mirovahiyek dinale heye, xwezayek hatî xirabkirin ku nebûye bersiva êşan heye, eşqekê ku bi xiyanetê re rû bi rû maye heye, hê bersiva van nehatiye dan. Ma em dikarin behsa jiyanê bikin?” Hînkirina Zerdeşt ku temsîla roja me dike, datîne holê.

Di encamê de, denklema çiqas exleq ewqas mirov, çiqas mirov ewqas civak. Bi hişmendiya rastiya encama jiyana azad re hemû jiyanê  bi exleqkirinê re  dibe yek, riya li hemberê pergala qapîtalîst e. Li ser vê esasê hînkerî û serokatiyê ji bo Zerdeşt û pergala wî di roja îro de, xwe zêdetir fireh, zêdetir zanyarî û zêdetir exleqî dide nîşandan.

19.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً