LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

 

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Şervanên QSDʹê gundê Hetaşê yê Reqayê piştî şerekî dijwar ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin.

*Erîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li taxa Îskenderiyê, li başur û bakur rojavayê Tebqayê pêk hatin bi berxwedana şervanên QSD’ê tev hatin şikandin, 47 çete hatin kuştin û du 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

*Piştî Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqqayê bi dawî bû encamamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Herwiha di civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqqayê hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin.

*Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîralay Telal Silo ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, wê rêveberiya bajêr radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin.

*Zêdeyî 620 koçber ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha ji ber pevçûnên ku di navbera rêjîma Baas û komên çete de rû didin, gihiştin Kantona Efrînê.

*Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrişeke bombeyi pêk hat. Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê di êrişê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 32 kes jî birîndar bûn.

*Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandin 45 otobusên ku 3000 kes têde ji el-Foua û Keferya, ku ji alîyê serhildayan ve dorpêçkirî ne, derketin û ber bi Heleba di dest hikûmetê de ye bi rê ketin. Di heman demê de, ji el-Zabadanî, ku ji alîyê artêşa Sûrîyê ve dorpêçkirî ye, 11 otobus derketin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

*Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyar kir ku divê bi lezgînî navçeya Hewîce were rizgarkirin û got: “Nabe em li benda rizgar kirina Mûsilê bimînin. Ji ber ku Hewîce di qonaxek metirsîder de ye. Rojane welatiyên wê tên kuştin. Ji ber wê em banga lezgîn a rizgarkirina navçeya Hewîce dikin.”

*Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku ji bo referanduma li bajarê Kerkûkê wê komîsyona Herêma Kurdistanê biryarê bide.

*Serokwezîrê Iraqê Ebadî axaftina xwe de referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê got: “Hêvî û daxwazên cuda yên her kesî hene, lê di vê rewşa aloz a herêmê û berdewama şerê DAIŞê de, referandûm ne li berjewendiya hemwelatiyên Kurd e. Hin welatên cîran vê yekê wekî gefeke milî li ser ewlekariya xwe dinirxînin. Bi awayekî zelal dibêjim, niha ti berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê di referandûmê de nîne.”

*Wezîrê Derve yê Almanya Zîgmar Gabriyel tê Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin dike. Wê behsa şerê DAIŞê, rewşa Mûsilê û pêwendiyên Herêma Kurdistan û Almanya bikin.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

*Danişîna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Wanê hate dîtin, taloqî 4’ê tîrmehê hate kirin.

*Rojnamegerê îtalî Gabriele Del Grande ê di 9’ê Nîsanê de li nêzî Hatayê hat binçavkirin û îro cara ewil bi malbata xwe re pêwendî danî. Del Grande, daxuyand ku ew ê ji ber çewisandinan wê dest bi greva birçîbûnê bike.

*Bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya ku ev 63 roj e didome, li bajarê Fransa Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin, di roja 6’an de bi tevlîbûnên nû didome.

*Denîz Kaya yê li ser nave girtiyên PKK û PAJK’ê daxuyaniya “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li hemû girtîgehan li ser bangawaziya hevserokatiya xwe ya KCK’ê bi dawî dikin” da.

*Piştî ku li 7 gundên navçeyên Kerboran û Mîdyatê yên Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin, bi hejmareke zêde ya leşkeran operasyonê dest pê kir.

*HDP’ê ji ber referandûma bi fen û fûtan, giliyê Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Guven kir.

*Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek di axaftina xwe de ragihand ku wê hefteya pêşiya me heyeteke teknîkî ji Rûsyayê were Tirkiyeyê û muzakereyên nihaî bi Rûsyayê re wê di meha gulanê de werin kirin.

*Serokê CHP Kemal Kilîçdaroglu got: Jimartina dengên bêmohr nîşan da ku dengê Na serket, lê belê hikûmetê bi alîkarî û hevkariya Desteya Bilind a Hilbijartinan li dij viyana neteweyî darbe bikar anîn, divê ku ew ji viyana neteweyî hurmetê bigirin û giştpirsiyê ji nû ve bi rê xin.

*Endema Desteya Çavderîyê ya Konseya Ewrupa Alev Korun got dibe ku nêzî 2,5 mîlyon deng, di referanduma Tirkîyê de hatibin guhertin.

*Yekîtîya Ewrupa careke din bang li Tirkîyê dike ku li ser encamên referanduma ku desthilateke berfireh dide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, lêpirsîneke zelal bike.

*Hat ragihandin ku Li Dêrsimê helîkoptera ku tê de dadger û polîs hebûn kete xwarê. Li gorî daxuyaniya fermî 12 kes mirine.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

*Hêzên ewlehiya Îranê li bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê herî kêm 12 hemwelatiyên kurd girtin.

CIHAN

*Wezîrên Karên Derve yên Luksembûrg û Îtalyayê gotin, ew li dij in ku niha Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

EDÎTOR

19.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan …

اترك تعليقاً