LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Ji komek çeteyan ‘Mertalê Rojhilat’ hat avakirin

Ji komek çeteyan ‘Mertalê Rojhilat’ hat avakirin

HELEB – Li bakurê Helebê ku komek çeteyên di nava wan de ji Mertalên Firatê jî heyî, bi daxuyaniyeke aşkere kirin ku wan komek bi navê “Mertalê Rojhilat” ava kirine. Di daxuyaniyê de armanca avakirina vê komî ya sereke ew e ku dê kurdan û alîgirên wan bixeniqîn in.

Ev demeke ji hêla rayedarên dewleta tirk û hikumeta AKP/Erdogan û ragihandina pê ve girêdayî ve daxuyaniyên wek e “Dê operasyon li ser Rojava bên kirin”,”Her çiqas niha di herêma Şehba de peywira Mertalê Firatê xilas bûbe jî dê pê ve girêdayî hin komên din ava bibin” dihat dayîn. Li ser vê esasî îro li bakurê Helebê ku komek çeteyên di nava wan de ji Mertalên Firatê jî heyî, bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku wan komek bi navê “Mertalê Rojhilat” îlan dikin.

Daxuyaniya vê komê çeteyan wiha ye:

Em wek Mertalê Rojhilat, armanca me ya sereke ew e ku derxistina rejîma Esed û DAIŞ’ê û çekdarên kurd a ji heremên Dêr El Zor û Hesekê. Bi taybetî komên çekdarên kurd û alîgirên wan ên di van herêman de bixeniqîn in. Em bang li hemû eşîr, zarokên eşîr ên di nav rejîm û çekdarên kurd dikin ku tevlî Mertalê Rojhilat bibin.”

22.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً