LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Serçeteyên DAIŞ’ê Reqa vala dikin û bi Dêra Zorê ve direvin! NÛÇE-ANALÎZ

Serçeteyên DAIŞ’ê Reqa vala dikin û bi Dêra Zorê ve direvin! NÛÇE-ANALÎZ

SEMA RÊNAS

REQA – Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ya ji hêla Xezeba Firatê ve serçeteyên DAIŞ’ê jî ji navenda Reqayê derdikevin û ber bi bajarê Dêr El Zorê ve direvin. Tê gotin ku DAIŞ êdî wek e peytexta çeteyên xwe wê Dêra Zor bikar bîne.

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ya ji hêla Odeya Operasyona Xezeba Firatê ve pêk hat û qonaxa çaremîn wê berê xwe bide bajarê Reqayê, tirsek mezin ketiye nava çeteyên DAIŞ’ê. Hat ragihandin ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê valakirine û berê xwe dane bajarê Dêr El Zorê.

Serçeteyên DAIŞ’ê direvin Dêre Zorê

Bi pêngava Xezeba Firatê re ku rewşa DAIŞ’ê ya bi giştî û bi taybetî jî leşkerî pir lawaz bûye, dikevin nav hin hewildanên cuda. Tê gotin ku hêza çeteyên DAIŞ’ê heya astekî şikestiye û êdî wek e berê nikare li ber xwe bide. Ger pêşketina şervanên Odeya Xezeba Firatê be û ger jî operasyona Musilê berdewam dike be, dibe sedema ku nakokiyên mezin di nav çeteyan de derxe.

Ji ber van sedeman, serçeteyên (Emîrên çeteyan) neçar dimînin ku bajarê Reqayê vala bikin û di Dêra Zorê de bicih bibin û êrîşên xwe yên li Reqayê ji wir koordîne bikin. Hat ragihandin ku heta niha zêdetirê 150 emîrên çeteyên DAIŞ’ê yên payabilind ji Reqayê reviyane Dêra Zorê.

DAIŞ wê Dêra Zor wek e paytexta xwe îlan bike!

Operasyona Xezeba Firatê ku her çiqas pêşve diçe, çeteyên DAIŞ’ê jî hewil didin ku navend an jî peytexta xwe ya leşkerî Dêra Zor îlan bike. Lewra çeteyên DAIŞ hêza wî ya li Reqayê hem di hêla moral û motîvasyon û hem jî di hêla leşkerî de şikestiye.

DAIŞ dest datîne ser malên niştecihan!

Çeteyên ku êdî ber bi Dêra Zorê ve direvin, li bajaroka El Meyadînê dest datînin ser xanî û malên niştecihên bajarokê. Çeteyên DAIŞ ji bo tirs û xov li ser niştecihan bike û hakimiyeta xwe bike, pêkanînên cur bi cur li ser niştecihan dike. Li gor agahiyan, çeteyan li Kolana Tekaiya bajaroka El Meyadînê bi hinceta cixare kişandiye 30 qirbaç (şiv) li niştecihê taxê ceza kirine. Dîsa bi cezayên cur bi cur dixwazin tirs bixin dilê gel.

DAIŞ tangekî rejîmê rûxandin

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo hakimiyeta xwe ya li ser Dêra Zorê bike, bi moşekan êrîşê noqteyên rejîmê dike. Hat diyarkirin ku li herêma El Xîr a dikeve başurê bajarê Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê tangekî rejîmê rûxandin.

Gelo El Bexdadî reviyaye Dêra Zorê?

Li gor hin nûçeyên di ragihandinê de hatî weşandin, Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî ji Musilê reviyaye herêma sînorê Suriyê. Tê gotin ku ev agahî jî teqez dike ku Bexdadî li Dêra Zorê bicih bûye û êdî Dêra Zor wek e peytexta xwe îlan bike.

Li gor agahiyan, Amerîka bi Urdunê re, li Deriyê Tenev a başurê Suriyê civînek çêkirine û ji bo zêdetir êrîşên xwe li ser DAIŞ’ê bikin, hevpeymanek hatiye çêkirin.

23.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً