LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

 

 *Balafirên şer ên artêşa Tirk, bombe li erdê gundiyan û derdora gundên Qendîlê barandin.

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

 *Di pevçûnên ên Tebqayê de DAIŞ careke din derbeyeke giran xwar. 2 jê serçete (emîr) 72 çete hatin kuştin, yek jî sax hate girtin. Di pevçûnên ku di encamê de 10 tirmpêlên çeteyan hatin îmhakirin de 2 endamên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.

 *Çeteyên DAIŞ êrîş birin ser gundên Bîr Cerbo, Cerwa, Rihaniyat, Um Tenek û Ronyan ên ku ji aliyên şervanên QSD‘ê ve hatibûne rizgarkirin. Şervanan QSD‘ê beriva êrîşan da û li hermê şer derket.Di pevçûnan de 70 çete hatin kuştin, cenzayên hin çeteyan kete dest şervanên QSD‘ê, her wiha 9 klaşinkov, 52 cercûrên keleş û 2 hezar fîşekên wê, 9 bombeyên destan, 1 M-16, 3 RPG roketavêj û yek roketa wê, 3 destikên dijital ket dest şervanan.

*8 koçberên Reqqayê ku ji ber zulma çeteyên DAIŞ’ê malên xwe terik kirine û koçber bûn,  ji ber kêmbûna alîkariyan û nebûna derfetên jiyanî û dermanan, jiyana xwe ji dest dan.

* Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê gundên Merwaniyê û Sinara yên navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê korîdoreke leşkerî ya veşartî, vekir da çete û maşîneyên xwe derbasî erdên Kantonê yên dagirkirî bike.

* Rêberê el-Qaydê Ayman el-Zawahrî, bang li cîhadîyên Sunî yên li Sûrîyê kir ku dijî Beşar Esad, alîgirên wî yên Îranî û hêzên rojava dest bi şer bikin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

*Wezîrên Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel Bexde û Hewler ziyaret kir. Gabriel di serdana Bexda û Hewlerê de diyar kir ku Almanya ji ber êrîşên PDK’ê yên li dijî gelê êzidî çekên nû nede Herêma Kurdistanê.

* Piştî civîna 23yê Nîsanê ya polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ragihandin ku her du aliyan li ser diyarkirina dema pêkanîna referandûmê li hev kiriye.

* Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji bo avakirina artêşeke nû ya Kurdistanê bi tevlîbûna leşkerên amerîkî, alman û îngîlîzî projeyek amade kir.

* Sê endamên polîs ên Îraqê di êrîşeke xwekujî de li başûrê Mûsilê hatin kuştin, li gor çavkaniyên ewlekariyê.

* Hat ragihandin ku li rojavayê bajarê Enbar a Iraqê di operasyonê de 35 milîtaên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û depoyeke çekan jî hat hilweşandin.

* Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed El-Esedî ya Iraqê destnîşan kir; Siyaseta Îranê li navçê bi tamî eşkera ye û Têhran li çarçîva qanûnê li şerê dijî terorîzmê alîkariya Iraqê dike.

* Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Awstiraliyayî li Bexdayê ragihand; Iraq li qonaxa dawiyê ya şerê dijî terorîzmê da ye û tiştek nemaye ku Mûsil ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê azadkirin.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

*Li Wanê polîsan bi ser malan de giritn û 18 kes binçavkirin.

*Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de got: “Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 3ê Gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin û dibe İhtimale di civînê de mijara S-400î li Soçiyê were nirxandin.

 *Rojnamevanê Îtalyayê ku ev demekê li Tirkiyeyê di bin çavan de ye Gabriele Del Grande hat dersînorkirin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

 *Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Hebullah Seyarî got: Berevaniya sînorên avî û parastina  çavkanî û berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê li bakur û başûrê welêt û avên navneteweyî, bernama herî giring a hêza deryayî li warên curbicur û li warê deryayan e“.

CIHAN

*gera yekê ya hilbijartinên serokomarî yên Fransa de, rêberê siyaseta navendî Emanuel Macron û rêbera rastgirên tundrê Marine Le Pen bi ser ketin û ji gera duyê re man.

*Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo encamên hilbijartina serokomarî ya Fransayê ragihand ku em rêzê li biryara frensiyan digirin.

*Berî ku Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis serdana Afganistanê bike li nêzî baregeha hewayî ku lê dakeve êrişeke xwekujî pêk hat.

*Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew amade ne êrişî keştiya şer a USS Carl Vinson ku Amerîkayê ew şandiye Nîvgirava Koreyê.

*Serokomarê Misrê Abdulfettah Sîsî ji bo pêwendiyên fermî serdana Erebîstana Siûdî kir û bi Kral Selman bin Abdulazîz hevdîtinek pêk anî.

24.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan …

اترك تعليقاً