LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / 26 balafirên Tirkiyê Şengal û qereçox bombebaran kirin

26 balafirên Tirkiyê Şengal û qereçox bombebaran kirin

 

DÊRIK– Artêşa Tirk a dagirker herêma Dêrik û Şengalê bi 26 balafiran bombebaran kirin.

Li gorî Nûçegîhanên ANHA`ê agahî dan ku balafirên artêşa Tirk a dagirker saet 2:30 êrîşî herêma Şengalê kirin û gundên girêdayî wê Kesre û Amude bombebaran kirin. Her wiha herêma Dêrikê Qereçox û 4 gundên girêdayî wê jî bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya li ser Şengalê 5 cih bombebaran kirine û hîna bombebarankirina wan a Şengalê didome. Her wiha balafirên keşfê li ser Şengalê digerin.

Di derbare ziyanên ku hatine dîtin de tu agahiyên zelal nehatine girtin.

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً