LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Daxuyaniya Salih Muslim: divê koalîsyonê bêdeng nemînin

Daxuyaniya Salih Muslim: divê koalîsyonê bêdeng nemînin

Navenda Nûçeya- Muslim: li ser êrîşê Dewleta Tirk daxutanî da û got, em li benda van êrîşa bûn, divê koalîsyonê bêdeng nemînin.

Di derbarê êrîşa Dewlat Tirk li ser Şengal ê û Rojava, hevserokê PYDê Salih Muslim li dijî van êrşan ku bi balafirên şer pêk hat, helwesta nîşan da û got: ‘’Şengal û Rojava kirine hedef. Lê rastiyeke gel a berxwedêr heye. Gelê me di asta herî jor de wê helwesta xwe nîşan bide. Divê hêzên koalîsyonê jî bêdeng nemînin.’’

Hevserokê PYDê Salih Muslim ji News Channelê re axivî û got: ‘’Êrîş ji bicihbûna li ser sînor diyar bû. Li ser tevahiya sînor bombekirin jixwe çêdibûn, keşf dihatin kirin. Dihate zanîn û em li bendê bûn. Bi van êrîşên nikarin gelê Kurdistanê bitirsînin. Gelê Kurdistanê berxwedêr e. Wê li dijî êrîşên wiha yê hov raweste. Gelê me di asta jor de wê helwesta xwe nîşan bide.’’

‘DIVÊ HÊZÊN KOALÎSYONÊ BÊDENG NEMÎNIN’

Salih Muslim diyar kir ku divê hêzên koalîsyonê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin û wiha domand: ‘Ji paş ve li civakeke wiha dixin ku li dijî terorîzmê têdikoşe. Divê hêzên koalîsyonê li dijî vê bêdeng nemînin. Divê kesek van êrîşan qebûl neke.’’

 

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً