Sulêmaniyê- Bi armnanca şermezar kirina êrîşê dewleta Tirk dagirker li ser Şenglê û Rojava li başûrê kurdistanê Sulêmaniyê meşeke hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna hemû alî û hizbên siyasî her wiha rêxistinên her çar parçeyê Kurdistanê pêkhat.
Di êvara 25-04-2017 li bajarê Sulêmaniyê li dijî êrîşê dewleta Tirk li ser Şengalê û Rojavayê kurdistanê meşeke hat li darxistin.
Meş bi beşdariya gelek partiyên Kurdistan, parlamenter, çalakvanên siyasî û welatiyên sivîl pêkhat.
Meşvan li ser Cadeta Salim heya parka Nalî meşiyan, gelek peyamên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn.
Rojev24