LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Xeyala we pêk tê: Gundê jinên azad Jinwar tê avakirin!

Xeyala we pêk tê: Gundê jinên azad Jinwar tê avakirin!

AMÛDÊ – Endamê Komîteya înşeaya Projeya Gundê Jina Azad a Jinwar Dîmen Evîn, diyar kir ku ev gund li ser esasê ekolojiyê wê bê ava kirin. Dîmen Evîn, da zanîn ku jin li ser bingeha biryarên xwe qadên jiyanê pêşxistin pêdiviyeke jiyanî ye û got “Ev gund wê ne gundekî jin havînan werin û zivistanan vegerin bajêr, berovajê wî êdî wê gundekî ku jin derbasî qonaxekê mayînde û girtina biryareke radîqal bûye.”

Li nêzî navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava, ji hêla  endamên saziyên jinan ên li Rojava ve dest bi avakirina gundekî tenê jin li wir bijîn hat kirin. Ev gundê ku navê Jinwar lê hatiyedayîn, dest bi avakirina xaniyan hatiye kirin. Nêzî 30 xaniyên ku temelên wan hatine avêtin wê bi kevir û kelpîçan ango ji axê bê çêkirin.

Baş e, çima avakirina gundek wisa, armanc çiye, wê çewa bikeve jiyanê?

Ji bo avakirina gundekî wisa ji hêla jinên di saziyan de, komîteyek bi navê Jinwar hate avakirin.  Ji endamên Komîteya Avakirina Jinwarê Dîmen Evîn, derbarê mijarê de ji me re axivî û diyar kir ku ev fikir ya her kesî kêfxweş kir.

Dîmen Evîn, da zanîn ku nêrîna ku jin dê li ser esasê hêza xwe ya cewherî û qada jiyana xwe ava bike ya her kesî kêfxweş kir. Lê hinek jî kesên bûn şahidê vê xebatî û vê xebatî bihîstin yekemîn vê pirsî kirin: “Xebatek pir xweş û pir girîng e lê wê çewa çêbe? Dîsa wê jin karibin xwe biparêzin?”

Dîmen Evîn, destnîşan kir ku wan li ser gelo, acêba dest bi xebata xwe nekirine û wiha got: “Îdea û plankirina vê pir zelal e. Lewra em vê pêkanînî li ser qadekî ku şoreşa jinê pêk hatiye, ango li Rojava pêk tînin.

Li ser çi esasî destpê kir?

Dîmen Evîn, fikra projeyê û xebata yekemîn çewa destpê kir wiha vegot: “Pêşî bi avakirina komîteya înşeayê û plansaziya xebatê ya derbarê mijarê de hewildan hat destpêkirin. Bi guhdarkirina nêrîna dayikan ku zanyarên civakê ne re feraseta xebatê hat pêşxistin. Bi nîqaşên rengîn ên li ser esasê feraseta dewlemendiya çandên cuda yên ol, ziman, kêmanên civakê re hat pêşxistin. Ji bo proje bikeve meriyetê û alîkariyê bide pêvajoya înşeayê navginiya nîqaşeke giştî hat lidarxistin. Xebatên avakirinê pêşî di mejî de somut bibe û gihiştandina piştgiriya pêwîst ji avakirina pratîkê pir girîngtir e. Li ser vê yekê platformên nîqaşan jî didom in.”

Rojava û Jin

Dîmen Evîn, anî ziman ku jin li ser bingeha biryarên xwe qadên jiyanê pêşxistin pêdiviyeke jiyanî ye û got ku êdî pêdivî bi derbasbûna qonaxeke radîqaltir û mayîndetir hebû û avakirina Jinwar jî vê qonaxa radîqal îfade dike.

Dîmen Evîn, di dîrokê de gelek mînakên cihwariya jinê heye û dîroka Rojava jî wek e referans nîşan dide.

Dîmen Evîn, qadên baweriyê yên hevpar an jî mabedên di dîrokê de bibîrxist û balkişand ku li gor encamên lêkolînan ev di heman demî de welatên yekem û şêwazên niştecihbûnê ne.

Dîmen Evîn, ev tişt gotin: “Armanca me jî ew e ku vê şêwaza jiyana cuda, şêwaza jiyana ku xwe dispêre jinê li ser koka xwe careke din zindî bikin. Gotina ‘gundeke nû’ an jî ‘avakirina gundekê nû’ di nêrîn û ramanan de tiştekî zelal nake. Ev, gundê jin an jî qada jiyanê şênber nake. Di esasê xwe de divê em vê jî destpêkê diyar bikin. Li vir jinûve gundek nayê avakirin; li ser esasê pêdiviyên jiyanî, dîrokî û civakî qadên jiyanê ya jinê li ser koka xwe careke din tê zindîkirin.”

Armanc çiye?

Dîmen Evîn anî ziman ku hedefa wan ji bo derbaskirina zilm û êşa hatî jiyandin, qirkirina netew-çînî-zayendî ya li ser jinê hatî kirin bi aqilê jinê bê çareserkirin e û wiha got: “Pêdiviya jinê ya bi qadên ku karibe xwe vebêje, xwe karibe birêxistin bike, firqa xwe ya aborî, civakî, çandinî û jiyana xwe bi awayek vekirî derxîne holê, heye.”

Dîmen Evîn, armanca Jinwar ê jî wiha vegot: “Ev proje zêdetir ji bo jiyana jinê baş bike û firqa şêwaza jiyana ya bi jinê ve girêdayî derxînin holê ye. Bi nêrîn û pêşniyara niştecihên gund ya rastî niştecihên destpêkê re li ser pêdiviya wan şêwaza jiyana civakî bê rêxistinkirin. Ji ber ku xebata gundê jinên azad  Jinwar wê nebe qada stariyê, qadeke îstrehatê ya demkurt, an jî qadekî ku pirsgirêka jinan çareser bikin û piştre jî biçe nîn e. Wê evder bibe qada berhemî û jiyana jinan a demdirêjî û li ser bingeha şêwaza jiyana niştecihbûnê bê pêşxistin.

‘Wê hevpeymana me hebe’

Dîmen Evîn, balkişand ser hin fikarên tên ziman û wiha pê de çû: “Her çiqas hin fikar pir zelal ji me re neyê kirin jî (ev fikar piranî ji hêla zilaman ve tên) bi hin pirsan re tên kirin. Mînak di nîqaşekî de pirsek wiha hat pirsîn; ‘baş e, jin lihev bikevin wê çibibe?’ an jî ‘jin wê çewa li hev bikin, çewa bên perwerdekirin?’. Ev pirs rastin û dicih de ne. Lê hevpeymanekê me ya ku van hemû tiştan di nav de dihewîne û van fikaran çareser bike heye.

Lê ez dikarim vê jê bêjim ku di hêla jinan de fikarekê wisa tune ye. Ji ber ku di navenda pirsgirêkên civakî ya heyî de, zihniyeta zilam heye. Jinên ku vê êşî baş dîtine, wê di xwedîderketina projeyê û şêwaza tevlîbûnê wê pir samîmî û jidil be. Pirsgirêka ewlehiyê ya jinê li cem zilam pêk tê. Di roja me de jina ku li cem zilam jiyan dike tu garantî û ewlehiya jiyana jinê tune ye; li jinan tê xistin, dijmînê wan didin, bera wan didin û dikûjin.

Em dizanin ku jin di qada civakî ya heyî de bi pirsgirêkên jiyanî û ewlehiyê ya cidî re rû bir û ne. Li hemberê vê çareseriya herî radîqal jî hebûna mekanên azad ên jinan e. “

Gundek xwezayî û ekolojîk

Dîmen Evîn, diyar kir ku avakirina gundê Jinwar bi her awayî bi xebatekî ekolojîk tê meşandin û da zanîn ku amûrên di avakirina gund e tên bikaranîn jî ji amûrên xwezayî û ekolojîk pêk tê. Dîmen Evîn ev tişt gotin: “Amûrên xwezayî û ekolojîk hene, ev tên zanîn. Tenê hinek kevir, ax, ka, av û hinek jî zanîna avakirinê hebe bes e… Civaka me civakeke ku hêj jî xwezayiya xwe winda nekiriye, bi berhemdariya dê-bavên me yên zana û bi nirx û heta roja îro hatiye ye. “

‘Wê xaniyên me wê ji kerpîçan çêbe ango ji axê be’

Dîmen Evîn, destnîşan kir ku wê amûrên avakirina gund kerpîç be. Dîmen Evîn, anî ziman ku her tim pirsa ‘çima şûna avahiyên modern kerpîç bikar bînin?’ tê kirin û wiha got: “Her çiqas di roja me de ev pirsek xweş be jî lê dîsa jî ji zanabûna dîrokê û feraseta ekolojiyê dûr e. Lewra di serdema ji sedî 75 a dîrokê xaniyên ku ji axê hatine çêkirin û qadên civakî serwer bûye. Di dîrokê de qadên jiyanî yên ji kerpîçan hatine çêkirin hene.

Avahiyên kerpîç û kevir ên ku berî 9 hezar salan hebûn, ligel hezaran sal di ser de derbasbûne qewîbûna xwe parastine. Em dikarin mînaka herêma çayê ya li rojavayê başurê navçeya Erxanî ya Amedê nîşan bidin. Li wir, gelek xaniyên ku pêşî bi keviran hatiye destpê kirin û piştre bi kerpîçan bilind kirine, dîwarên wan sitûr hene, derketiye holê.”

‘Belkî were wê astî ku di vê gundî de pere derbas nebe’

Dîmen Evîn, balkişand ser danûstandina çandiniyê û sewalkariyê û diyar kir ku wê her niştecihên gund baxçeyên xwe deyinin, ji bo pêdiviyên kesayet û gund, sewal, hemû cure çandiniyê, ji bo kincan jî terziyek ku ji niştecihê gund pêk tê bê vekirin. Dîmen Evîn, anî ziman ku belkî niha ev hinek utopya be lê di demên pêş de danûstandinê ya li gund û derveyê gund, bi awayek taqas bê kirin û got: “Belkî were wê astî ku di vê gundî de pere derbas nebe. Hemû tiştên ku ji gundên derdorê an jî bajaran bigirin, bi rêbaza çanda taqasê bê kirin.”

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً