LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Kampanya ‘#Noflyzone4Rojava’ deng vedide!

Kampanya ‘#Noflyzone4Rojava’ deng vedide!

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşa hewayî ya dewleta tirk li ser Şengal û çiyayê Karaçoxê kurdan li ser tora civakî kampanyaya bi nave “#Noflyzone4Rojava” a bi daxwaza ‘Kurdên Suriyê doza parastineke navneteweyî dikin’ dane destpê kirin, her çiqas diçe berfireh dibe. Ev kampanya di nav kampanyayên li ser tora civakî bûye 5’emîn kampanya ya herî xûrt.

Piştî dewleta tirk di 25’ê nîsanê de êrîşa bi balafirên şer li ser Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê Kantona Cizîrê û Şengalê, kurdan ji bilî xwepêşandanan li ser tora civakî jî ketine nav lêgerînê. Kurdan li ser tora civakî ji bo pêşiya bi taybetî êrîşên dewleta tirk bigirin, daxwaza sînorên Rojava ji hêla hêzên navneteweyî ve wek e heremekî parastinê ango ji gera balafirên şer ên dewletan re bê qedexekirin.

Ji ber vê yekê çalakvan û siyasetmedarên kurd dest bi kampanyayek berfireh li ser malperên civakî dan destpê kirin. Kampanya ya bi nave “#Noflyzone4Rojava” bi 8 ziman ên wek e kurdî, erebî, ingilîzî, denîmarkî, holendî, siwêdî, elmanî û tirkî tê belavkirin.

Ji 9 milyon haştagî derbas bû

Ev kampanya ligel ku 4 roje hatiye destpê kirin jî li gelek welatan belavbûye û ragihandin jî eleqeyek mezin nîşan dide.

Ligel armanca kampanyayê daxwaz ji hêzên koalisyonê yên navneteweyî û bi taybetî jî ji Amerîkayê tê xwestin jî, Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekîtiya Amerîka (DYA) yê Jimes Mattîs jî, hem li ser hesaba xwe ya twitter hem jî bi daxuyaniyeke kurt, piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihand û diyar kir ku ev daxwazek mafê wan a herî xwezayî ye û yê tevlî vê kampanyayî dibin nameyan bişînin Wezareta Karê Derve ya Amerîka yê.

Ev kampanya ku hêj jî bi weşandina haştag a li ser tora civakî berdewam dike, tê gotin ku ev kampanya di cîhanê de gihiştiye dereceya 5’emîn ku di demekî kurt de yê herî zêde haştag hatine belavkirin e.

Hat ragihandin ku Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û îstîxbarata tirk MÎT’ê ji rêveberiya malpera facebook û twitter xwestiye ku vê kampanyayî asteng bikin. Lê ligel vê yekê gelê kurd bi awayek xurt tevlî vê kampanyayî dibin û haştagê belav dikin.

#Noflyzone4Rojava

Amara ROJ

30.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً