LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Leşkerên tirk li Eyndîwerê hemwelatiyekî Rojavayî gulebaran kir

Leşkerên tirk li Eyndîwerê hemwelatiyekî Rojavayî gulebaran kir

DÊRIK – Hat ragihandin ku leşkerên dewleta tirk niştecihekî gundê Eyndîwerê ya Dêrikê dema diçû Ocaxa keviran (Meqlea) a çemê Dîcleyê, gulebaran kir. Di encamê de xwediyê meqleayê birîndar bû.

Hat ragihandin ku îro derdora seat 10.00’an de niştecihekî ji gundê Eyndîwerê ya girêdayê bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê yê bi navê Hisên Seyîd Ehmed, dema diçe nav ocaxa kevirê (meqlea) xwe ya 50 metre durê çemê Dîcle ye, ji hêla leşkerên tirk a aliyê Slopiya ve tê gulebarankirin. Hat destnîşankirin ku di encama gulebaranê de Hisên ji lingê xwe yê rastê birîndar bû ye.

Niştecihên gund ya Hisên rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Hat gotin ku piştî şervanên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşa leşkerên dewleta tirk dan, leşkeran xwe kişandin qereqola xwe.

01.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً