LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rojnamevan Adnan Mustafa nivisand: Lêdana Qerçoxê û Emerîka

Rojnamevan Adnan Mustafa nivisand: Lêdana Qerçoxê û Emerîka

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Adnan Mustafa, êdî ji îro û pê de her hefteyê careke ji bo malpera me Rojev24 re binivsîne. Nivîsa Adnan Mustafa ya îro jî li ser lêdana dewleta tirk a bi balafirên şer li ser Qereçox û Şengalê ye.

Adnan Mustafa

Di şeva 25.04.2017an de, balefirên artêşa Tirk  navendên hêzên YPG’ê û YBŞ’ê yên Şengalê bombebaran kir. Di bomebarana Qereçoxê de û li gor daxuyaniya berdevkê YPG’ê Rêdur Xelîl 20 cangoriyê YPG’ê û YPJ’ê jiyan xwe ji dest dane û bi dehan birîndar hene.

Ev êrîşa hovane ya ku ji aliyê Tirkiyê ve pêk hatiye, ne bê agahdariya Emêrîka ye. Ji kijan alî ve li buyerê temaşe bike tuyê bibîne ne mumkîne ku Tirkiyê bê agahdariya Emêrîka gavekê bavêje. Du sedemên sereke hene ku beriya tevgereke hewayî ya artêşa Tirk were kirin divê Emerîka agadar be. A yekemîn dewleta Tirk yek ji welatê NATO ye, artêşa Tirkî yek ji hîma bingehîn ya vê avahiya NATO ye. Di tevgerên dervehî sînor de, divê beriya êrîşekê sekreteriya giştî ya konseya NATO bê agadar kirin. A duyemîn ev 3’ê salin Emerîka bi hevkarên xwe û gelek welatên Ewrupa bi navê Hevpeymana Navnetewî ya li dijî DAİŞ’ê li Sûrî û İraqê aktîf di nav şer de ye, çawa çê dibe ku dervehî welatên hevpeyaman û Emerîka balefir ji Tirkiyê wê rabin û derbasî Sûrî û İraqê bibin û mewziyên YPG’ê û YBŞ’ê li çiyayê Şengal û Qereçoxê bixe. Ev her du sedem îsbat dike ku lêdana hovane ya Tikiyê li ser axa Rojava bi agahdariya Emerîka û hêzên hevpeymana navnetewî çêbûye.  Dervehî vê yekê ravekirina vê buyerê di mentelîteya mirovê aqilmend de nayê rûnişkandin.

Li ser asta navnetewî û hevakariya hêzan de jî, aliyekî berovajî ya buyera lêdana mewziyên YPG û YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê heye. Ji ber hêzên Kurdî YPG’ê û QSD hêzên herî sereke yên şerê DAİŞ dikin û bi hêzên navnetewî ya Emerîka serkêşiya wê dike di nava peymanê de ye. Di vê weteyê de, bombekirina biryargeha Qereçox a YPG’ê tê weteya ku bombebarana hêzên Emerîka bi xwe ye. Di heman demê de çengê hêzên hevpeyman yên di herêmê de birîne.

Dibe ku di serî de sererkanê giştî yê artêşa Tirk got ku: “Di derbarê oparasyona Şengal û Qereçoxê de, me Emerîka, Rusiya û hêzên herêmî yên Başûrê Kurdistanê agahdar kirine” anî ziman. Di heman demê de, berdevkê çapemeniyê yê Pantegonê jî diyar kir ku: “Tirkiyê em agadar kirin, lê beriya wê bi seatekê bû”. Ango daxuyaniya Emerîka û hem jî a Tirkiyê temamkarê hevbûn.

Gelo bi vê pêngavê Emerîka dixweze çi bike û çi mesajê bide gelê Kurd û herêmê. Di beweriya me de mesaj zelale. Emerîka di wê beweriyê de ye ku bi hevkariya QSD’ê DAİŞ li herêmê tune kir, ger tune jî nebûye, gelek lewaz ketiye. Emerîka ji bo pilanên li ser îranê pêkbîne pêwîstiya xwe bi Tirkiyê heye. Hem Tirkiyê welatê NATO ye û hem jî bi riya Tirkiyê komên li serî şerdikirin careke din di ser Tirkiyê re wan derbasî İranê kirine.  Ji xwe di gelek helwestên Emerîka de diyar dibû, di mijara hilbijartina di navbêra Tirkiyê û Kurdan de, her gav Emerîka giraniya xwe li aliyê Tirkiyê datanî.

Lê bila Emerîka jibîr neke ku berpirsyarê kuştina 4000 leşkerên Emerîka di Îraq’ê de yê di navbêra salên 2003an û 2010an de Tirkiyê bi xwe ye. Tirkiyê di wê demê de, ne rê da Emerîka di ser Tirkiyê re derbasî îraqê bibe û di heman demê de, piştgiriya komên Suunî dikir ku li hember Emerîka şer bike.

Weke encam wisa diyare ku kengî Emerîka pişta xwe daye Tirkiyê rastî tirajîdiya hatiye. Nîşana vê tirajîdiyê lêdana baregehên YPG’ê û YPJ’ê yên Rojava ne, rêdayîna Emerîka ji Tirkiyê ku êrîşî axa Rojava Kurdistanê û Bakurê Sûrî bike, tê weteya ku Tirkiyê bi Balte li lingê Emerîka dixe. Divê rêveberiya Emerîka û Tramp vê yekê baş bibîne, lewazkirina YPG’ê li Bakurê Sûrî, tê weteya ku ji nûve zîndikirina DAİŞ’ê li herêmê ye. Di encameke wiha de kî xwedî zerarê ye?…

01.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً