LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şengal, KDP-AKP û..!  

Şengal, KDP-AKP û..!  

Di 25’ê nîsanê de dewleta tirk derengê şevê ji seat 2:00 heya 3:30 bi balafirên şerê êrîşê biryargaha YPG li Karaçox û cihên YBŞ û Peşmerge li Şengalê bombardeman kir. Sê roj şûnda Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiye û serdana Erdogan kir. Diyar dibe ku îttîfaqa KDP û AKP’ê piştê êrîşên Xane Sor û Balafirên Şer a li Şengalê berdewam e.

Êrîşa Şengalê

Di 25’ê nîsanê de balafirên şer ya arteşa tirk derengê şevê seat 2:00’an heya 3:30’an noktayên YPG li Karaçox û noktayên YBŞ û Peşmergeyên Li Şengalê bombebaran kir. Di encamê de 20 şervanên YPG/YPJ li Karaçox jiyana xwe ji dest dan, Li Şengalê yek endamê YBŞ, 5 Peşmerge û 1 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Di rojên pêş de çapemeniya KDP bê ku sersaxî ji malbatên qurbaniyan bixwaze dest bi şerê taybet a dijî Tevgera Azadî kir. Berpirsê van êrîşan di çapemeniya KDP’ê de ne dewleta tirk, hebûna “PKK” ê li Şengalê bû.

 Dij propagandayiya kurd wisa ye!

KDP ya ku di sala 2014 de di dema çeteyên DAÎŞ êrîşê Şengalê kirin de reviya, niha li dijî Tevgera Azadî ya ku Şengal rizgar kir siyaset dimeşîne. Gotinên KDP ji sala 2015 heya îro “Bila PKK ji Şengalê derkeve” ye. Ev gotin divê rast were şîrove kirin. Bi van gotinan KDP, siyaseta xwe diyar dike. Li Şengalê bi îradeya gelê Êzîdî rêverberiyekê xweser hat ava kirin. KDP li dijî wê îradeyê derdikeve. Gotinên KDP “Bila PKK ji Şengalê derkeve” ne gotinên di mile leşkerî ya li dijî HPG ne. KDP li dijî zihniyeta Netewa Demokratîk ya ku li Şengalê ava bû, derdikeve. Ji ber vê yekê KDP her îttîfaqî bi dewleta tirk re ji bo Şengalê pêş dixe. Piştî êrîşên balafiran şer yên arteşa tirk li Şengalê, çapameniya KDP’ê lêdana nokataya peşmergeyan ji xwe re kir amûrê propagandayên a dijberê Tevgera Azadî. Çapemeniya KDP “hebûna PKK” ê ya li Şengalê wekê sedema lêdana balafirên şer nîşan dide.

Serdana Nêçîrvan a li dijî nirxên kurdatiyê

Piştî bombebarandina Qereçox û Şengalê Nêçîrvan Barzanî di 28’ê nîsanê de çû Stenbolê û bi Erdogan re rûnişt. Civîn wê çend roj berdewam bibe. Lê daxuyaniyekê kurt derbarê naveroka civînê û êrîşên Dewleta Tirk ya dawî li Şengalê û Karaçox hat dayin. Di daxuyanî de herdû alî gotin ku di êrîşa Şengalê de cihên Peşmergeyên bê zanabûn hatin lêdan. Lê heman demê Nêçîrvan Barzanî got ku  “Bila PKK jî Şengalê derbikeve”. Serdana Neçîrvan Barzanî li Tirkiye di demekê kurt piştê êrîşên asmanî li Karaçox û Şengalê helwest û cewhera KDP derxist hole. KDP ji rastiya gelên Kurdistanê qut bû û tenê di çerçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere. Di usula dîplomasî de her hêz dikare bi her hêzî re hevdîtin pêk bîne. Lê taybet di demên hasas de baldarî girîng e. KDP, radigihîne ku dîplomasiya xwe “di çarçoveya berjewendiyên gelê kurd” de pêk tîne. Lê li gor nirxên dîplomasî çuyina Neçîrvan a di vê demî de li Tirkiyê tê wateya piştgiriya dewleta tirk dike ye. Di şerê Minbiç di dawiya meha Sibatê 2017’an a li dijî QSD de KDP û AKP careke din bi hev re rûniştibûn. Heman tişt KDP niha dubarê dike. Lê eger KDP dixwaze seknekê rast bide nîşan dan, bi hêzên YBŞ’ê re wê êrîşên dewlet tirk şermezar kiribûya.

Qedera PDK’ê û AKP’ê yek e!

Her ku şerê AKP û KDP dijî Tevgera Azadî kûr dibe rastî û heqikata her du hêzan derdikeve holê. Qedera AKP û PDK’ê yek e. Qrîzên ku her du derbas dikin wek hev in. Li Tirkiyê Erdogan nikare destlatdariya xwe rewa bike, heman zahmetî Mesût Barzanî jî ev du sal in li Başûrê Kurdistanê jiyan dike. Hem AKP hem jî PDK sedema tengavbûna xwe di hebûna tevgera azadî de dibînin. Ji ber vê yekê her îtîfaqê li dijî Tevgera Azadî pêş dixin. Vê yekê PDK û dewleta tirk bi taybetî hebûna Tevgera Azadî ya li Şengalê wek xeteriyek mezin dibîn in. Eger Şengal di destê Tevgera Azadî de bimîne, wê şoreşa Rojava bandora xwe ser Iraqê û giştî Rojhîlata Navîn bike.

Fereydûn LORÎSTANÎ

01.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً