LEZGÎN
الرئيسية / Uncategorized / Cigirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur li Kerkûkê hate kûştin

Cigirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur li Kerkûkê hate kûştin

KERKÛK –  Hat ragihandin ku îro di encama êrîşeke çekdarî de Cigirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur û parazvanê wî jiyana xwe ji dest dan. Sê hefte berê bi hinceta boruyên petrolê ya diçû Tirkiyê xirabûye çûyîna petrolê ya Tirkiyê hatibû qûtkirin.

Hat ragihandin ku îro li nêzî benda rê ya Kolana 1’ê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê ji hêla kes an jî kesan ve bi çekan êrîşê wesayîta bi cureya BMW hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku di encama êrîşa çekdarî de Cigirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur Mihmed Yûnis Salih û parastvanê wî jiyana xwe ji dest dan.

Hat zanîn ku di encama êrîşê de hêzên ewlekariyê ya Parêzgeha Kerkûkê hatine cihê bûyerê. Cenazeyê herdû kesên navborî rakirina Saziya Tipa Edlî ya Kerkûkê û derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hatibû ragihandin ku piştî qrîza ala Kurdistanê ya Kerkukê, ji hêla heman şîrketî ve daxuyanî hatibû dayîn ku ji ber xirabûna boruyên petrolê ya li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê, çûyîna petrolê ya li Tirkiyê hatiye sekinandin. Li ser vê yekê di navbêra rayedarên hikumeta AKP’ê, PDK û hikumeta giştî ya Iraqê de hevdîtin çêbibûn û li hemberê hev daxuyaniyên tund hatibûn dayîn.

02.05.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Guhertina Demografîk: Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi navbenykariya Tirkiyeyê komên selefî, çete û malbatên çeteyan yên ji Gûtaya Rojhilat …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *