LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-DOSYA 1

Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-DOSYA 1

NAVENDA NÛÇEYAN – Wekî şeklekî rêveberî û xwerêveberiyê sîstema federaliyê ji dîrokê ve li erdnîgariyên cuda û bi rengên cihe hatiye pêkanîn. Di sîstemên federal ku niha ji bo Suriyeyê jî tê pêşniyarkirin de, tê dîtin ku derfeta lihevkirinê û parastina çand, ziman û nasnameyan zêdetir e.

Suriye ev 6 sal in di rewşek gelekî dijwar û aloz re derbas dibe. Ji bo derketina ji vê kaosê, gelek civîn û konferansên navnetewî hatin lidarxistin û projeyên cur bi cur hatine pêşkêşkirin. Yek ji van projeyan sîstema federaliya demokratîke. Baş e, sîstema federal çiye, çawa tê pêkanîn, mînakên li cîhanê hatine pêkanîn çine? Şertên Suriyeyê ji bo vê sîstemê gengaz in an na? Di vê beşa dosyaya xwe de, em ê li ser pênase, cure û mînakên
federaliyê rawestin.

Pênase

Têgeha federalîzmê çavkaniya xwe ji gotina latînî “foedus” digire. Wateyê wê jî hevpeyman an jî tîfaq e. Peyva “foedus” jî ji gotina “fides” ku tê wateya “bawerî” û gotina “bind” ku tê wateya “girêdan”, pêk tê. Koka herdu gotinan ji zimanê inglîzî tê. Li gorî van wateyan “federali” tê wateya hevpeymana ku xwe dispêre baweriyê.

Li ser “Federalî” yê, gelek zanyarên siyasî pênaseyên cuda kirine. Piranî pênaseyên wekî, “Sîstema siyasî ya ku desthilatdarî di navbera dewleta navendî (otorite) û dewletên derdora wê (federe) de tê parvekirin e” û “ Di nava yekîtiya siyasî de desthilatdarî wekî mulk û kom tê parvekirin” tên kirin. Di federalîzmê de otorîteyên (dewlet, eyalet, kanton) ku jiyanek wan a siyasî heye û ev statuya wan bi awayekî hiqûqî ji holê nayê rakirin an
jî ji aliyê otorîteya navendî ve bi hêsanî nayê guhertin hene.

Wekî nav jî, herî zêde navên, “dewleta federal, dewleta yekbûyî, dewleta federaliya yekbûyî, yekîtiya federal, yekîtiya navendî” hatine bikaranîn.

Zanyarê Firansî Care de Malberg federaliyê ji aliyekî ve weke yek dewlet dibîne, lê ji aliyê din ve weke kombûna dewletên qels dibîne. Ev dewletên ku hatine cem hev bi hevre dixwazin îradeyekê çêbikin.

Mamosteyê qanûnê yê Zanîngeha Parîsê Marcel Prelot dibêje ku dewleta federal yekîtiyek dewletan e, perçeyek wê di bin desthiladariya Navendî de ye û parçeya din serxwebûna xwe diparêze.

Zanyarê siyasetê yê Almanî Labend, federaliyê wekî, “dewleta dewletan” pênase dike.

Ji zanyarên Ereban jî Dr. Îsam Silêman di pirtuka xwe de ya “federalî û civakên pir rengî û Lubnan”de dibêje “federalî şeklekî ji şeklên rêxistinkirina civakî, çandî, aborî û siyasî ye”.

Prof Ehmed Îbrahîm Wirtî di lêkolînek xwe ya ji bo zanîngeha Parîsê de jî dibêje “federalî felsefeyek siyasî ye û li ser nirxa demokrasiye ava dibe”.

Siyasetmedarê Emerîkî Wîlyam Rîkir li ser federaliyê wiha vedibêje: “Rêxistina siyasî ku kar û xebatê di navbera hikumeta navend û ya herêmî de belav dike”.

Şêwazên pêkanîna federaliyê

Li ser pêkanîna sîstema federal, pênaseyên cuda hatine kirin. Li gorî van pênaseyan federali bi du şêwazan tê pêkanîn.

Di şêwaza yekemîn (şêwaza yekbûnê) de çend herêm, wîlayet an jî dewlet dibin yek û federaliya xwe radighînin. Di vê şêwazê de her herêm an jî dewletek heta radeyekê xweseriya xwe diparêz e û di xalên sereke de jî dibin yek.

Şêwaza duyemîn (şêwaza cudabûna herêman) jî bi rengê ku dewletek navendî veguhere dewleta federal. Ango dewleta navendî wekî herêm û wîlayetên xwedî îrade û xweser vediguhere. Piştre jî ev herêm û wîlayet bi riya destûreke ku hemû herêm li ser lihev dikin yekîtiya xwe ya federal radigihînin. Ev yekîtî piranî li ser bingeha netewî, dîrokî, erdnîgarî an jî aborî pêk tê.

Herdu şêwazên federaliyê bi du armancan tên pêkanîn.

1- Pêwîstiya xwe birêveberinê.

2-Pêwîstiya parastina ewelakariya di navbera hemu komên yekbûyî de.

Şeklê rêveberinê

Şêwaza rêverbirina sîstema federal bi 3 rengan pêk tê.

1- Şêwaza birêvebirina raste rast: Li gorî vê şêwazê meclîs an jî hikûmeta rêveber a navendî bêyî ku bi hikûmetên herêmî bişêwire, hemu biryaran bi awayekî rasterast pêk tîne. Lê pisgirêka wê ew e ku di navbera hikûmeta navendî û yên herêmî de aloziyê derdixîne û dewletê ber bi navendîbûnê ve dibe.

2- Şêwaza birêvebirina ne rasterast: Di vê şêwazê de hemû biryar ji aliyê hikûmetên herêmî ve têne pêkanîn, hikûmeta navendî tenê çavdêriyê dike. Ev şêwaz jî nahêle ku nakokî di navbera hikûmeta navendî û yên herêmê de derkeve.

3- Şewaza birêvebirina di nav hev de: Ev şewaz herdu şêwazê destpêkê digire nava xwe. Pêkanîna biryaran bi awayekî hevbeş têne kirin. Ev şêwaz di navbera hikûmeta navendî û yên herêmî de hevsengiyê çêdike. Her wiha biryar bi awayekî lez û baş tên pêkanîn.

Destura bingehîn (hevpeymana civakî)

Danîna destûrê gava herî girîng a ber bi avakirina sîstema federal ve ye. Di destûrê de hemû nirx û têkiliyên federaliyê têne diyarkirin. Dê herêmên federaliyê çawa û li ser çi esasî tevbigerin û têkiliyên xwe çêbikin hemû tên diyarkirin. Mafên gel û pêkhateyan jî di wir tên parastin. Her wiha armancên federaliyên û hwd tên destnîşankirin.

U.S. President Barack Obama delivers his State of the Union address to a joint session of Congress on Capitol Hill in Washington January 24, 2012. REUTERS/Kevin Lamarque (UNITED STATES – Tags: POLITICS)

Meclisa giştî û yên herêmî

Di sîstema federal de du meclîsên zagonî hene. Meclîsa yekemîn a giştî ye. Yanî ji nûnerên dewlet an jî hêrêmên ku di yekîtiyê de cihê xwe digirin pêk tê. Meclîsa din ji nûnertiya milet tevahî dike û bi hilbijartinê tê diyarkirin.

Di mînaka Amerîka de meclîsa rûsipyan (Senato) heye, ev meclîs ji 100 kesên ku nûnertiya 50 eyaletên Amerîkayê (her eyaletek 2 nûner) dikin pêk tê. Meclîsa Nûnertiyan (435) jî bi riya hilbijartinan tê diyarkirin. Mirov dikare bêje ku meclîsa rûspiyan mafê eyaletan, meclîsa nûnertiyan jî mafê hemû gel diparêze. Mînakek eyaleta Newyorkê ku 18 milyon kes lê dijîn, du nûnerên xwe dişine meclîsa rûspiyan û 41 nûnerên wê jî bi riya hilbijartinan di Meclîsa Nûnertiyan de cîh digirin. Her du meclîs jî Kongreya Amerîkayê pêk tînin.

Dadgerî

Dadgerî jî di sîstema federal de xwedî girîngiyek mezin e. Erka wê ew e ku sîstema edaletê pêk bîne û di navbera hikûmeta navendî û yên herêmî de hevsengiyê çêbike. Di şîrovekirina destûrê, çareserkirina nakokiyên di navbera navend û herêman an jî herêman bixwe de xwedî roleke girîng e. Ji bo pêkanîna van xalan li her welatekî federal dadgehek bilind tê avakirin. Nav û şêwaza xebata wê li gorî welatan diguhere.

Cureyên federaliyê:

Li gorî zanyaran û mînakên ku li cîhanê hatine pêkanîn, çend cureyên federaliyê yên derdikevin pêş wiha ne:

Federaliya kolektîf: Ev federalî li ser esasê karê kolektîf ê di navbera hikûmetên herêman û hikûmeta navendê de pêk tê. Xebat bi hevre tên meşandin û pirsgirêk bi awayekî hevbeş tên çareserkirin. Mînaka wê li Kanadayê tê dîtin.

Federaliya ciyawaz: Dema ku taybetmendiyên pêşketinê yên kantonên federaliyê ji hev cuda bin (siyasî, netewî û erdnîgarî), wê demê hikûmeta federal a navendî û kantonên wê li ser şeklekî diyar ê rêvebirinê li hev dikin. Ev şeklê federaliyê li ser esasê cudahî, derfet û pêdiviyên her kantonekê diyar dibe. Mînaka vê jî li Îspaniyayê tê dîtin.

Federaliya Herêmî: Şeklê vê rêveberiyê, li ser esasê netew û erdîngariyê tê diyarkirin. Mînaka wê li Almanya, DYA, Îspanya, Qiraliyeta Yekbûyî (Birîtaniya) tê dîtin.

Federaliya wekhev: Di vê sîstemê de hemû herêmên xweser wekî hev in. Yanî di navbera hemû herêman de wekheviya raye, kar, erk û mafan heye. Mînaka wê jî li Almanya û DYA’yê tê dîtin.

Federaliya ne hevgirtî: Her herêmeke sîstema federal xwedî navendekê ye û li gorî taybetmendiyên xwe tê birêvebirin. Rewşa taybet a her herêmekê di ber çavan re tê derbaskirin. Mirov dikare bêje ku ev federalî li ser esasê daxwazê tê avakirin.

Federaliyê Competitive (rekabetî): Di vê sîstemê de erkên herêmên xweser zêdetir derdikevin pêş. Hikûmeta ferderal a navendî li ser rêveberiyên herêmên xweser roleke biçûk dilîze. Di herêmên xweser de aboriya serbixwe derdikeve pêş. Mînaka wê li Pakîstan, Birîtanya, Nemsa (Avusturya), Birazîl, Siwîsre û Belçîka tê dîtin.

Federaliya demokratîk: Federaliya Demokratîk ji herêmên xweseriya demokartîk ku rêxistinên konfederal ên demokratîk ên komên etnîkî, jin, çandî û hemû beşên civakê esas digire, pêk tê. Ev sîstem ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pênasekirin û mînaka wê niha li Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn.

Di dîrokê de mînakên federeliyê

Sîstema federel di dîroka kevin de pêk hatiye. Lê wê demê li navê federaliyê nehatiye bikaranîn, yekîtiya di navbera hinek qabîle û eşîran de derketiye pêş. Li gorî lêkolînan mînakên yekemîn ên federaliyê, li Mezopotomya û Kurdistanê hatine dîtin. Federasyonên Hurrî, Mîtan wekî mînak tên nîşandan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de dibêje: “Hurî (BZ 2500- 1500), Mîtaniyên ku bi koka xwe Hurî ne (1500-1250) Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600) Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi federasyon û konfederasyonên eşîr û qraliyetan ve jiyane”. Dîsa yekîtiya qebîletên Îsraîliyan wekî mînak tê nişandan.

Lêkolîner Corc Tenekîdes (G.Tenekides) ê Yewnanî, destnîşan dike ku li Yewnanîstana kevin jî şeklê federaliyê hatiye pêkanîn û di wê demê de çend mînakên yêkbûnê yên di nava Yewnanîstana kevin de derketine holê. Ji wan ên ku tên zanîn ev in: Yekîtiya Bîlobonîsiyan, Yekîtiya Boyotiyan, Yekîtiya Îtoliyan û Yekîtiya Atîna.

Împeratoriya Roma jî sîstemek li ser esasê federalî danîbû. Di serdema navîn de jî hin bajarên li welatên Îtalya û Almanya bibûn xwedî rêveberiyên xweser. Kantonên Siwîsreyê jî wê demê girêdanek di nav xwe de li ser esasê yekîtiyek konfederal avakiribûn, ev girêdana wan ji sala 1291 heya 1847’an dom kir.

Di dema Îslamiyetê de jî mînakên federaliyê hatine dîtin. Dema ku Hz. Muhamed ji Mekkeyê derbasî Medîneyê bû, di navbera misliman û xiristiyanan de Peymana Medineyê hat îmzekirin. Ev peyman wekî sîstemek federal tê pênasekirin. Dîsa di dema 4 xelifeyan de (Xulafa El-Raşidîn) û dewleta Abbasiyan de jî sîstema eyaletan hebû. Her eylayetek bi warê aborî û leşkeri de xweser bû.

Di dema nêz de mînakên federaliyê

Piştî ku li Amerîkayê di sala 1781’an de serxwebûn pêk hat, eyaletên serbixwe hatin cem hev û konfederalî ragihandin. Di sala 1789’an de konfederalî veguherî sîstema federaliyê. Bi vê yekê Amerîka bû yekemîn dewleta ku di serdema nû de sîstema federal ava kir. Di sala 1848’an de Siwîsreyê di encama şerê navxewî de sîstema xwe veguherand federaliyê. Piştre Kanada bû sêyemîn dewleta federal (1867) Di sala 1871’an de jî Almanyaya federala
bakûr û başûr hat îlankirin. Di sala 1901`an de Awsturaliya bû dewletek federal.

Heya niha jî nêzî 30 welatên cîhanê sîstema xwe veguherandina federaliyê. Li gorî vê yekê; Li parzemîna Asya: Hindistan, Borma, Endûnîsiye û Pakistan. Di nava Ereban de Îmarat, Îraq. Li parzemîne Ewrupa: Nemsa (1920), Belcîka, Yûgoslavya. Li Emerîkaya latîn: Meksîka (1917), Birazîl, Kolombiya, Arjantîn. Li Afriqa jî: Kameron, Uganda, Nîjerya û Tanzanya.

SIBE: LI SURIYEYÊ MÎNAKA FEDERALIYÊ

02.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً