LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê -2

Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê -2

Li Suriyê tecrubeya federasyonê

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Suriyeyê tecrubeya federasyonê piştî şerê cîhanê yê yekemîn hatiye dîtin. Federasyona ku ji 3 dewletan pêk dihat, dîsa di pêvajoyek aloz û lêgerînê de pêk hat, lê ji ber ku girêdayî mandaya Fransayê bû û îradeya wê nebû, bi ser neket.

Piştî şerê cîhanê dewletên ku biser ketine, bi armanca ku erdnîgariya di bin serweriya Osmaniyan de parve bikin, di 18-26’ê nîsana 1920’an de li bajarê San Remo yê Îtalyayê konferansek lidar xist. Di vê konferansa navnetewî ku navê “Konferansa San Remo” lê hate kirin de, biryar hat girtin ku axa Suriyeyê ji Osmaniyan bê girtin û wekî 2 mandayan (ji bo herêmên ku nikarin xwe birêve bibin, heta ku digihîjin asta xwerêvebirinê , li ser navê
Cemiyeta Neteweyan diyarkirina rêveberî yan jî Konferansa San Remo desthilatdariyek girêdayî dewletek mezin) bidin Fransayê. Ev manda jî wekî Suriye û Lubnan hatin binavkirin.

Piştî vê konferansê di sala 1920’an de li herêma Meyselun a bejahiya Şamê di navbera şoreşgerên Suriyeyê yên bi pêşengiya Yusif El-Ezmê û hêzên mandaya Fransî de şer derket. Lê şoreşgerên Suriyeyê di vî şerî de têk çûn.

Piştî vî şerî generalê Fransî Henrî Gouraud, di 3’yê îlona 1920’an de dawî li Qraliya Ereb a Suriyeyê ku bi rengê monarşiyê (rêveberiya yek kesî, qral, sulte, hikûmdar) dihat birêvebirin, anî. Li şuna wê jî 6 dewletên otonom (xweser) ên girêdayî mandaya Fransa hatin avakirin. Ev dewlet jî wiha bûn: Dewleta Şam a Fransî (Herêma Şam a Henri Gowro Fransî-1920), Dewleta Heleb a Fransî (1920), Dewleta Elewî ya Fransî (1920), Dewleta Cebel
El-Durzî ya Fransî (1921), Herêma (Sancak) Îskenderûn (1921) û Dewleta Lubnana Mezin a Fransî (1920).

Federasyon

Piştî 2 salan, ango di 22’ê Hezîrana sala 1922’yan de general Henrî Gouraud vê carê Dewleta Elewî, Dewleta Şam û Dewleta Helebê kirin yek û Federasyona Suriyeyê îlan kir. Lê ev federasyon jî dîsa girêdayî mandaya Fransayê ya Suriyeyê bû. Lewma temenê wê federasyonê zêde dirêj nekir. Nexasim Dewleta Elewî di sala 1924’an de ji federasyonê veqetiya. Bi vî rengî têkçûna federasyona ku 2 salan dom kir, destpê kir.Dewleta Sûriye 1924

Di 1’yê Kanûna 1924’an de jî Federasyona Suriyeyê bi temamî belav bû. Fransiyan li şûna vê federasyonê Dewleta Heleb û Dewleta Şamê kirin yek û Dewleta Suriyeyê ava kir. Ev dewlet jî dîsa girêdayî mandaya Fransayê bû.

Perçebûn

Ji 6 dewletên otonom Dewleta Lubnana Mezin di sala 1946’an de serxwebûna xwe îlan kir û Lubnana îro hat avakirin. Herêma Îskenderûnê jî destpêkê di sala 1938’an de wekî Dewleta Hatayê serbixwe bû, lê piştre bi referandumê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan.

Suriyeya îro jî di sala 1930’an de destpêkê wekî Komara Sureyiyê ya yekemîn hat binavkirin, di 1946’an de jî, ji bin mandatiya Fransayê derket û serbixwe bû.

Federasyona ku li Suriyeyê hatiye îlankirin, her çiqasî bi navê federasyon hatibe pênasekirnin jî, girêdayî
Fransayê bû û bandora wê çênebû. Lewma wekî mêtingeriyekê jî hatiye dîtin û daxwazên gelan nehatin pêkanîn.
Nexasim kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di sala 1928’an de daxwazên xwe yên nasname, ziman, perwerde û hwd.
pêşkêşî meclîsa mandayê ya Fransî kirin, lê ev daxwaz nehatin qebûlkirin.

SIBE: LI KURDISTANÊ MÎNAKÊN FEDERALIYÊ

03.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً