LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-4

Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-4

Projeya Federaliya Demokratîk

NAVENDA NÛÇEYAN – Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê felsefeya “Neteweya Demokratîk” wekî bingeh digire. Li gorî vê yekê her herêmek di bin sîwaneya federaliyê de dê xweseriya xwe biparêz e.

Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê di sedsala 20’an de bi rengên cur bi cur berdewam kirin. Heta salên 1970’yan, ev têkoşîn li 4 perçeyên Kurdistanê piranî di çarçoveyek teng a erdnîgarî û li dora eşîr û malbatan hatiye meşandin. Lê di çariyeka dawî ya sedsala 20’an de, têkoşînek hemdem ku tevahiya Kurdistanê û pêkhateyên wê digire nava xwe derket pêş. Ev têkoşîna ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê tê meşandin, di encama 40 salan de, sînorên netewebûn û herêmtiyê derbas kirin û veguherî sîstemek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Ev sîstema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî “Netewa Demokratîk” pênase kiriye, di roja îroyîn de li Rojavayê Kurdistanê dibe xwedî bedenek.

Li Rojavayê Kurdistanê di 16 û 17’ê adarê de li bajaroka Rimêlan bi beşdariya Ereb, Asûrî, Suryanî, çeçen, Kurd, Turkmen û Ermeniyên herêmên Rojava, El-Şehba, Minbic û Helebê, her wiha nûnerên 31 partî, rêxistin û tevgeran civînek berfireh hat lidarixstin. Di nîqaşên hatin meşandin de ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê projeya Sîstema Federaliya Demokratîk hat pêşniyarkirin. Di encama civînê de proje wekî, “Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê” hat binavkirin û ji bo danasîn û pêkanîna wê jî 4 komîte hatin avakirin. Her wiha biryar hat girtin ku di nava 6 mehan de hevpeymana civakî bê nivîsandin û sîstema federal bê îlankirin.

Di encama xebatên sê mehan de reşnivîsa Hevpeymana Civakî hat amadekirin û di 1’ê Tîrmeha 2016’an de ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Dema mirov li nîqaşên hatine meşandin û encamên derketine holê dinêre, tê dîtin ku ev proje çavkaniya xwe ji felsefeya Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wekî çareseriyê pêşkêş kiriye, digire.

Endamê Komîteya Ragihandinê ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Şahoz Hesen jî bi gotina “Jêdera me ya sereke ji bo nivîsîna hevpeymana civakî, felsefeya Neteweya Demokratîk e” ev yek piştrast kir.

Li vir pirsên wekî, “Gelo ev felsefa Neteweya Demokratîk çiye? Sîstema ku dê li esasê vê felsefê bê avakirina wê çawa be, lingên ku sîstem xwe li ser digire çine?” derdikevin pêş.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de van mijaran pir bi berfirehî rave dike û wekî sîstemekê pêşkêş dike.

Netewa Demokratîk

Di pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, “Sosyolojiya Azadiyê” de pênaseya Netewa Demokratîk wiha tê kirin: “Netewebûna Demokratîk bi rengê ku komên ziman û çandan ên bi heman rengî yan jî yên dişibin hev ên di nava civaka exlaqî-polîtîk de, di çarçoveya siyaseta demokratîk de veguherînin civaka demokratîk, tê pêkanîn. Di netewebûnê de hemû qebîle, eşîret, qewm, heya malbat wekî yekeyên(yekîneyên) civaka exlaqî û polîtîk cîh digirin. Dewlemendiyên ziman, zarava û çandên xwe vediguhezin netewa nû. Di neteweya nû de, teqez cihê wê nîn e ku komek nîjadî, mezhebek, baweriyek û bîrdoziyek mohra xwe li serweriya wê bixe. Hetta gelek komên cuda yên ziman û çandan jî, bi riya heman siyaseta demokratîk re dikarin wekî civakên demokratîk, bi rengê yekeya jor a neteweyên hevpar, di nasnameya netewî ya netewan de bijîn. Tişta li gorî xwezaya civakî jî ev rê ye.”

Dîsa Ocalan bi gotina, “Eger Netewa Demokratîk ruhek be, Xweseriya Demokratîk jî beden e” re, wateya xebatên netewa demokratîk ên ji bo xweseriya demokratîk eşkere dike.

Rêberê Gelê Kurd di pirtûka xwe ya bi nave, “Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De” ji bo vejandina vê bedenê 9 xal danîne holê. Ev xal jî wiha ne:

1- Ferdê azad- welatî û jiyana komîn a demokratîk

Pêwîste her welatiyek ferdiyeta xwe derbas bike û bibe endamê komînê. Divê bê zanîn ku kesên bê jiyana komînal, tu kesayeta wan tune ye. Her wiha endamtiya komînê nîşaneya aliyekî demokratîk e. Her komînek di heman demê de hucreya exlaqî û polîtîk e.

Endamê/a komînê jî dikare weke ferdê/a azad di neteweya demokratîk de bê pênasekirin.

2- Jiyana polîtîk û xweseriyên demokratîkROJHILATA NAVÎN -1

Mirov dikare di neteweya Demokratîk de şaxê Polîtîka weke xweseriya demokratîk bike têgîn. Ji ber ku neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiyê mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve, di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare li neteweyan bêyî rêveberî bifikire.

Lewma Neteweya Demokratîk weke yektiya kombûnên demokrat an jî hevalbendê serxwebûneke demokratîk e.

3- Neteweya Demokratîk û jiyana civakî

Di jiyana mirov de ti tişt nikare şûna civakê bigire. Destkişandina ji civakê, ji civakbûnê derketin, destkişandina ji mirovatiyê ye û derketina ji mirovatiyê ye. Neteweya Demokratîk beriya her tiştî israra civakbûnê ye û bi îsrar e ku civakê di nava çerxên modernîteya de ji hev tê xistin mayînde bike, weke rastiyeke dîrokî-civakî pêk bîne.

Neteweya Demokratîk li dijî netiştkirina civakê, civaka alternatîf e, li dijî desthilatdarî û dewletê yan jî li dijî bêcivakbûnê civaka demokratîk e. Li dijî qedandina civakê ya her şêweyê kolekirin û newekheviyê pêk tê û pê didin qebûlkirinê , civaka gihiştiye hebûna azadî û wekheviyê ye.

4- Di neteweya Demokratîk de hevjiyana azad

Di pêvajoya netewbûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Ji bo vê hêza îdeolojîk rêxistinî, otorîteya polîtîk, bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêkin girîng e. Ji pirrbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Ev rastî xwezaya eşqa civakî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestiyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şeklî yê maneya wan a çandî tineya nekeve.

5- Neteweya Demokratîk û xweseriya aborî

Neteweya Demokratîk sê hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst(talana kara herî zêde, zilma netewe-dewlet, bi riya teknolojiya îndustriyalîzmê zirar û ziyan) rexne dike, ji ber ku van hêmanan aboriya yekemîn ku di dîrokê de mirovahiyê li ser jiyan kir, talan kir.

Sîstema ekonomiya netewa demokratîk hem van pêkanînên hov radiwestîne, hem jî kontrola civakê ya li ser ekonomiyê ji nû ve pêk tîne. Di navbera dewleta netewe û netewa demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya ekonomiyê lihevkirin çêdibe.

Di bingehê naveroka xweseriya ekonomîk de, ne di kapîtalîzma tayebet ne jî kapîtalîzma dewletê de heye, demokrasî wê xwe di ekonomiyê de nîşan bide, lewma ekonomiya komîn û endustriya ekolojiyê esas dibe, lewma sînorê ji bo endustrî, pêşdeçûn, teknolojî, kargeh û mulkiyetê tê danîn. Di çarçoveya sînorên civakbûna ekolojîk û demokratîk de ye.

6- Avahiya hiqûqî ya netewa demokratîk

Hiquqa demokratîk ew hiquqa ku xwe dispêre cihêrengiyê û ji wê jî girîntir kêm serî li tenzîmatên hiquqî dide û avahiyeke hêsan e. Ku bi riya exlaq û polîtîka piraniya dozan çarser dike û ew jî ne weke qanûnên di dewletên netewe de ye, lê rêveberiyek modern xwedî afaqên herêmî ye.

7- Çanda Netewa Demokratîk

Di neteweya Demokratîk de Çand yekparbûna tevahiya manedan û avahiyên ku civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêk aniye, tê naskirin. Ev avahiyên pêkhatine weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirîne jî tê nasîn.

8- Sîstema parastina netewa demokartîk

Her zindiyek xwedî mekanîzmeyek parastinê ye. Pêşxistina têgeha parastina rewa di neteweya demokratîk de parastina welat û gel esas digire. Mafê her komekê di parastina rewa de jî heye.

9- Dîplomasiya netewa demokratîk

Neteweya demokratîk polîtîka û exlaqê ku li ser sê hêmanên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bûne, esas digire. Di siyaseta xwe ya derve de jî vê yekê aramc dike. Her wiha di têkiliyên xwe yên herêmî de aştî û nîqaşê û hevaltî stratîjiya wê ye.ROJHILATA NAVÎN

Her netewe û civaka ku di sîstema neteweya demokratîk de jiyan dike, dikare têkiliyên xwe yên siyasî, civakî, aborî, çandî û hevbendiyên demokratîk bi her civaka xwedî heman çand û baweriyê re pêş bixe. Lê bi şertê ku ev têkilî zirarê nede berjewendiyên neteweya demokratîk.

Ev xalên navbihûrîn aliyê teorîk ê vê felsefê vedibêje, lewma pirsa li vir rastî mirov tê, ev xalên han dê di sîstema fediral a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de çawa bên piratîkirin, mekanîzma wan dê çawa be?

Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê

Meclîsa Damezirîner a sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê di 1’ê tîrmeha 2016’an de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ku ji 85 madeyan pêk tê, ji raya giştî re eşkere kir. Gelek xalên reşnivîsê ku bi felsefeya Neteweya Demokratîk re wekhev e, derdikevin pêş. Ev yek jî di madeya 11’an de wiha hatiye vegotin: “li gor pîvanên Neteweya Demokratîk, pêkanîna jiyana hevbeş di navbera hemu pêkhateyan de”.

Di madeya 8’an a hevpeymanê de tê gotin ku hemû ziman di her qadên jiyanê de xwedî heman mafî û fermî ne. Her wiha sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku dê bê damezirandin, wê herêmên xwedî rêvberiyên xweser esas bigire.

Endamê Komîteya Ragihandinê Şahoz Hesen diyar kir ku her herêmek dê xwedî meclîs û sîstema xwerêvebirinê be, lê hin xal dê girêdayî meclîsa giştî ya federaliyê bin. Mînak: her herêmek dê xwedî hêzên parastina cewherî be, lê hêzên wekî YPG an jî QSD’ê dê girêdayî meclîsa giştî ya federaliyê bin.

Di madeyên 13-16-23 û 25’an de jî, jiyan û aboriya komînal, azadiya jinê û baweriyan tê parastin.

Li Rojavayê Kurdistanê di 5 salên şoreşê de, bi avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk re, bingeha federaliyê hatiye avêtin.

SIBE: KAKILA XWESERIYA ROJAVA: KOMÎN Û MECLÎS

05.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً