LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE  

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE  

 

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Di encama pevçûnên 4 rojan de gundê Sahil El-Xeşeb ji çeteyan hat paqijkirin, li taxên Tebqa Nû jî 4 çeteyên din hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî hat girtin.

* Çeteyên DAIŞ`ê  li gundê Mezreya Meyselûn ê bakur-rojavayê Reqqayê, çadirên gundiyan şewitandin. Gundiyên ku çadirên wan hatin şewitandin neçar man koçî bajaroka  Mansûra bibin.

* Artêşa Tirk ciwanê bi navê Mueyed El-Xidir El-Bezkade (20) ê ji gundê Asil a girêdayî bajarê Girê Spî qetil kirin, dema hewil da derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebarankirin. şervanên YPGʹê Mueyedê ku bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê, lê beriya bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 * YPG`ê diyar kir ku êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li dijî Rojava dewam dikin û got:”Di bersivdayîna hêzên me de, sê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

 * 250 jin ji pêkhateya Kurd û Ereb ên Bakurê Sûriyê piştî dewreya perwerdê ya bi navê”Şehîdên Qereçoxê” Akademiya Şehîd Xanim Diyab bi dawî kirin, bi mersîmekê tevlî QSD`ê bûn.

* Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku piştî herêmên ewle ya ku Rûsya pêşnîyaz dike dîyar bûn, li bakurê rojavayê Hama hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhildayan şer kirin.

* Peymana avakirina herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê ket piratîkê.

* Nûnerê Rûsya yê li civîna Astana ya Qazaqistanê Alexander Lavrentyev ragihand ku ewê herêmên ewle yên li Sûrîyê, ji firokên Amerîka û yên koalîsyona bi pêşengîya wê re girtî bin.

 * Ji girtîgeha koma çeteyan a bi navê Sultan Murad ya girêdayî MÎT’a Tirkiyeyê, 8 çeteyên DAIŞ’ê reviyan. Di pevçûna ku piştî fîrarê derket de, 8 çeteyên DAIŞ’ê û gelek çeteyên Sultan Murad mirin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî eşkere kir ku piştî bidawîbûna operasyona Mûsilê dê yekîneyên leşkerî yên Amerîkayê li welat nemînin.

 * Hêzên ewlehî yên artêşa Iraqê di çarçoveya rizgarkirina Mûsilê de li taxa Mûşerfê bi pêşve diçin û 25 milîtanên DAIŞê kuştine.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Di serdegirtina malên li gundên girêdayî navçeya Dihê de, 10 kes hatin binçavkirin.

* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê encamên referandumê de wiha got: “Dive hemû kes bizane di beşa demokrasiya hevbeş de dibe di demên pêş de îtifaqên nû pêk bên.”

* Dewleta Tirkiyê 107 dadwer û dozgêrên vî welatî bi hiceta peywendiya wan bi darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya Tîrmeha sala 2016 ji ser kar hatin derxistine.

* 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê serlêdana îtîraza Veqfa Wikipedia ya ji bo astengkirina Wikipediayê red kir.

* Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Amerîkayê û daxwazê ji rêveberiya Trump dikin, ku dest ji hevkariya YPGê berde. Herwiha di hevdîtinên xwe de pilana Tirkiyê ya rizgarkirina Reqayê pêşkêşî Amerîkiyan bikin.

* Dihevdîtina Erdogan û Pûtîn di  3ê mehê li ser firotina mûşekên S-400 jî axifîbûn. Hat zanîn ku Rûsya dixwaze li hember her bataryayeka mûşekên S-400, nîv milyar dolar ji Tirkiyê bistîne.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Duyemîn panela hilbijartina Serokkomartiya Îranê, bi amadebûna şeş namzetan pêkhat. Namzetan  siyaseta derve û navxweyî ya Îranê guftûgo kirin.

* Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) deklerasyona projeya çareseriya demokratîzekirina Îranê ragihand. KODAR’ê di vê deklerasyonê de pêşniyarên berbiçav yên ji daxwazên gelên Îranê û gelê Rojhilatê Kurdistanê pêktê ji bo rayagiştî ya Îranê û rêveberiya Îranê ku di pêvajoya hilbijartinên serokomariyê re derbas dibin eşkere kir.

* Îranê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û bertek nîşanî peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da.

* Rojnamevanê kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Irfan Qaniî Ferd  bi tohmeta casûstî bo pasdarên Îranê, li Amerîka hat girtin.

CÎHAN

* Wezareta Parastina Amerîkayê(Pentagon) amaje bi wê yekê dike ku, niha 7 hezar serbazên Amerîkayê li Iraqê hene, ew serbazên Amerîkayê ji bilî perwerdekirina leşkerên Iraqî şêwirmendiya leşkerî ji dikin.

* Koreya Bakur, îstixbarata Amerîka û Koreya Başûr tawanbar kir ku her du dewletan bi çekên kîmyayî hewildana kuştinkarîya Kim Jong Un kiriye.

 06-05-2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً