LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Vebijêra Partiya Karkerên Kurdistanê nîşana nebaşiyê li bakurê Sûriyeyê dide

Vebijêra Partiya Karkerên Kurdistanê nîşana nebaşiyê li bakurê Sûriyeyê dide

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û rêxistinên girêdayî wê yên li Sûriyeyê rastî vebijêrên giran tên, an dê destkeftiyên xwe ku li bakurê Sûriyeyê bi dest xwe ve anîne paşguh bikin û şerê li dijî Tirkiyeyê weke mijara sereke bigirin dest, an jî li herêmên ku di encama tevliheviya şerê Sûriyeyê de bi dest xwe ve anîne dê xwe bispêrin vebijêra avakirina Rêvebera Xweser.

Kurtasiya birêvebirinê

Piştî şeş salan ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê, nexşeya leşkerî û siyasî li bakur ji nû ve tê nexşandin; herdu lîstokvanên herêmî yên herî zêde dînamîk, baskên siyasî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyeyê ne – Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serweriya beşên ji deverên sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de dikin û herêmeke federal li vir ragihandin û rêveberiyeke herêmî dane avakirin. Lê serkeftina leşkerî ku Yekîneyên Parastina Gel bi dest xwe ve aniye rastî astengiyên ciyosiyasî û demografîk ên mezin tê, ev yek jî dihêle ku Partiya Karkerên Kurdistanê li hemberî vebijêreke eşkere rû bi rû bimîne: dê bikaranîna projeya xwe ya li Sûriyeyê di şerê li dijî Tirkiyeyê de berdewam bike yan jî dê Rêveberiya Xweser a kurdî li Sûriyeyê weke mijara sereke bigire dest. Li gorî lihevhatinên herêmî yên dawî, ev vebijêra dawî baştir e, ango Yekîneyên Parastina Gel – Partiya Yekîtiya Demokratîk xwe bispêrin îdîaya xwe ya sereke: Partiyeke Kurdî li Sûriyeyê di aliyê bîrdozî de girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê û damezrênerê wê Abdullah Ocalan e, lê di aliyê çalakiyan de jê cûda ye. Êrîşên ku Tirkiyeyê di 25’ê nîsanê de li dijî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê yên li bakurê Sûriyeyê û bakurê Îraqê pêk anîne mezinbûna metirsiya şer nîşan dide. Ji bo ev yek pêk neyê divê lîstokvanên din, bi taybet Emerîka alîkariya xwe bi Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk re sererast bike da ku ev armanc pêk were.

Piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê di tîrmeha 2012’an de kadroyên xwe li Sûriyeyê belav kirin, hevkariya dewletên rojavayî di şerê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî de kir û ber bi rojava ve li herêmên ku piraniya şêniyên wan Kurd in ên li Cezîrê, Kobanê heta herêma Efrînê li bakurê Helebê pêş ve çû. Di hewldana avakirina pireyeke bejahî de, Partiya Karkerên Kurdistanê û rêxistinên girêdayî wê du armancên wan hene: serweriya kembereke çekdar ku li seranserî sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bihevûdu ve girêdayî ye û Rêveberiyeke Xweser weke jêre tê gotin ava bike û di heman demê de ji civakên herêmî yên Kurdî û ne Kurdî pêk tê. Dema ku Yekîneyên Parastina Gel di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk serweriya xwe li ser bajarê Minbicê ku piraniya şêniyên wê Ereb in di tebaxa 2015’an de ferz kir, bi vê yekê dest bi avakirina armancên xwe yên stratejîk dike.

Lê lihevhatinên herêmî yên niha daxwazbilindiyên Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk hildiweşîne û dihêle ku herdu armancên Partiya Karkerên Kurdistnaê ne li gorî hevûdu bin. Ji dema nîva sala 2015’an ve, piştî ku agirbesta di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de hilweşiya, Tirkiyeyê ji bo ku herêmên di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk de bifetisîne xebat dane meşandin û nêzîkbûna di navbera Mosko û hêzên Tirkiyeyê de hişt ku di tebaxa 2016’an de destwerdana Sûriyeyê bike, bêyî ku ji êrîşên ezmanî yên Rûsya û rêjîmê bitirse (çalakiya “Mertala Firatê”). Armanca vê hêzê li rex tabûrên opozîsyona Sûriyeyê yên çekdar ew bû ku rêxistina Dewleta Îslamî têk bibin, lê bi taybet berfirehbûna serweriya Yekîneyên Parastina Gel li rojavayê çemê Firatê bidin rawestandin. Di sibata 2017’an de, vê hêzê karibû armanca xwe pêk bîne, vê yekê hişt ku Yekîneyên Parastina Gel were dorpêçkirin û neçarî xwespartina Dîmeşqê bibe da ku di navbera herdu herêmên Kurdî de tevbigere. Di vê demê de û ji ber ku Partiya Karkerên Kurdistanê bakurê Sûriyeyê navenda leşkerkirina dildaran di nava refên xwe de dibîne dibe ku ev herêm veguhere navenda êrîşên ber bi hundirê Tirkiyeyê ve, nemaze desthilatdariya herêmî ne hêjayî razemenîkirinê bi awayekî mezin e, ew amade ne beşdarî çareseriya Sûriyeyê bibin, bi teybet Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk, nikaribûn damarên xwe yên herêmî xurt bikin û saziyên desthilatdar ava bikin û rewatiyeke berfireh werbigirin.

Ji bo projeya Yekîneyên Parastina Gel di Rêveberiya Xweser de bi ser bikeve û jiyan bike, dorpêça li ser wê were lawazkirin û spartina xwe bi rêjîmê re kêm bibe, pêdiviya wê bi alîkariya lîstokvanên derve yên bêtir xurt heye. Lê peydakirina aliyekî ku wê biparêze û karibe xwe bispêre wê dê dijberiyekê ava bike. Namzetên ku nûnertiya vê dikin Rûsya û Emerîka ne; Yekîneyên Parastina Gel têkliyên baş bi herdu aliyan re avakirin, lê dibe ku weke dostên dudilî nîşan bidin. Mijara sereke ya Moskoyê ew e ku parastina mayîndina rêjîma ElEsed bike û serweriya wê vegerîne. Her wiha diyar dibe ku girîngiyê dide nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re. Li ser vê bingehê, Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk dibe ku di demeke nêzîk de bibin qurbaniyên guhertina helwesta Rûsyayê.

Ev yek dihêle ku Emerîka bipirse ku eger Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk û rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê xwedî nermbûneke temam in da ku riya xwe sererast bikin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser di Sûriyeyê de biparêzin. Eger ji Emerîka misogeriyên demdirêj dixwazin piştî ku li gorî berjewendiya Tirkiyeyê yan rêjîma Sûriyeyê yan herduyan dest ji wan hate berdan, hema tekezkirî ye ku divê Partiya Karkerên Kurdistanê razî bibe ku Waşinton vê yekê bike bêyî ku têkliyên wê yên bi Tirkiyeyê re li hemberî metirsiyan rû bi rû bimînin. Rêbaza herî çalak ew e ku divê vegerin agirbesta di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê û dest bi danûstandinên aştiyê bikin. Lê diyar e, di dema nêzîk de ev yek ne berdest e.

Li şûna vê yekê û di dema ku pêdiviya Emerîka hêjî bi pêkanîna armancên Yekîneyên Parastina Gel di şerê wê yê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî de heye, ji Partiya Karkerên Kurdistainê tê xwestin ku ji Waşintonê navbênkariyê bixwaze da ku nakokiyên di navbera wê û dijberên wê yên Kurd li bakurê Sûriyeyê û bakurê Îraqê de çareser bike. Weke beşekî ji vê hevpeymanê:

Divê Partiya Karkerên Kurdistanê û rêxistinên girêdayî wê ji Şengalê ya Îraqê vekişe û li hemberî wê divê rayedarên Kurd ên Îraqê sînor bi Sûriyeyê ve bi awayekî temam li pêşiya bazirganiyê vebike. Dema ku Şengal rasterast ne girêdayî pêşveçûnên li bakurê Sûriyeyê ye, Emerîka dikare alîkariya lawazkirina nakokiyên herêmî li wê deverê bike, ango nakokiyên di navbera du aliyên sereke ku hevkariya wê dikin, Yekîneyên Parastina Gel û Partî Demokratî Kurdistan a bi serkêşiya Masûd Barzanî. Dibe ku ev yek têrê neke da ku asta nakokiyan li bakurê Sûriyeyê dakeve, lê dibe ku bibe gavek ber bi riya çareseriyê ya ku pêkan e pêk were.

Li bakurê Sûriyeyê divê Partiya Karkerên Kurdistanê dest ji daxwazbilindiyên xwe ya girêdana herdu herêmên rojhilat ku piraniya niştecihên wê Kurd in bi herêma Efrînê re berde û rê li pêşiya Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk vebike da ku çareseriyekê ji Kurdên Sûriyeyê re peyda bike. Pêwîstiya vê yekê bi lawazkirina hegomoniya wê ya siyasî heye û rê li pêşiya partiyên Kurdî û ne Kurdî yên din vebike da ku bi rola xwe di desthilatdariya herêmî de rabin, bi taybet di birêvebirina hevsengiyê de û erkdarkirina rayedarên paya bilind û Yekîneyên Parastina Gel ji berpirsiyariya desthilatdariyê were dûrxistin. Ev yek dê “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” ya bi serkêşiya yekî partî ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk bêtir demokratîk bike.

Divê Yekîneyên Parastina Gel di alîkariya çalak a xebatên tundiyê ku Partiya Karkerên Kurdistanê li Tirkiyeyê dide meşandin were sînordarkirin, çi bi riya alîkariya çekan an jî peydakirina leşkeran û pisportiyên tektîkî, her wiha divê odeyeke çalakiyên leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk were avakirin da ku Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel û yên din di hevkariya bi Emerîka re bêtir çalak bibin.

Li aliyê din divê Emerîka bi van xebatên jêrîn rabe:

Divê kordîneyê bike û alîkariya leşkerî û şêwermendiyê bi riya odeya çalakiyan a Hêzên Sûriya Demokratîk ku Yekîneyên Parastina Gel dê damezirîne, bike; her wiha leşkerên herêmî tenê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de perwerde bike û alîkariya wan bike da ku aramî peyda bike û alîkariya darayî jî bi wan re bike da ku rêveberiyên herêmî yên li Cezîrê û Kobanê bêne fînansekirin, di bin merca ku divê Partiya Yekîtiya Demokratîk aliyên din bi xwe re beşdarî desthilatdariyê bike, weke ku li jor hatiye gotin, her wiha alîkariya hewldana Partiya Yekîtiya Demokratîk were kirin da ku beşdarî danûstandinên Cenêvê li rex partiyên kurdî yên din bibe.

Divê li herêmên Rêveberiya Xweser ên di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk li rojhilatê Firatê de ne xebatên çavdêriyê bêne meşandin ku piştî êrîşa ezmanî ya ku Tirkiyeyê di 25’ê nîsana 2017’an de hatine destpêkirin û divê serweriya xwe ya li ser Enqereyê bikar bîne daku êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmê neyên dubarekirin. Pêdiviya vê yekê jî bi misogeriya Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyeyê heye ku dê aliyên din beşdarî desthilatdariyê bike, weke ku li jor behsa wê hatiye kirin.

Dibe ku bi riya van giştî xebatan, rewş baş bibe û derfeta Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk di avakirina bingeha desthilatdariyê de peyda bibe da ku karibe jiyan bike û deriyên bazirganî yên alternatîf jêre bêne vekirin da ku xwe nespêre rêjîma li Dîmeşqê; her wiha rola wê ya leşkerî jî were guhertin da ku ne di xizmeta Partiya Karkerên Kurdistanê de li dijî Tirkiyeyê be û hewldana wê di projeya parastina welatiyên bakurê Sûriyeyê de li rex tunebûna serweriya dewleta navendî rewa bibe û parastina xwe ji hin aliyên derve werbigire; her wiha ihtîmala alîkariya bi Partiya Yekîtiya Demokratîk re were kirin da ku di danûstandinên aştiyê yên Sûriyeyê de û amadekirina destûrekî nû de bi rola xwe rabe.

Divê berjewendiyeke mezin a Emerîka di pêkanîna van armancan de hebe: tam weke pêşveçûnên niha yên buyeran, xebatên wê yên têkbirina rêxistina Dewleta Îslamî li Reqqayê dibe ku bêtir girêkok bibe, û dibe aloziya di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de û çalakiyên şer veguhêze qadên nû, li gel metirsiyên li ser aramiya herêmî ya berfireh, her wiha dibe ku hevkariya di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de bixe nava metirsiyeke mezin. Her çiqas Partiya Karkerên Kurdistanê ji rêxistinên girêdayî wê bixwaze ku şerê li dijî Tirkiyeyê mijara wan a sereke be, dê beşekî mezin ji destkeftiyên Yekîneyên Parastina Gel winda bike, dibe ku hemû destkeftiyên wê li bakurê Sûriyeyê winda bibin. Lê eger rê li pêşiya rêxistinên girêdayî xwe veke ku hebûna xwe di Sûriyeyê de xurt bikin û rêbazekî guncaw werbigirin da ku bêne qebûlkirin, li pêşiya wê hêviyek peyda dibe, her çiqas hêviyeke bi çûk be jî dê rûpelekî nû ji bû wê be.

Çavkanî: Girûpa Aloziyên Navnetewî (International Crisis Group)

Dîroka weşanê: 4’ê gulana 2017’an

Navenda Global a Wergerandinê (NGW): JIYAN HACÎ

06.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً