LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Di vê hefteyî de ragihandina Ereban de: Dibe ku xemginiya Erdogan derbasî êşê bibe

Di vê hefteyî de ragihandina Ereban de: Dibe ku xemginiya Erdogan derbasî êşê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Di ragihandina Ereban a vê hefteyî de mijarên wek e hevpamana di dema civîna Astana ya li ser ‘bêpêvçûna herêman’ de hatî îmzekirin; acizbûna Erdogan a di mijara hevkariya di navbêra DYA û PYD’ê de, ‘nexşerêya nû’ ya HAMAS’ê û polîtîkayên Trump a li ser Rojhilata Navîn, derketin pêş.

Di ragihandina Ereban de vê hefteyî di serî de mijara hevpeymana sê dewletan Îran-Tirkiye-Rusya ku di esasê xwe de Îsraîl jî di navê de ye, li ser “Heremên bêpêvçûn” a Suriyeyê hatî îmzakirin, mora xwe li rojevê da.

Polîtîkayên Serokê Dewleta Yekîtiyên Amerîka (DYA) Donald Trump a li ser Rojhilata Navîn û bendewariyên ji rêveberiya nû ya DYA’yê heyî, daxuyaniya ku wê Trump gera xwe ya yekemîn a derveyê welat wê li heremê bê kirin, di ragihandina Ereban de careke din bû mijara nîqaşan.

‘Wê xemginiya Erdogan bizivire êş kişandinê’

Rojnameya Raî Al Youm di sernivisa xwe de, cih da Serok Komarê Erdogan ku derbarê rojên bihorî de leşkerên DYA’yê li Suriyê bi PYD’ê re li ser sînor dewriya avêtî xemginiya xwe anîbû ziman.

Di sernivisê de hatibû gotin ku “Xemginiya Erdogan, dema dît ku leşkerên DYA’yê piştgiriya Hêzên Suriya Demokratîk û bi armanca parastina kurdên Suriyê li seranserê sînorê Suriyê leşkerê xwe bicih kiriye, dibe ku xemginiya Erdogan bizivire ‘êşê’. Ev gavavêtina leşkerên DYA’ê yê ya li ser sînor, piştî Tirkiye li PYD’ê xist hat. Li vir mesaja ku DYA xwest bide pir vekiriye. DYA, dixwaze bibêje ‘kurd xeta sor e’. Li aliyê din jî operasyona Reqayê bi temamê bi QSD rê ye û wê ekîd destûr nede ku Tirkiye tevlî vê operasyonî bibe.

Xûya ye ku, rêveberiya DYA’yê di mijara kurdên Suriyê de, bi rêveberiya berê re di heman riyê de dimeşe. Ji ber vê yekê di dema ziyareta Erdogan a DYA’yê de, ji bo Donald Trump vê siyasetî terk bike û di şûna kudan de bi Tirkiyê re îtîfaqê deyine îknakirin belkî ne bêîmkan be lê pir zahmet e.”

Gelo nexşerêya nû ya HAMAS’ê manewrayek e?

Ji rojnameya Annahar Lubnanê Raceh El Khoury, diparêze ku ev belge, “Di cîhana Ereb de û seranserê heremî de pêk tên û hevsengiya rola Îslama siyasa ku dixwaze di heremê de bileyize serûbin dike wek manewrayekî ferz dike” ye.

Ji rojnameya Al Akhbar a Misirê Radva Abdulfettah jî, diparêze ku Hamas, di nava tevgera Îhvan de guherandinek derdikeve pêş. Radva Abdulfettah wisa nivisandiye: “Wisa xuyaye ku Tevgera Hamasê, çewa Tevgera El Nahda li Tunusê pêk anî di nava cemeata Birayên Misliman (İhvan Muslimîn) de jî guherandinek li pêş e. Jibilî vê ji cîhanê re, dixwaze mesajek wisa bide ‘her daîm di nava yekitî de tevdigerin û nexşerêya nû di nava rêxistinê de bi riya lihevkirinê diyar kirine’. ”

‘Erdhêja siyasî’

Rojnameya Addiyar a Lubnanê, Tevgera Berxwedaniya Îslamî ya Filîstînê belgeya siyaseta nû ya HAMAS’ê ku di asta ‘nexşerêyekî nû’ de ye, di qada siyasetî de wek e erdhêjekî nirxand. Rojname wiha dibêje: “Ji fikra divê axa Filîstînê bi tevahî paşde bê standin, paşde gavavêtin, di arenaya Filîstin û cîhana Ereban de û her wiha ya navneteweyî de wek erdhêjek hat nirxandin. Bi belgeya siyaseta nû ya Hamasê re di Filîstînê de ketine zivirandinek nû. Ev zivirandin di tevgera îslamî û feraseta têkoşîna bi dijmin re bi awayek paşde gavavêtin bandora xwe bike.”

‘Li şûna El Fetîh Hamas e?’

Ji niviskarên rojnameya El Raî ya Urdunê Salah El Kallab jî, dema Hamas nexşerêya nû diyar kir hin weazên navneteweyî girt an na lêpirsîn kir:

“Vaye, tevgera Hamasê, bi belgeya siyaseta nû re, tê gotin ku ev 30 salin tiştên ku red kiriye wê qebûl bike. Baş e, gelo sedema vê ‘şiyarbûnî’ ya ev demek dirêje amadekariya wê tê kirin û pir zêde me şaş nekir çiye? Gelo li holê ji cîhana Ereban an jî ji terefên navneteweyî yên başqe jî hin weadan girtiye? Û di nav van weadan de bi ji rewşa ku niha Filîstin di nav de ye bigirin dest, gelo almasa nû ya Tevgera El Fetîh heye?.”

‘HAMAS aşitiyê pêşkeşê Filîstînê dike’

Li gor rojnameya Al Kuds a Filîstînê jî helwesta nû ya Hamasê di hêla aşitiya navxweyî ya Filîstînê dibe ku firsendek be. Rojname wiha nivisandiye:

“Ya me wek Filîstiniyan noqteya ku di dereceya yekemîn de eleqedar dike, ev belgeya siyaseta nû di seranserê netewî de yekîtiyek ava bike û ji bo dawî li cudahiyê bîne li pêş be.”

Ji nivîskarên Rojnameya El Watan a Qatarê Semîr El Bergûşî jî nivisiye ku “Bi belgeya siyaseta nû ya Hamasê re aşitiyê pêşkeşê Filîstiniyan kiriye û ev helwest ne tenê Filîstînê, di hemû alema îslamê de tê qebûl kirin.”

Di Suriyê de hevpeymana ‘heremên bêpêvçûn’

Berpirsiyarê Rojnameya Raîl Al Youm Abdulbarî Atwan, ev hevpeyman û îlankirina heremên bêpeçûn balkişand ku ev yek tê wateya “Di Suriyê de çar heremên bêpêvçûn”. Berpirsiyarê rojname wiha balkişand:

“Ev hevpeyman fikira herema ewlehiya ya di Suriyê çar herêman de bi awayek fiîlî pêk were ye. Lê ji ber pênaseya ‘herêma ewlehî’ ji aliyê hin terefên Suriyeyiyan ve li hesasiyeta wan dikeve bi vê awayî tê îfade kirin. Di serê van terefan de rêveberiya Şam û mutefîkê wî Îran hene. Bêguman ev hevpeyman ne îdeal e. Lê em tevlî nêrîna Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a derbarê vê mijarî dibin. Ev hevpeyan, eger bê pêkanîn dê zêdetirê sedî 50 qrîza Suriyê çareser bike.”

Serkeftina vê hevpeymanî çiqas e?

Berpirsiyarê rojnameyê Abdulbarî Atwan, di nivisa xwe de wiha didomîn e:

“Eger her alî vê hevpeymanî pêk bînin wê riya vegera bi deh hezaran, belkî jî sedhezaran koçberan a Suriyeyê vebe. Dîsa, xistina alîkariya gida û amûrên alîkariya însanî bi hêsanî bikeve welat. Lê ya herî girîng dê agirbest destpê bike û xwîna dirije bisekine. Karibin pêkanîna hevpeymanê rewşek bi mantixî ye. Lê mixabin nepêkanîna wê tam felaketek e. Encax di heman demî de îhtîmala xirabibe jî li ser maseyê disekine. Lewra ji hin hêzan re di vê hevpeymanî de tu rolek nehatiye dayîn. Vaye ev hêzan ji ber tu rolek nedane wan dê hevkarên xwe yên di heremê de û aboriya xwe bikar bînin û bixwazin vê keştiyî noqî avê bikin. Lewra van hêzan an jî aliyan, di hevpeymanên başqe de vê helwestî danîbûn holê.”

Trump û Rojhilata Navîn

Serokê Dewleta Filîstînê Mahmut Abbas ziyareta wî ya li DYA’yê û siyaseta Donald Trump a Rojhilata Navîn di ragihandina vê hefteyî de mijarên herî zêde derketibûn pêş in.

Bi taybetî Donald Trump ziyareta yekemîn a derveyê welat wê li Îsraîlê bike û di vê çerçoveya gera li Rojhilata Navîn de wê Erebîstana Siûdî ziyaret bike, rê dide ku di demên dawî de Serokê DYA’yê her tim di ragihandina Ereban de cih bigire.

‘Feydeya Trump ji Filîstiyan re tune ye’

Li gor ji rojnameya Online a Filîstînê Îyad El Karafî, wê filîstînî tu tiştekî ku ji Trump xwestin nikaribin bistînin:

“Wê filîstînî ji Trump tu heq an jî serkeftinê bidest nexe. Pê ve girêdayî, hevdîtina Mahmûd Abbas a bi Trump re serkeftinek nîne, berovajê wê, di hêla welatparêziyê de barek e.

Bila Mahmut Abbas vegere polîtîkayên di asta tolhildanê û dijminahî ya li ser Gazzê û girtiyên filîstînî yên tên piştguh kirin, qûtkirina meaşên malbatên şehîdan, pirsgirêkên elektrîkê û bi rêveberiya dagirkeriyê re polîtîkayên kordînasyonê ya ewlehiyê re berdewam bike.”

Ji rojnameya El Eyyam a Filîstînê Recep Ebû Serreyya, nivisand ku Trump şensê xwe bi destavêtina mijarekî zor re diceribîne:

“Qesra Spî, ji bo dosyaya Filîstînê bigire dest wê demek dirêj bixebite. Ev jî tê wateya ku rêveberiya nû di derbarê vê mijarî de wê bi rêveberiya berê re heman polîtîkayî nemeşîn e. Qesra Spî, ji bo çareserkirina vê mijarî dibe ku bibîne ya her du aliyan li ser maseya diyalogê rûnîne noqteya herî girîng e.”
‘DYA dixwaze di ser heremê de peyamê bide gelê xwe’

Rojnameya El Ahram a Misirê, îdea kir ku rêveberiya DYA’yê dest avêtina pirsgirêkên heremê re ketiye derdê ku xwe ji gelê xwe re îspat bike de ye.

“Rêveberiya Amerîka ya nû dixwaze di pirsgirêka Filîstînê de pêşketinek pêk bîne. Bi vê re dixwaze peyamekî bide gelê xwe ku ‘di hêla çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî de em ji rêveberiya berê zêdetir hakim in’. Li aliyê din jî ev dide nîşandan ku di cîhanê de pêla terorê her çiqas diçe bilind dibe, divê pirsgirêkên heremê demek kurt de bê çareserkirin û teror bi temamî bê tengavkirin.”

07.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

HİKUMETA AKP’ê Û DANASÎNA ATATURK WEKE XWEDAYÊ DEMÊ

Dewleta Turk bi hemî şêweyî dixwaze komkujî û reftarên hovane yên imperetoriya Osmanîya û kiriyarên Kemal …

اترك تعليقاً