LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakûrê Suriyê-7

Federaliya Demokratîk û Bakûrê Suriyê-7

Xwe-Parastin di nav pêkanîna teorî û jiyanî de

NAVENDA NÛÇEYAN – Xwe-Parastin, têgîna ku her sîstemekê li gorî feraseta xwe pênase û pergalek cihêwaz jê re saz kiriye, lê îro li Rojava bi felsefeya netewa demokratîk û sîstema federasyona demokratîk civakî buye û veguherî ye mafek di destê her zindî, ferd, kom û netewe.

Di sîstema xweseriya demokratîk de, parastin cihekî gelekî girîng digire û wekî ku “ev nebe nabe” tê dîtin. Em ê pergala parastinê ya xweseriya demokratîk di vê beşa xwe de vebêjin, lê belê beriya wê pêdivî heye ku têgeh û pergala “parastinê” hinekê bê vegotin. Ji ber ku di herikîna dîrokê de parastin jî wekî gelek mijarê din ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Lewma pênasekirin wê mijara me hîn ronîtir bike.

Pênasekirin

Têgeha “parastin” wekî, “Li hemberî êrîşeke ku li hemberî jiyan an jî tişteke aydî wan pêk tê xweparastina mirovek, komikek, heywanek an jî komek heywanan û hemû zindiyan e” hatiye pênasekirin. Wateya ferhengê ya têgehê ev e.

Ger ku parastin li hemberî êrîşekê be, wê demê pêdivî bi pênasekirina têgeha “êrîşê” jî heye. Êrîş jî, wekî, “Li hemberî tiştekî yan jî zindiyekî ku wekî ‘nêçîr’ tê binavkirin kuştin, tunekirin, bêbandorkirin (tirsandin, girtin, birîndarkirin û hwd.) desteserkirin” hatiye pênasekirin.

Di mirov û zindiyên din de parastin

Hemû zindiyên di xwezayê de xwedî mekanîzmayek parastinê ne. Mînak sitriyên jûjî, kelemên gulê, pençeya bazekê, neynuka pisîkê mînakên vê mekanîzmayê ne. Ji bo mirovan heta ji bo sewalan parastin bi kombûnê gengaz e. Heywan an jî zindiyek din, ji zayînê ve xwedî refleksek parastinê ye. Hem bi tena sere xwe, hem jî bi komî mekanîzmaya parastinê pêk tînin.

Lê ji bo mirovan parastin hinekî cudatir e. Mirov dema nû tên dinyayê, xwedî parastin nîn e. Lewma heta ku mezin nebe û di nava kombûnekê de nebe, nikare xwe biparêzin. Di vir de jî pêdivî bi civakîbûnê heye. Heta ku civak nebe, mirov nikare bifikire, biaxive, tiştekî çêbike û biafirîne. Bi gotineke din tişta ku nasnameyê dide mirovan civakîbûna wan e. Yanî civakîbûn mirovan, mirov jî civakîbûnê diafirînin.

Klan û parastina xwezayî

Wekî mînaka civakîbûna yekemîn di komikên klanan de ku wekî koçberan jiyan dikin, li hemberî tehdîtên xwezayê parastin esas e. Mirovan li hemberî serma, baran, lehî, qerisîn û êrîşên heywanan li şikeftan jiyan kirine. Ev jî wekî refleksa yekemîn a parastinê tên binavkirin. Ango parastina xwezayî ye.

Parastin ji wateyê hat derxistin

Piştî pêşketinên civakî û afirîneriyan madî êdî parastin û êrîş jî wateyek nû girtine. Di vir de li rex tunekirina fizîkî, êrîşên li ser nasnameyan jî destpê kirine. Çîrokên ku di mîtîlojiyan de hatine vegotin, yanî êrîş û parastinên klan, kabîle, eşîr, û dewlet bajaran ên li hemberî hevudin, mînakên vana ne. Divê ku şerê di navbera zayendan de jî wekî mînak bê nîşandan.

Di vir de tişta ku divê mirov li ser bisekine ew e ku parastin ji wateya xwe hatiye dûrxistin û rengekî nû girtiye. Bi hîyerarşî û dewletê re, ji bo parastina berjewendiyên desthilatdariyê qanûn û hiqûq hatine avakirin. Li gorî vê yekê parastin ji bo hebûna desthilatdariyê heye. Yanî parastina ziman, çand, nasname yan jî baweriyekê mafekî xwezî û rewa ye, lê ger ku ev bi qanûnan hatibin qedexekirin, parastina wan dibe sûç. Di vir de parastin û êrîş cihê xwe diguherin. Li gorî qanûnan parastina ziman dibe êrîş, qedexekirin ji dibe parastin.

Xweserî û ewlekarî

Heta avakirina netewe dewletan li rex qedexeyan, xweseriyên herêmî, netewî jî hebûna xwe domandine. Mînak di nava Osmaniyan de, qanûnên ku gelek tiştan qede dikin hene, lê herêmên xweser jî hebûn. Kurdistan jî wekî herêmeke xweser (eyaleta Kurdistanê) hatiye qebûlkirin. Di vir de kurd gelek biryaran bixwe digirin, lê dîsa girêdayî Osmaniyan e û leşker didinê. Xweserî jî girêdayî qanûnên Osmaniyan e.

Lê bi avakirina netewe dewletan re ev xweserî jî, ji holê rabû û êdî qirkirinên fizîkî, çandî, ziman û civakî destpê kirin.

Bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn netew, ziman, çand û erdîngarî hatin înkarkirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de komkujiya li hemberî ermeniyan mînakek viya ye. Her wiha qirkirên li ser kurd, asûrî, suryanî, keldanî ji aliyê dîroknasan ve wekî mînak tên nîşandan. Ziman, çand, nasname û hemû nirxên wan hatin înkarkirin. Lewma parastina wan jî çênebû.

Li çar perçeyên Kurdistanê bi zîhniyeta “yek ziman, yek netew, yek dewlet, yek al” hemû nirx û dewlemendî hatin înkarkirin. Bi taybetî rejîma Suriyeyê li Rojavayê Kurdistanê kurd wekî welatî jî qebûl nekirine. Her hewldanek kurdan a ji bo mafên wan, wekî êrîşekê hatiye binavkirin û li ser navê parastina dewletê hatin pêpeskirin.

Xweseriya Demokratîk û parastina

Li gel têkoşîna Azadiya Kurdistanê, parastin jî, ji nûve hat pênasekirin û rêxistinkirina civakê li ser vî esasî hate çêkirin. Ev jî wekî Parastina Rewa hate binavkirin. Bi gotineke din parast wekî, “ji bo parastina di her warî de, xwebirêxistinkirina civakê û di vê çarçoveyê de têkoşînkirin e” hate pênasekirin. Ev bi rengê rêxistinbûna leşkerî jî dibe, bi rengên parastina hemû nirxan jî dibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi nave “Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De” ji bo parastinê wiha dibêje: “Em dikarin ji viya re bêjin aliyê ewlekariyê jî. Yanî em qirkirinê digirin dest. Li vir qirkirin hemû cureyên qirkirinê digire nava xwe. Tenê behsa qirkirina fizîkî nakim, behsa qirkirina çandî û her cure qirkirinan dikim. Civak wê li vir parastina xwe ya cewherî ava bike. Bi vê yekê re ez tenê behsa rewşeke ku di dest de DAXUYANIYA -HPG-6 LESKER HATIN KUSTINçek heye nakim. Parastina cewherî ew e ku gel ewlekariya xwe bixwe pêk bîne ye. Ez behsa wê dikim ku civaka demokratîk li her qadê xwe birêxistin bike, sazumaniya xwe ava bike, xwe bigihîne sîstema xwe ya ewlekariyê. Gel dikare viya hîn zêdetir nîqaş bike û bigihîne encamên cudatir. Ev aliyê ewlekariyê, parastina cewherî ya gel qasî nan, av û hewa girîng e. Ev nebin jiyankirin nabe.”

Ocalan ji bo pêkanîna viya jî, civaka demokratîk wekî rêya çareseriyê pêşkêş dike û de xwebirêxsitinkirina girêdide esasên exlaqî û polîtîk. Li gorî vê kurd û netewên din pêwîste destpêkê parastina nirxên xwe pêk bînin, piştre jî bi hevre sîstema netewa demokratîk jiyanî bikin.

Li Rojava parastin

Di sîstema xweseriya demokratîk a Rojava de jî, parastin xwe dispêre fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li gorî vê yekê, parastin hem di aliyê leşkerî de, hem jî di aliyê civakî, çandî û perwerde de çêdibe.

1-Aliyê Leşkerî

Dema ku di 15’ê Adara 2011’an de li gelek deverên Suriyeyê pêngava şoreşa dest pe kir, li Rojava jî xebatên parastinê ku ev bi dehan salan de dom dikirin, veguherîn sazumaniyê. Li hemberî êrîş û qedexeyan kurdan xetên parastinê ava kirin.

YPG

Pêngava herî girîng di aliyê leşkerî de hat avêtin. Xebatên ku bingeha wan di sala 2004’an dehatibûn avêtin, di sala 2011’an de bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) veguherî rêxistinbûnê. Di 19’ê Tîrmeha 2012’e dema kurdan li Kobanê soreş destpê kir, YPG jî wekî hêza parastina Rojava hat îlankirin.

Bingeha hêza netewa demokratîk

YPG destpêkê ji kurdan pêk dihat, lê di çarçoveya fikra jiyana hevpar û netewa demokratîk de, her ku herêmek ji rejîm û çeteyan hat rizgarkirin, ji neteweyên din jî tevlîbûna refên YPG’ê destpê kir û wekî pêlekê mezin bû. Rêxistinbûna YPG’ê, ji zihniteya artêşa dewleta cudatir, li ser esasê civakîbûnê hatiye avakirin. Lewma hemû beş tê de cîh girtin. Di vê çarçoveyê de ji eşîrên ereban û pêkhateyên suryanî gelek ciwan tevlî YPG’ê bûn. Di nava demê de jî tabûrên xweser ên ereb û suryaniyan hatin avakirin. Piştî demekê jî gelek ji wan tevlî YPG’ê bûn. Hêza Senadîd a ereban û Zêrevanên Xabûr a Asuriyan û Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan çendek ji van mînakan e.YPJ

Beşek bingehîn a parastinê jî, jinan pêk aniye. Jinên ku destpêkê di nava YPG’ê de cîh girtin, Di 4’ê Nîsana 2013’an de wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rêxistina xwe ava kir.

Vê xebata parastinê di parastin û rizgarkirina herêmên Rojava de rola sereke lîstin. Lewma li aliyekê pêkateyên herêmê nêzî hev kirin, li aliyê din jî bingeha hêzek parastinê ya tevahiya Suriyeyê ava kir.

Hêzên Hevpar

Di 10’ê îlona 2014’an de hêzên YPG’ê bi tabûrên Lîwa El-Tewhîd Şerqî, Siwar Reqa (Şoreşgerên Reqa), Tabûrên Şems El-Şemal ên girdayî tabûrên Fecer El-Huriye, Seraya Cerablus, Eniya El-Ekrad, Şoreşgerên Umenai (emîn) Reqa, Artêşa El-Qesas, Lîwai El-Cîhad Fî Sebîl Ellah bi hevre hêza hevbeş a bi navê Burkan El-Firat ku dê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin ava kirin. Di 27’ê jî îlonê de li Serêkaniyê Odeya Parastina Hevbeş hate avakirin.

Bi avakirina van hêzên hevbeş re, ji bilî herêmên kurdan, herêmên ereb û asuriyan jî hatin rizgarkirin. Ji Til Koçer heta Minbicê di xeteke gelekî mezin de bi sedan bajarok, gund û gundok hatin rizgarkirin.

Hêza Parastina Sûriyeyê: QSD

Hêzên parastinê yên Rojava, di demeke ku hemû cîhan ji ber çeteyên DAIŞ’ê direviyan de, bûn hêza yekemîn ku çete têk birin û bi berxwedana xwe deng vedan. Her wiha ji bo tevahiya gelan bûn hêvî. Wekî encamek wê, ji gelek welatên derve û netewên din şoreşger tevlî refên berxwedanê bûn. Di nava eniyên hevbeş ên parastinê de, tabûrên enternasyonel hatin avakirin.

Ev pêla ber bi azadiyê ve, ji bo tevahiya Suriyeyê jî hêviyek mezin ava kir û veguherî rêxistinbûnek mezintir. Di 15’ê Cotmeha 2015’an de 13 hêzên leşkerî yên şoreşger ku temsîla tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dikin, hatin cem hev û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îlan kirin.

Ev 13 hêz jî ev in: Yekîneyên Paratina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Sûriyanî (MLS), Burkan El-Furat (Seraya Cerablus, Umenai El-Reqa, Ceyiş El-Qîsas, Lîwai El-Cîhad Fî Sebîlî Ellah, Şoreşgerên Reqayê, Şemis El-Şemal, Tugaya El-Selacîqa, Kombûna Tugayên Cizîrê, Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Tugaya 99, çalakiyên taybet 455, Ehrar El-Zawiya, Tugaya Sultan Selîm, Tugaya Şuhedai Etarib), Tugaya El-Tehrîr, Tugaya 99.

Paştî demekê 13 komên din jî tevlî QSD’ê bûn. Ev hêz jî wiha ne: Tugaya Ehrar El-Reqa, Ehrar Cerablus, Tabûra Şehîdên Firatê, Kombûna Tabûrên Firat Cerablusê (Tabûra Firsan Cerablus, tabûra şehîd Zekî Cadir, tabûra şehîd Mûîd Cadir, tabûra şehîd Cuma Cadir, tabûra şehîdên Cewadir û tabûra Dirih El-Firat), Tabûra Şuheda El-Sed (Şehîdên Bendavê), Tugeya Şehîd Kazim Arif a girêdayî Ceyş El-Siwar, Tugeya Cund El-Heremên, Lîwaa Siqûr El-Badiyê (Tugaya Bazên Bejahiyê) , Kombûna togayên Firat di nava wan de jî Lîwa Cind El-Heremên, kombûna togayên şehîdên Firatê, Togaya Tirkmenên Minbicê û lîwa El-Qosî.

Ji bilî van hêzan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di 2’yê nîsana 2016’an de hat îlankirin. Di operasyona rizgarkirina Minbic û gundewarên wê de, Meclîsa Minbicê û QSD bi hevre li dijî çeteyan şer dikin.

Belavkirina zîhniyeta parastina rewa

Artêş bi dîsîplîna xwe tên nasîn. Ger ku hindik valahî çêbibe, dibe sedema alozî û belavbûna. Di artêşan de ev mekanîzma bi darê zorê û qanûnên hişk tê pêkanîn. Lê hêzên parastina Rojava û Bakûrê Suriyeyê berevajî vê mekanîzmayê zîhniyetek ava kiriye. Gelo çawa dibe ku bi dehan komên ji hev cuda û xweser, dîsa ji pêkhate û erdnîgariyên cuda di mijarek wekî leşkeriyê de bi awayekî hevbeş têdikoşin?

Bersiva vê pirsê jî, di xebatên hêzên parastinê yên perwerdeyê de ye. Li gorî lêkolînên me û hevdîtinên ku me hem bi rayedarên van hêzan re , hem jî bi gel re kirine, hêzên Rojava û Bakûrê Suriyeyê xwe wekî perçeyek esasî yê civakê dibînin. Ji jor de lê nanêrin û baweriyek bi vî rengî daye gelan. Ev bawerî jî, di dema operasyonan de bi nêzîkahiya li hemberî sivîlan, rizgarkirin û parastina wan, dîsa bi danustendinên gel re hatiye avakirin.

Li aliyê din jî bi akademiyên ku hatine avakirin zîhniyeta parastina cehwerî ji hemû şervanan re tê dayîn. Bi vê mebestê jî, ji Efrîn heta Dêrikê, bi dehan akademiyên perwerdeyê hatine vekirin. Ji bo ku perwerde encamek hîn baştir bide û şervanên her pêkhateyekê bi zimanê xwe fêr bibe jî, akademiyên taybet ên ji bo şervanên ereb hatine vekirin. Dîsa hêzên parastinê yên Suryanî jî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Bi riya van akademiyan zimanek hevpar ê parastinê tê qezençkirin û li gorî di jiyanê de tê pêkanîn.

2-Aliyê civakî

HPC, HPC-JIN

Di aliyê civakî de jî ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand, aborî û civakê xebatên berfireh hatine meşandin. Di warê civakî de xebatên herî berfireh ên birêxistinkirinê û parastinê bi riya komîn meclîsan tên meşandin. Di her komînekê de komîteyên parastinê hatine avakirin. Ev komîte di meclîsên bajaran digihîjin hev, ji wir jî li ser asta kantonan dibin hêzên parastinê. Ev jî di bin sîwaneya Hêzên Parastina Civakî (HPC) de kom bûne.

Ji bilî HPC’ê, ji komîteyên parastinê yên komînên jinan û yên giştî Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-JIN) hatiye avakirin.

Ev hêz ne hêzek wekî artêşan e, bi temamî ji aliyê gelê sivîl ve hatine avakirin di parastina, gund, gundik, tax û bajaran de cîh digirin.

Mijarên perwerde û aborî jî, qadên sereke yên ku gelên herêmê heta niha nekariye xwebirêxistin bike û hemû mafên wan hatine desteserkirin e. Lewma di van herdu mijaran de jî xebatên girîng hatine meşandin. Di vê çarçoveyê de sîstema perwerdeyê ku hemû pêkhateyan digire nava xwe hatiye avakirin. Li gorî vê her neteweyek dikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Mînak li Kantona Cizîrê zimanên kurdî, erebî û suryanî wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin.

Ji bo parastina nirxên aborî û pêşxistina wan jî pergala koperatîfan esas hatiye girtin. Bi vî rengî hem pêşiya xizanî û keysbaziyê tê girtin, hem jî hemû beşên civakê tevlî hilberînê tên kirin.

Hevpeymana Civakî

Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyê jî van xalên me li jor rêz kirin bi riya rêgezên gîştî, maf û azadiyên gîştî, pergala civakî û hikmên gîştî parastine.

Di xala 3’yemîn a reşnivîsê de mafê hemû zimanên gelên di federasyonê de dijîn wekhev hatine destgirtin û wiha tê gotin”Hemû zimanên heyî di “Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê” de wekhev in di hemû qadên jiyana civakî, rêveberî, fêrbûn û çandê de. Her gel, jiyana xwe bi rêxistin dike û karûbarên xwe bi zimanê xwe dimeşîne.”

Ji bo parastina ekolojiyê di xala 12’ehemîn de wiha tê gotin: “Avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk ji bo rawestîna danûstandina neheqî ligel xwezayê, talankirin û wêrankirina wê û li mirov tê nêrîn ku ew zindiyê herî girîng ji pêkhateyên hebûna xwezayî ye”.

Di xala 27’emîn de “Nabe ku ti kes bê biçûkxistin an jî bi sedema cudahiya di reng, zayend, etnîk, ol û bawerî de bê dûrxistin.” Di xala 28’emîn de jî :”Her kes mafdar e ku parastina xwe bi awayekî rewa li dijî serkutkirin, stem, danûstandina xerab û biçûkxistinê rabe.”

Her wiha li gorî xala 37’emîn “Mafê xweparastinê mafekî pîroz e, nabe ku bê tengkirin û zagon mafê dadgerînê ji her kesî re, misoger dike.”

Ev û gelek xalên din ên vê reşnivîsê mafên her ferd, zindî, kom û netewekê yên xweparastinê misoger dike.

SIBE: XWESERÎ Û ABORIYA KOMÎNAL

08.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً