LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Li gundê Mişêrfa ku li ser riya Meskene û 18 km li rojavayê Tebqayê dikeve, 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û tangek îmha bû.

* Li 2 taxên Tebqa Nû şer û pevçûnên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dijwar bûne. Heta niha herî kêm 19 çete hatine kuştin.

* Komîteya Xizmetgozariyê ya Meclîsa Sivîl a Reqqa li bajarê Tebqayê 5 firin vekirin. Firinên hatine vekirin nan bi nîvê qîmet li welatiyan belav dikin.

* 870 koçberên ji herêmên Şehba û herêmên din ên Sûriyê gihştin kantona Efrînî.

* Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrînê Arîfe Bekir xwest, nerazîbûn li êrîşên artêşa Tirk ên li dijî kampa Rûbar bê nîşandan.

* Rêxistina PYDʹê ya Holanda 3ʹyemîn kongreya xwe bi beşdarbûna dehan delege û mêvanan lidar xist. Di kongreyê de meclîseke nû ji 7 kesan hate hibijartin, her wiha rêze biryarên xebatan hate standin.

* Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed diyar kir ku itîfaqa Astana di encama rasthatina berjewendiyên Tirkiyê, Îran û Rûsiya de pêk hatiye.

* Serokê nû yê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye hate hilbijartin. Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye. Aliyê Kurd jî piştgiriya Sêf dikir.

*Artêşa Sûriyê li sînorê Libnanê herêma Kalamun Al Garbi ji milîtanan paqij kir û qadeke 113 kîlometroyî xiste bin kontrola xwe.

* Otobuseke li Şamê yê Sûriyeyê ku ber bi bajarê Suveydeyê ve diçû bi qumandayê 5 bombe hatin teqandin.

* Hêzên rêjîmê li taxa Qabûna Şamê bi caran rêkeftina navçeyên aram binpê kirin.

* li gundewarê rojhilata  Derayê  3 welatiyan canên xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn, di topbarana hêzên rêjîmê de li bajarokê Xariya rojava

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên pêşmerge û gerîla yên li Kerkûkê kirin. Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin. 2 pêşmereyan jiyana xwe ji dest dan, 6 pêşmerge jî birîndar bûn.

* Rêveberê asayîşa navçeya Xurmatû Farûq Ehmed ragihand ku kiryarên kuştina welatiyan li Xurmatû berdewamin, di nava çar mehan de 16 welati ji aliyê komên çekdarên teroristî ve hatine kuştin.

* Ji aliyê artêşa Iraqê ve taxa Mişêrf  a Mûsilê hate rizgarkirin.

* Rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êriş kir, di encama êrişê de 9 polîsên federal hatin kuştin.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Li Girtîgeha Karataşê ya vekîrî ya Edenegirityên edlî êrîşî girtiyên siyasî kirin û di encamê de girtiyek bi sivikî birîndar bû.

* Dewleta Tirkiyê biryara girtina 17 dadmen û şeş dozgeran hat bi tawana endamtiya rêxistineke çekdar a terorîst ya  Fethulla Gulen.

* Wezîrê dadmendiya Tirkiyê Bekir Bozdag da zanîn ku wê serdana Amerîkayê kir, û bi hevtayê xwe yê amrîkê Jeff Sessions re radestkirina Fethulah Gulen gotûbêj kir.Û

CIHAN

* Dengdayîna tûra duyemîn ya hilbijartinên Fransayê ji duh ve destpêkiriye. Vê carê rekabeteke dijwar di navbera du nazmetan  de çêbibe. Wê Emmanuel Macron û Marîne Le Pen de be.

* Şêwirmenda Almanya Angela Merkeldi daxuyaniya xwe de pesnên NATO da û ragehand, girêdana Kirimê bi Rûsyayê ve dê bibe sedemê bê ewlehiya navçeyê.

* Wezareta berevaniya Amerîka Pentagon ragihand ku leşkerê hêzên deryayî yê Amerîka yê li Somaliyê hatî kuştin di dema şerê dijî gurûpa terorîst el-Şebab de, serokê hêzên taybet ên şer Kyle Miliken e.

07.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً