LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz /  Ji bo pêşketinên dawî çend tespît-ANALÎZ

 Ji bo pêşketinên dawî çend tespît-ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN- Di pêşketinên dawî de derket holê ku qrîza heyî êdî ji hêzên navneteweyî jî derbas kiriye, ji bo vegera çareserkirina pirsgirêkên heyî dereng mane û nikarin ji navê derkevin. Ji bo di heremê de mayînde bibin hemû hêz ên navneteweyî û heremî di nava lêgerîna îtîfaqan de ne, tenê yê van cuda tevdigere hêza ku sîstema federaliya demokratîk danîne û tenê bi hêza xwe bawer e.

Aloziyên Rojhilata Navîn bi derbasbûna xwe ya di sala heftan de gelek guhertin û hevsengiyên nû bi xwe re anîn. Di naverako hewildanên çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên aloziyê de tu hewildanên cidî derneketin pêş. Li beranberê vê yekê hemû hewildanên heyî û hatine pêşxistin di xizmeta pêngava veguhêz de û ji bo dirêjkirina temenê aloziyê de bûn. Di vê qonaxa veguhêz de dirûşmeya tunekirina rêxistinên radîkal ku DAÎŞ serkêşiya wê dike herî li pêş bû û li ser vê bingehê hem hêzên herêmî û hêzên navnetewî gav davêtin û siyaset pêşdixistin. Berxwedana ku gelê Kurd pêşxistiye li hember tarîtiya DAÎŞ`ê ji bo gelek aliyan weke bazareke siyasî ya serkeftî hat dîtin. Nîqaşên herî li pêş ên vê demê pêngava piştî tunekirina DAÎŞ`ê û rizgarkirina Reqa û Musilê ye. Lewma hazirtiyên tevahî hêzên eleqedar li ser bingeha amadekariyên pêngava nû û parvekirina deveran e. Di qrîza Sûriyê de hewildanên çareseriyê yên bê encam dewam dikirin, hem civînên Cinêv û hem jî Astana guhertineke nû û cûda bi xwe re neanîn. Ji bo vê yekê jî çend hemleyên leşkerî hatin birêvebirin. Her wiha di bin berjewendiyên veşartî de hêzên dagirker ên weke Dewleta Tirk planên nû pêşxistin û li ser vê esasê bi hêzên herêmî yên dîtir re ketin nava liv û tevgerê.

Trump-Putîn û lêgerîna îtîfaqan

Bi hatina komariyan li ser desthilatdariya Koşka Sipî hevsengiyên hêzan li Rojhilata Navîn ê ku di van salan de hatibû avakirin têk çû. Di serdema rêveberiya Barak Obama de Amerîka siyaseteke nerm li beramberî pirsgirêkên cîhanî nîşan dida. Bi hatina Donald Trump re ev itîfaqên demkî hatin têkbirin. Yek ji van nemaze lihevkirina derbarê bernameya atomî ya Îranê de ye. Êrîşa hewayî ya li ser belafirgeha leşkerî ya Şi`êratê li Humusê ji encamên xwe yên leşkerî derbasdar e. Di bingeha êrîşê de peyamek girîng ji aliyên şer re ye, hem li ser axa Sûriyê û hem ji tevahî cîhanê re. Di şeş salên derbasbûyî de li ser aloziya Sûriyê derket pêş ku helwesta Amerîka beramberî mandin û çûyîna Esed ne zelal e. Pir caran bi dev digotin “mandina Esed ne rewa ye”, lê tu helwesteke wan ê cidî ji bo lêdana rêjîmê û rûxandina wê tune bû. Siyaseta wan a destekdayîna mûxalefetê jî tu encam negirtin ji ber ku piraniya komên dihatin perwerdekirin li Turkiyê ne girêdayê Amerîka bûn û berjewendiyên Turkiyê bêtir didan meşandin. Ango Amerîka hîsnedikir ew xwediyê wan komên çekdar e. Berovajî vê yekê hevkariya wan bi Kurda re û encamên erênî li ser erdê hatine bidestxistin hişt ku ev têkilî şênber bibe. Lê hevkariya Amerîka bi Kurdan re asta têkiliyên taktîkî derbas nekir. Sedem jî ewe ku Gelê Kurd şert û mercên xwe  li ser wan ferz dikin û neqebûlkirina Tirkan ji vê siyasetê re ye. Amerîkî ji bo bijareya hevpeymanê xwe ya stratejîk di navbera Kurdan û Turkan de vekirî dibêjin ku ew Tirkan didin pêş. Dixwezin hevsengiyekê di têkliyên xwe bi Kurdan û Tirkan re ava bikin. Lewma li Bakûrê Kurdistanê li beramberî hovîtiya Tirkan bêdeng dimînin û di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê hewil didin tevgera azadiyê û Gel ji hevûdun qut bikin.

Piştî civîna Astana-4 de ji hêla Rusya, Îran, Tirkiye û Rejîm ji bo 4 heremên li Suriyê biryara “Heremên Ewlehiyê” bê avakirin, hat dayîn. Armanca vê biryarî ew e ku hemû komên çeteyên li heremê aliyên xwe belî bikin, yên li derveyê vê biryarî bimînin li hemberê wan şer bikin e. Ev jî dide xûyakirin ku dewleta tirk hevkarên xwe yên li heremê El Nusra û Ehrar El Şam ji çav derxistiye. Dewleta tirk dixwaze van komên çete di Idlibê û derdora wê de bi hev bide şerkirin û bi riya Ceyş El Îslam bikeve Idlibê. Amerîka û Rusya ji ber ku dewleta tirk wê ne demdirêj di wir de bimîne, ji bo demek kurt niha wê dengê xwe nekin. Lê dewleta tirk jî dixwaze vê nermbûyînî bikar bîne û çewa Cerablus, Ezaz û El Babê dagir kir, dixwaze bikeve Idlibê jî. Bi vê yekî dixwaze li ser maseya Amerîka û Rusya ji bo riya ber qerexa Behra Spî hatiye danîn, rûnê û bikeve nava bazartiyê.

Îran di nava metirsiyê de ye

Li beramberî van pêşketinan bêdengiya Îranê derdikeve pêş. Siyaseta Îranê li beramberî van pêşketinan her çiqas ne zelal be jî lê ji ber dizane piştî Suriyê wê dor were wî, aloziya di Suriyê de bi riya Hizbulahê û çeteyên girêdayên xwe re dixwaze kurtir bike. Îran ku di vê demê de hem bi hilbijartinên xwe yên hundirîn re mijûl dibe û hem jî ji bo di qada heremên şer de bibêje “Ez jî heme” di nav lêgerînan de ye. Tiştê balkêş ewe ku aliyê mûhefezkar û radîkal di hazirtiyên ji hilbijartinan re li pêş in û ev yek jî girêdayê guhertina hevsengiyên hêzan en li herêmê ye.

Siyaseta rejîmê beramberê deskeftiyên kurdan 

Ji destpêka Şoreşa Gelan de nîzama El Baas nêzîkatiyên xwe yên şovenîst li hember îradeya Gelê Kurd neguhertiye. Dem dem helwestên wan ên dijber derdikevin. Hin caran peyamên weke “Aliyê bi dagirkeran re bibe alîkar dagirker e” didin û hin caran jî helwesteke nerm nîşan didin û derfetên nîqaşên di pêşerojê de derdixin pêş. Nîzama El Baas hetanî roja me ya îro rastiya Kurdan qebûl nekiriye û her tim ew nêzîkatiya wan a nijadperest li pêş e. Di heman demê de di helwestên Rûsan de jî li beramberî Gelê Kurd nezelaliyek heye ji bo ku Rûs her tim hevkariya nîzamê bi Kurdan re didin pêş û nîqaşên wan bi nîzamê re derbarê pêşeroja Kurdan li Sûriyê asta rêvebiriyên herêmî derbas nake. Ji bo vê yekê jî nîzam bi dewamî di nava hewildanan de ye ji bo ji nûve avakirina dezgeh  û saziyên xwe li deverên Kurdan. Rûs baş dizanin wê Kurd li hember rêjîmê tawîzan nedin, lewma van nakokiyan bikartînin. Rûs nakokiyên di navbêra Tevgera Azadiyê û Îranê û Turkiyê jî bikartînin û dixin xizmeta siyaseta xwe ya li herêmê. Di pêngava salekê de di şerê Sûriyê derdikeve pêş ku Rûsya gelek caran helwestên dijberî tevgera Şoreşa Azadiyê nîşan daye û pir caran bûye sedem ku projeya Gelê Kurd bê astengkirin. Nemaze lihevkirina wan bi dewleta tirk re li herêma Şehba û zextên ku wan daye meşandin ji bo ku hêzên Kurdî ji taxên bajarê Helebê derbikevin.

Êrîşa balafirên şer ên li Qeraçox û Şengalê durutiyan derxist holê

Pêvejoya herî li pêş li Turkiyê û Bakûrê Kurdistanê meseleya referendumê û desthilatdariya Erdogan bû. Bi vê yekê re gelek alozî û helwestên dijber derketin pêş.

Li dijî siyasetên AKP`ê beramberî herêmê helwestên neynî ji Ewropiyan balkêş bûn. Ev çend sal bûn Erdogan qarta penaberên Sûriyê li hember Ewropiyan dida meşandin. Lê Ewropiyan jî helwest danîn li hember kiryarên Erdogan. Lewma hemleyên wan ên propaganda ji bo hilbijartinan û serlêdanên wezîrên AKP’ê asteng dikirin. Li beramberî vê yekê gefa Erdogan ê “Ewropî wê tu carî rihet nerazin” pêşket. Bi vê gefê ve girêdayî zêdebûna çalakiyên terrorist li Ewropa mînaka London, Stokholm û Parîsê.

Li aliyê din bi ragihandina dagirkeriya Tirkan dawîbûna çalakiya Mertala Firatê re hêviyên faşîzma AKP/Erdogan çareser nekirin. Li şûna wê di koşeyekê de hatin dorpêçkirin. Hemû hewildanên wan ji bo ketina di kûrahiya axa Sûriyê de û gefên wan li dijî Gelê Kurd bê encam derketin. Armanca dagirkeriya dewleta tirk  ji daxwazên tevlêbûna şerê li dijî DAÎŞ`ê dorpêçkirina federasyona bakûrê Sûriyê bû, bi armanca ku ev ezmûn derbasî kûrahiya Sûriyê nebe. Ji ber ku dewleta tirk dixwest piştî Reqayê berê xwe bidin Musilê. Bi vê çalakiya xwe li şûna ku rastiya Federasiyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê tune bikin, wan tenê pêkanîna vê rastiyê dereng xist. Ev biryara dagirkeriya dewleta tirk bi şêweyeke hemwext bi serlêdana wezîrê derve yê DYA`ê re hat ragihandin. Lê bi rastî jî Erdogan tu feyde ji vê çalakiyê wernegirt ji ber ku hemî axaftinên Têrilson bi axaftinên wan re nakok derketin. Lê planên alternatîf aşkere bûn. Dewleta Tirk dest bi rêxistinkirin û perwerdekirina eşîrên Ereban kir û li ser vê esasê li Dîlok û Rihayê gelek civîn hatin lidarxistin. Lê ev civîn her kes dizane ku bi çend kes ên di nava eşîran de bûn û vala bû, AKP/Erdogan jî vê yekî zanibûn, lê armanca van civînan ew bû ku bide nîşandan “Vaye eşîrên ereban bi me re ne” û zemîn ji bo dagirkirina Rojava ya di Girê Spî de ava bike.

Li bakûrê Kurdistanê bi armanca bidestxistina dengên “erê” di refrendumê de hemleyeke hovane derxistin pêş. Di vê rastiyê de zêdekirina êrîşên wan li ser herêmên parastina medya, girtina siyasetmedaran û êrîşên wan ên hovane li ser axa Rojavayê Kurdistanê ye. Li hember van gefan û rastiyan stratejiya fermandariya HPG’ê  zelal e “Bi sedan fermandarên me hene li her derê şer bikin”. Çalakiya Amedê jî peyama herî xurt bû derbarê hazirtî û taktîkên nû yên şer de. Di heman demê de li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetên faşîzmê berxwedana zîndana jî encam girt.

 

Dewleta AKP/Erdogan ku ji bo êrîşên xwe yên ser deskeftiyên gelên bakurê Suriyê di Minbic, Şehba, Efrîn û Girê Spî de di nava ceribandinan de bû û encam negirt, ev car bi hevkariya PDK’ê re bi balafirên şer êrîşê Qereçox û Şengalê kir. Di encamê de li Qereçoxê di nava wan de xebatkarên ragihandinê jî heyî 20 endamên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar, li Şengalê jî yek jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bûn. Li hemberê van êrîşan bertekên gelê kurd mezin bûn û ber bi Qereçoxê ve herikîn. Piştî vê lêdanî, di navbêra YPG/YPJ’ê û leşkerên dewleta tirk de ji Efrînê hetanî Tirbêsiyê pêvçûn derketin, di encam de bi dehan leşker hatin kûştin, 2 tang û 4 wesayîtên zirxî hatin rûxandin.

Piştî bûyerê, nîqaşên Amerîka, Rûsya û PDK’ê ji vê êrîşê agahdar bûn an na derket pêş. Her kes dizane ku hevkarê dewleta tirk û vê êrîşî PDK bixwe bû. Her çiqas di êrîşa Şengalê de 5 pêşmergeyên wan hatibin kûştin jî lê dîsa jî vê rastî neguherand. Ev yek PDK di ragihandinên xwe de şûna dewleta tirk tewanbar bike, rastiyê qulibandin û gotin “hebûna PKK’ê hişt ku ev êrîş pêk hat” belav kirin. Piştre hevdîtina Nêçirvan Barzanî ya bi Erdogan re vê yekî piştrast kir û ji vê zêdetir jî hin hesabên din ku li ser Tevgera Azadiyê kiribûn bixin meriyetê bû. Amerîka ku tenê di hêla leşkerî de xwe wek e dost nîşan dide, daxuyanî da ku ‘di nava seatekî de agahî dane me û ev dem têr nekir ku em hêzên xwe yên li wir û we hişyar bikin’ derbas kir. Lê rastiya vê ew e ku dewleta tirk, Amerîka, PDK, Rusya jî ji bo ev sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Suriyê dereng bikeve, hevsengiyekî ava bikin. Her çiqas bi çend panzêrên xwe ala Amerîka li ser û seranserê sînor dewriye avêtin jî lê hêj daxwaza bila sînor ji “Gera balafirên şer re bê qedexekirin” bersivek nehatiye dayîn û wisa xûyaye ku wê qebûl nekin jî. Lê ev jî rastiyeke ku hemû hêzên leşkerî û siyasî yên bakurê Suriye, bi pêkhateyên heremê re li hember van êrîşan pişta xwe nedin tu hêzeke ji derve û bi hêza xwe parastina xwe ya rewa bikin. Ev yek di daxuyaniyên hemû siyasetmedar, sazî û leşkerên bakurê Suriyê de derdikeve pêş.

Li beranberê vê gera wesayîtên zirxî ya leşkerên Amerîkî ya li seranserê sînor, hikumeta AKP’ê aciz bû. Ev acizbûna xwe xwestin bi zimaneke gefxwarinê ya li hemberê Amerîkayê pêk bînin. Jixwe daxuyaniya yekemîn şewirmendê Erdogan İlnur Çevik a “Bi şaşitî baregehên Amerîkî yên li Rojava jî belkî bikevin nava hedefên êrîşên ku demên pêş de pêk werin be” nîşaneya vê yekê ye.

Weke planekê li dijî vîna gelê Kurd xeta îxanet jî xistin dewreyê. Hevkariya PDK’ê ya ji Tirkiyê re û pê ve girêdayî lêdana herêma Şengalê, helwestên tund li hemberê PDK’ê derketin pêş.

Li ser vê esasê mûdexeleya Îran û Turkiyê di nava YNK`ê de jî derket pêş. Durxistina xeta netewî di hundirî rêveberiya YNK`ê de nakeve xizmeta berjewendiyên netewî yên Gelê Kurd. Lê bersiva KCK’ê ya “bila tu kes xwe nexe navbera me û dijminê me” peyameke girîng bû ji bo KDP`ê û partiyên siyasî yên başurê Kurdistanê re.

Jîr ARJÎN

09.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً