LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Êrîşên dawî yên dewleta tirk û armancên wê-ANALÎZ

Êrîşên dawî yên dewleta tirk û armancên wê-ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk ku ji bo dijberiya xwe ya li ser deskeftiyên gelê kurd berfirehtir bike di nava lêgerînan de ye, bi êrîşên li ser Şengal û Qereçoxê xwest hin hevsengiyan biguherîne.

Dewleta tirk ji bo dijberiya xwe ya li ser deskeftiyên gelê kurd bi taybetî jî li ser bakurê Suriyê berfirehtir bike, lêgerîna xwe ya hem navneteweyî û hem jî heremî de didomîn e. Piştî êrîşên bi balafirên şer a li ser Qereçox a bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê, niha jî beriya hevdîtina Serok Komarê hikumeta AKP’ê Erdogan û ya Amerîkayê, fermandariya Artêşa Tirk, MÎT û wezareta karê derve ya AKP’ê çûne Amerîkayê. Bêgûman armanca çûna wan a Amerîkayê ji hêla rayagiştî ve tê zanîn, operasyona Reqayê, ji bo Amerîka piştgiriya xwe ji hêzên şoreşger ên bakurê Suriyê bi taybetî YPG/YPJ’ê vebikişîne, di nava liv û tevgerê de ne.

Êrîşa Qereçox û Şengalê gefek li hemberê hêzên navneteweyî ye jî!

Li hemberê Şoreşa Surî, projeyên ku demokrasiyê pêşbixîne yan jî aramiyê ji bo gel misoger bike berjewendiyên gelê heremê esas bigire heta niha nehatiyê pêşxistin. Projeyên ku tên pêşkêşkirin projeyên parçekirine ne. Projeyên li ser esasê di nava gelê heremê de zêdetir qrîza heyî kurtir bike ye. Yek jê dewleta tirk yê mînak bi navê Mertala Firatê ku qaşo erka wî bi dawî buyê û anha nîqaş li ser hereketekî nû jî dikin, vê carê wê milê rojhilat leşker dervê sînorê xwe bidin herikandin. Ev demeke dirêje ku dewleta tirk dixwaze bibe xwedî maf ku xaka sûrî dagir bike, xwedî pilanekî berfireh bû. Şêwaza ku dewleta tirk jî dixwaze tevlî operasyona reqqa bibe bi nêzîkbûnekî li hemberê hêzên navnetewî, gefa “Eger hûn alîkarî li ser QSD qut nekin ez ê êrîş bikim” dike. Vê yekê jî bi hinceta “Hebûna PKKê” dixwaze bide nîşandan. Dewleta tirk armanca wî ya sereke ew e dagirkirina heremê ye, pê ve girêdayî jî têkbirina vîna gelê bakurê Suriyê ye.

Berê de hevkariya DAIŞ û dewleta tirk bi belge, dîmen û wêneyên di ragihandinan de derketin, hat zanîn, niha jî hevkariya xwe bi awayek veşartî dixwaze bike. Çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberê pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Tebqayê tengav bûn, dewleta tirk jî ji bo wan ji vê tengavbûyînî xilas bike, êrîşa hewayî li ser Qereçox û Şengalê kir.

Armanceke din a êrîşa dewleta AKP’ê ya li ser gelê kurd ew bû ku ji bo nîqaşên li ser têkçûna xwe ya di referanduma 16’ê nîsanê ya derbarê serokatî û guherandina makezagonê de biguherîne ye. Dema vê yekê kir jî hem peyamekê bide Amerîkayê, Rusya û hevkarê xwe PDK’ê da ku bibêje ‘ez hêj jî di qadê de heme û alternatîfên min a ji bo têkbirina deskeftiyên gelê bakurê Suriyê hene’. Pê ve girêdayî ji bo bi taybet hemleya rizgarkirina gundewar û bajarê Reqayê lawaz bike û di heremê de hevsengiyeke nû çêbike.

Armanca êrîşên li ser ragihandinê

Dema mirov li wan gengeşî û armanca dewleta tirk/AKP/Erdogan dinêre, ji bo êrîşên xwe yên bi vê rengî bidomîne û ragihandinekê ku armanca van êrîşan deşifre neke, ev car jî ji bo girtina ragihandina azad kete nava liv û tevgeriyê. AKP/Erdogan ku piştî hilbijartina giştî ya 2015’an û beriya referanduma 16’ê nîsanê ya 2017’an hemû ragihandinên muxalif ên Tirkiye û bakurê Kurdistanê da girtin û bi sedan endamên ragihandinê xiste zindanan. Niha jî bi riya dîplomasiyê ji bo bêdengkirina Ronahî TV, Stêrk Tv Û News CHANNEL zextê li ser şîrketa ragihandinê ya Eutelsat dike. Li ser vê yekê jî ev şîrket niha biryara girtina van qenalên ragihandinê daye. Jixwe jibilî navenda YPG/YPJ’ê ya Qereçoxê hinek hedef ragihandina Rojava FM, Dengê şengal û Çira TV bû.

AKP/Erdogan cesareta xwe ji bêdengiya hêzên navneteweyî digire

Di van êrîş û daxuyaniyên hikumeta AKP/Erdogan cesareta xwe ji bêdengiya hêzên navneteweyî digire. Her çiqas Amerîka, Rusya û hêzên koalisyonê yên navnteweyî derbarê êrîşên Qereçox û Şengalê de ya Erdogan bi zimaneke nerm şermezar kirin û piştî bertekên gelê kurd ji hêla Pentagon ve leşkerên xwe bi wesayîtên zirxî li seranserê înorê bakur û rojava gerandibe jî, lê di esasê xwe de dixwaze dengeyekî çêbike. Yanî tê gotin ku ‘eger hem di hêla siyasî û leşkerî de li derveyê projeya min a di Suriyê de derkevin, em dê ji hin tiştan re çavên xwe bigirin an jî bêdeng bimîn in.”

Ararat RUSTEM

11.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً