LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şerê li ser Reqqa ya beriya sed salî

Şerê li ser Reqqa ya beriya sed salî

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek hêzên siyasî û leşkerî li benda rizgarkirina bajarê Reqqayê ji destên rêxistina “DAIŞ” ya terorîst in, da ku hewlbidin serweriya xwe li ser bajêr ferz bikin. Evan hêzên cûda ne û baş dizanin ku aliyê rasterast li rex hêzên navnetewî beşdarî şerê derxistina “DAIŞ” ji bajêr bibe dê şansa wê di serweriya dema pêş de bêtir be.

Bajarê Reqqayê ji aliyê hikûmetê û desthilatdariya navendî ya Sûriyeyê di giştî serdema desthilatdariya Baasê de hatibû paşguhkirin. Welatiyên bajêr diyar dikin ku herêma wan weke “mêtîngeheke hundirîn” bû û di aliyê geşbûn, aborî û siyasî de paşketî bû û di giştî serdema desthilatdariya partiya Baasê de tenê wezîrek di hikûmeta Sûriyeyê de hate erkdarkirin. Partiya Baasê jî her tim di dilsoziya welatiyên Reqqayê û êlên derdora wê de bi
guman bû û bi hemû hêza xwe hewl dida girêdanên siyasî û hestyariya welatiyan bi rêjîma Baasê ya li Îraqê re têk bibe. Ji ber vê yekê di hemû aliyan de paşguh kir û serweriya dezgehên ewlekariyê yên wê berfirehtir kir.

Beriya nêzî sedsalî ji şerê nûjen ê desthilatdariya Reqqayê, dema salên xemgîniya siyasî ya di navbera hilweşandina impratoriya Osmaniyan û hegemoniya dewletên dagirker a li ser statûyên nû (1916-1921), bajar û giştî herêma Cezîrê rastî şerekî desthilatdariyê yê dijwar
hatin û têde çînên siyasî, aborî, civakên herêmî bi hevpîşeyên xwe yên “niştimanî” û navnetewî re tevlîhev bûn.

Ji bo amadekirina atmosfêra herêmî ya Sûriyeyê, Fransiyan hin lihevkirin bi welatiyên herêmê re pêk anîn, hin ji van lihevkirinan hevpeymana hevkariya bi serokên hin baskên qebîleya El-Inize bi herdu beşên wê yên başûrî û bakurî bû.

Hêzên Fransî lihevkirinek bi Emîr Nûrî El-Şehlan re ku yek ji baskên başûr ên qebîleyê ye, pêk anî. Hêzên El-Şehlan di şerê Meyselûn ê navdar de yê 7’ê tebaxa 1920’an li rex artêşa Fransayê beşdarî êrîşa li dijî artêşa Sûriyeyê yê Niştimanî bû. Piştî ku artêşa Sûriyeyê yê Niştimanî têk çû, leşkerên El-Şehlan çek û pêdiviyên wan wergirtin. Piştî ku Xoro (Gouraud) derbasî Dîmeşqê bû “derbasbûna rizgarkeran” tabûreke ji siwarên Emîr Nûrî El-Şehlan di pêşiya wî de dimeşiyan, ji ber vê yekê jî Xoro milyon û nîvek frengên firansî (ango di wê demê de bi qasî 32 hezar pûlên Istarlînî) weke xelat radestî wan kirin. Her wiha misogerkirina ewlehî ya herêma derdora Dîmeşqê radestî wan kirin û li hemberî wê dê çavên xwe ji baceyên li deverên Edra ya nêzî Dîmeşqê bigire.

Li başûr, serokê baskê El-Fedaan a Êla El-Inêze Miçhim Bin Mihêd hevpîşeyekî Nûrî El-Şehlan bû û hemû peywendiyên û lihevkirinên xwe ji tîrmeha 1919’an ve bidawî kiribûn û soz da ku dê parastina spandina Fransayê li pêşiya komîteya Kîng-Krayn (King-Crane) bike û dê alîkariya hêzên Fransayê di dagirkirina hemû bakurê Sûriyeyê bike û di nava wan de bajarê Helebê, li hemberî wê dê milyonek frangên fransî werbigire û beşekî mezin ji wan pêşwext tê dayîn û ev yek bi rastî pêk hat. Di encama vê yekê de hişt ku serweriya hikûmeta Feysel a Erebî sînordar bibe û paşê li bajarê Reqqayê hate girtin û sûqî paytextê Dîmeqê hate kirin. Generalê Birêtanî Allenbî (Edmund Henry Hynman Allenby) ku weke fermandarekî leşkerî li rex hikûmeta Feysel a Erebî tevdigerî ji ber zexta rasterast a Corc Pîko nûnerê paya bilind ê Fransiya li Sûriyeyê û Lubnanê neçar ma ku wî serbest berde.

Beriya rojekê ji herikandina artêşa Fransayê ber bi bajarê Helebê ve, embarên cebilxaneyê yên mezin li herêmê rastî teqîneke gelekî mezin hatin û di encamê de 500 welatiyên bajêr ku dihatin çekan werbigirin û parastina bajêr bikin bûn qurbanî. Hin çîrok dibêjin ku hêzên Bin Mihêd ji bo ku beşê pereyên mane werbigire ev çalakî pêk anî.

Hevkariya serok-êl Miçhim Bin Mihêd bi hêzên leşkerî yên Fransayê re, beşekî ji pêşbiriya di navbera wî û mamê wî Hacim Bin Mihêd li ser serokatiya şêxên El-Fedaan bû. Mam di serokatiyê de piştî ku birayê wî Tirkî Bin Mihêd bavê Miçhim hate kuştin hatibû wîsayetkirin heta ku Miçhim mezin dibe. Lê mam girêdayî dilsoziya bi hikûmeta Erebî ya li Dîmeşqê ma û ji vê hikûmetê paya paşatiyê wergirt. Dema ku hevpeymana biraziyê xwe bi generalê Fransî Du Lamot (De Lamothe) re weke dijberiyekê ji xwe re girt dest, hevkariya Tirkên Kemalîst kir ku alîkariya darayî û leşkerî bi wî re dikir da ku şerê hêzên biraziyê xwe yê hevkarê hêzên fransî bike.

Tenê piştî yanzdeh rojan ji dagirkeriya hêzên Fransî li bajarê Helebê, general Du Lamot weke nûnerê general Xoro bi “Beg” Miçhim re hevpeymaneke veşartî îmze kir, li gorî wê Bin Mihêd weke fermandarê asayîşa bejahiyê (El-Badiyê) hate erkdarkirin, di rastiyê de tê wateya ku alîkariya hêzên Fransî di dagirkirina seranserî bakur û bakurrojhilatê Sûriyeyê de bike. Lê ev hevpeymana veşartî li gorî ku di belgeyên Fransî yên fermî de di dema pêş de hatiye gotin, Bin Mihêd weke emîrekî yan desthilatdarekî li ser wê herêmê nehatiye naskirin, lê belê tenê fermandarekî hemû êlên di navbera bajarên Cerablûsê û Girê Spî (Til Ebyedê) de bû, li hemberî wê dê bi temamî spandina Fransayê qebûl bike û li gorî perspektîfên leşkerî û qanûnî yên Fransayê tevbigere, her wiha dê hêzên El-Hecanê ku ji alîgirên wî pêk tên dê beşdarî hêz û fermandariya leşkerî ya Fransayê bibin û dê mehane 1000 lîreyên Tirkiyeyê werbigire da ku lêçûnên xwe yên taybet bide.

Lê êla El-Fedaan dîsa di navbera baskê “Kur” ku piştgiriya serokatiya Al Mihêd dikirin û baskê “El-Xirta” ku serokatiya Ibin Qihêşîş dikirin de parçe  bû. Ev kesê dawî jî dijberiya serweriya Fransayê dikir, lê li Cezîrê li hemberî dagirkeriya Fransa ya li bejahiyê li ber xwe neda, ji ber ku dijminahiyeke zor bi Hacim Bin Mihêd re dikir ku ew jî ji aliyê xwe ve dijberiya hêzên Fransayê yên alîkarên biraziyê xwe dikir ku li ser serokatiya êla El-Miçhim de di nava rikberiyê de bûn.

Di vê çarçoveyê de, Hacim “mam” lihevkirinek bi hikûmeta Erebî ya li Dîmeşqê re pêk anî, da ku dagirkeriya Fransayê li Cezîrê asteng bike, ango bi riya hilweşandina pira navdar a Cerablûsê ya li ser çemê Firatê û li hemberî wê dê mehane mûçeyekê bi qasî 3000 dirav werbigire, her wiha mehane dê 800 pîvanokên genim û 600 çek werbigire. Ev hevpeyman di bingeh de bi “Komeleya El-Ehid” a Îraqê re ku efserê Îraqî Yûsif El-Izawî weke cîgirê Hacim hate erkdarkirin, pêk hat.

Hacim Bin Mihêd di 10’ê tebaxa 1920’an de û bi hevkariya fermandarê leşkerî yê Erebî li bajarê Reqqayê Remezan Şilaş “Dewleta Reqqa ya serbixwe” di bin ala Erebî de ragihand. Şilaş beriya wê fermandarê şoreşa bajarê Dêrazorê li dijî Birêtaniyan heta dawiya sala 1919’an bû. Hacim “Meclîsekî Niştimanî” ku ji 16 kesayetan pêk dihat, ava kir. “Dewleta Reqqa ya serbixwe” hêza desthilatdariya xwe ji alîkariya hêzên kemalîst werdigirt,

Kemalîstan jî di wê demê de şerê Fransayê li Kîlîkiyayê dikirin. Fermandarê hêzên Kemalîst li herêma Mezopotamiyayê Mihemed Nîhad Paşa weke alîkarî tabûreke Tirkiyeyê ya fermî ji hêza pêncemîn a artêşa Tirkiyeyê li bajarê Rihayê şand da ku qebîleyên “Milî” yên kurdî û êlên “El-Fedaan” ên Erebî ku alîgirtiya biraziyê Hacim hevkarê Fransiyan dikir, bêne dorpêçkirin.

Hikûmeta Fransayê li “Dewleta Helebê” danûstandin bi Hacim Bin Mihêd re dane destpêkirin, ji ber ku nikaribû fermana general Xoro ya derbasbûna herêmên di bin serweriya hêzên Hacim de ne di mehên destpêkê yên ragihandina dewleta wî de pêk bînin. Di dema danûstandinên general Du Lamot bi kesayetên ji aliyê Bin Mihêd re, dayîna mûçeyan ji aliyê Fransayê ji leşkerên girêdayî Bin Mihêd re pêşniyar kir û ew jî soza çavdêrî û parastina
sînorên bakur ên bi Tirkiyeyê re di bin fermandariya Hacim Bin Mihêd de bidin, nemaze li re miqdarên pereyan ên mezin.

Piştî ku Bin Mihêd nexwest dilsoziya xwe biguherîne, danûstandin têk çûn. Hêzên Fransî jî di îlûna sala 1920’an de dest bi topbarana Reqqayê kirin, lê nikaribûn serweriya xwe li ser bajêr ferz bikin, bi taybet piştî ku hêzên Kemalîst alîkariya Bin Mihêd bi nêzî 250 leşkerên Tirkiyeyê kir, ji ber vê yekê êrîşa Fransayê tenê bi bombebarana ezmanî ya car carî hate sînordarkirin. Di encama vê yekê de baweriya Hacim Bin Mihêd bi xwe zêde bû û biryar da ku hemleyekê li dijî Fransiyan li bajarê Helebê dest pê bike, nemaze piştî ku gelek soz ji aliyê Tirkiyeyê wergirtin ku dê alîkariyên leşkerî yên mezin werbigire û dibe ku alîkariya wî bi 1000 leşkerî bikin. Lê hemleya wî bi ser neke tenê hin dever li ser riya di navbera Reqqa û Helebê de dagirkirin ên weke bajaroka Minbicê. Di dema şerê Helebê de, Tirkiyeyê ti alîkariyên rasterast bi wî re nekir û vê yekê hişt ku têk biçe û neçar bimîne ku ber bi bajarê Reqqayê ve paşve vekişe.

Bin Mihêd di dema piştî wê de lawaz ma, ji ber ku baweriya wî bi aliyê Tirkiyeyê nema û ji koalîsyonên ku rayedarên Fransayê bi hêzên eşîran ên herêmî re dihûnandin gelekî ditirsiya. Lê derbeya herî giran li dijî projeya wî di hevpeymana siyasî ya Tirkiye û Fransayê de ya 20’ê cotmeha 1921’an de bû û li gorî wê sînorên ciyografîk û siyasî di navbera Tirkiye û Fransayê de hatin nexşandin.

Ji wê demê ve aliyên desthilatdariya Hacim Bin Mihêd şerpeze bûn û piştî kêmtirî du mehan hêzên Fransayê derbasî bajarê Reqqayê bûn bêyî ku ti berxwedanî li hemberî wan were kirin. Vê yekê dawî li “Dewleta Bin Mihêd” a li bajarê Reqqayê anî ku salekê û sê mehan dom kir. di pêkenoka qederê de Şêx Miçhim Bin Mihêd navbênkariya mamê xwe û Fransiyan kir da ku neyê darizandin û li hemberî wê mamê wî dê spandina Fransayê bi awayekî fermî nas bike, ev yek jî bi rastî pêk hat. Hacim Bin Mihêd dîsa weke serokê qebîleyekê vegeriya.

Şerê li ser desthilatdariya bajarê Reqqayê di wê demê de, ji aliyê sê dînamîkiyên gelekî tevlîhev dihate tevgerkirin. Ji aliyekî ve Fransa baş nas dikir ku serweriya li ser Reqqayê kilîta desthilatdariya giştî herêma Cizîrê ya Sûriyeyê ye, di encamê de dê karibe bi beşên çalak ên wîlayeta Mûsilê ve girêdanê pêk bîne ya ku Birêtaniyayê soz da bû ku dê beşekî ji wergirtinên xwe yên petrolê radestî Fransayê bike, nemaze Sinciqa Dêrazorê ku li gorî hevpeymana Sykes-Picot beşekî ji para Birêtaniyayê bû û Mûsil jî beşekî ji para Fransayê bû. ji ber vê yekê Fransiyan girîngiyeke mezin dane navendîbûna bajarê Reqqayê ku weke xala serweriyê li deşta di navbera Helebê û Mûsilê de ye. Her wiha li hemberî bajarê Dêrazorê cihekî girîngtir
digirt ku giraniya wê ya eşîrtî ji Reqqayê kêmtir bû.

Tevgerên Kemalîst ji aliyê xwe ve dixwet alîkariya hêzên dijberiya serweriya Fransayê dikin bike, bi taybet yên Ereban. Hikûmeta Atatûrk ku dijberiya hikûmeta Sultan li Stanbolê dikir, ji pêkanîna hevpeymana Sêver ditirsiya ku li gorî wê Kurd dikarin raferandûmeke giştî ji bo serxwebûnê çêbikin eger bixwazin. Kemalîst ji serweriya malbata Îbrahîm Paşa yê Millî ditirsiyan, ku yek ji fermandarên navdar ên tîmên El-Hemîdî bû û yek ji girîngtirîn hevkarên Sultan Ebdilhemîd bû û dijminekî mezin ê rayedarên partiya Itîhad û Terqî (İttihad ve Terakki Cemiyeti) û di nava wan de Mustefa Kemal Atatûrk bû. Tirkiyeyê bawer dikir ku alîkariya bi serokên ereban ên herêmî re dê serweriya malbata Îbrahîm Paşa yê Millî ku serweriya giştî deştên Reqqayê dikin, bi dawî bike heta ku derbeya “Tirkiye Ciwan” (Jön Türkler) a navdar li dijî Sultan Ebdilhemîd di sala 1908’an de pêk hat. Bi taybet têkliyên vê malbatê bi êlên Ereb, Çeçen û Suryanan re li seranserî herêma bakurê Reqqayê gelekî baş bûn.

Di seranserî vê serdemê de ya navbera 1919’an û 1920’an êlên başûrî herêma Cizîrê ya Sûriyeyê di navbera alîgirtiya hêzên Fransî yên ji qebîleyên Millî yên Kurdî û El-Fedaan ên Erebî bi serokatiya Miçhim û qebîleyên Şemer û eşîra El-Fedaan a bi serokatiya Hacim de parçebûn jiyan dikirin. Ev herêm jî veguherî navenda dizî û talana di navbera van eşîreyan de. Eşîreyên Şemerî êrîşî baregehên Millî dikirin da ku tola xwe ji kiryarên wan ên li dijî eşîreyên Şemerî yên beriya dehan salan dema ku pişta xwe bi rayedarên Osmaniyan xurtdikirin, hilînin û piştî ku Şemerî alîkariya xwe ji hêzên Kemalîst werdigirtin. Ji bilî general Du Lamot ti kes li hemberî hemleyên talanê yên rêxistinkirî derneketin ku Miçhim şermezar kir û hemû çekên
Fransî ku jêre şandibûn vegerandin. Bi rastî Bin Mihêd ji paya xwe ya hema fermî istîfa kir. Talana giştî ya herdu aliyan û hegomoniya serokên herêmî, yek ji rêbazên girîng ku buyerê birêve dibir û di wan salan de guhertin pêk anîn. Bi wateyeke din, têkliya di navbera serokên herêmî û hêzên “niştimanî” û navnetewî de yên wê serdemê girêdayî hêza evan aliyên dawî di çespandina van serokatiyan de bû. li hemberî wê bandora bîrdoziyên netewî û niştimanî gelekî lawaz bû.

Niha diyar e gelek wekheviya rengî hêjî tên jiyan kirin, bi taybet ev tevliheviya rola Tirkiye û navnetewî û herêmî di derbarê dilsoziya bi aliyan û berjewendiyan re, lê li rex giraniyeke mezin a bîrdoziyan, bi taybet Kurdî û Îslamî. Li rex wan jî du bandorên gelekî hesas hene, yek girêdayî hilweşandina dewletan niştimanî ye û ya duyemîn jî ew e ku di Sûriya nûjen de ji ber salên desthilatdariya Baasê ya serdema El-Esed a dirêj ti serokekî herêmî tune ye.

Çavkanî: Rojnameya El-Heyat: Rûstem Mehmûd
Dîroka weşanê: 9’ê gulana 2017’an
Navenda Global a Wergerandinê (NGW): JIYAN HACÎ

11.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً