LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Komên Mertalê Firatê bihev ketin: Sedî zêdetir kuştî hene

Komên Mertalê Firatê bihev ketin: Sedî zêdetir kuştî hene

HELEB – Hat ragahandin ku biryara civîna Astana ya ‘heremên bêpêvçûn’ di nava komên Mertalê Firatê de perçekirin çêkiriye û pêvçûnên dijwar diqewimin. Hat gotin ku di encama pêvçûnên di navbêra komên çeteyan ên li herêma Şehbayê diqewimin de 100’î zêdetir çete hatin kûştin.

Li gor agahiyan, biryara civîna Astana ya jib o 4 heremên bakurê Suriyê wek e “Heremên bêpêvçûn” hatin îlankirin, bi boneya hakimiyeta heremê bixin destê xwe di navbêra komên sereke yên girêdayên Mertalê Firatê ku ji hêla dewleta tirk ve hatî avakirin de, pêvçûnên dijwar diqewim in. Hat destnîşankirin ku di navbêra komên sereke yên Mertalê Firatê wek e Ehrar û Şam, Feyleq El Şam, El Cebhet el Şamiye, Ehrar El Şerqiye û Tugaya Sultan Murat de ji heremên Cerablûs heta Babê pêvçûnên dijwar diqewimin û li gor agahiyên ji heremê tên heta niha ji hev 100 zêdetir kûştî hene.

Li gor agahiyên endamekî ji nav koma El Cebhet el Şamiyê yê bi nave A.L.S, aşkere kir ku sedema van pêvçûnan piştî biryara di civîna Astana ya Îran, Tirkiye û Rusya 4 heremên bakurê Suriyê wek e “Heremên Bêpêvçûn” ragihandin, di hêla wê kîjan kom li ser van herêman û heremên di destê Mertalê Firatê de ne, serweriyê (hakimiyetê) bike ye.

Sedema pêvçûnan israra desthiladariya Tugaya Sultan Murat a heremê ye

Li gor agahiyên niştecihên ji herêma Cerablûsê hatî girtin, ev du rojin li başurê bajarê Cerablûsê di navbêra çeteyên selefî El Cebhet El Şamiye û Tugaya Sultan Murat de şer û pêvçûn derketine û heta niha di van pêvçûnan de ji El Cebhet El Şamiye 51 û ji Tugaya Sultan Murat jî 29 çete hatine kûştin. Li gor agahiyan sedema vê pêvçûnî, biryara di civîna Astana de derketine ye û her du kom Tugaya Sultan Murat û El Cebhet El Şamiye tevlî civînê bibûn, lê piştî demekî El Cebhet El Şamiye xwe vekişandibû. Hat ragihandin ku bi israra Tugaya Sultan Murat dixwaze di heremê de desthiladariyê bike lê El Şamiye jî li hemberê vê yekî derdikeve.

Her wiha ev demek dirêje di navbêra Ehrar û Şam û Tugaya Sultan Murat li Cerablusê jî pêvçûnên dijwar hene. Hat ragihandin ku ev pêvçûn duh jî di ketina bajarê Cerablusê de careke din qewimî û bi seatan dom kir. Hat gotin ku di encama pêvçûnan de heta niha 7 çeteyên Ehrar El Şam û 21 çeteyên Tugaya Sultan Murat hatine kûştin. Ev demeke ku Ehrar El Şam desthiladariya Sultan Murat a li herêma Cerablusê qebûl nedikir û vê yekê di hemû daxuyaniyên xwe yên di tora civakî de jî aşkere dikir.

Şêniyên Cerablusê tirsa xwe tînin ziman ku ev şer û pêvçûn derbasî nava bajêr bibe. Hat gotin ku şandeyek ku ji endamên MÎT û leşkeran pêk tê ji Kilîsê derbasî Cerablusê bûne û li bajarê Cerablusê OHAL îlankirine.

Li Babê jî pêvçûn hene

Eniyeke şer a di navbêra komên di nava Mertalê Firatê de li dora Babê jî diqewim e. Hat ragihandin ku ji ber ev demeke hin endamên Ehrar El Şerqiyê ji hêla Feyleq El Şam ve hatine girtin. Li gor agahiyan ligel hemû israrkirinê girtî nehatine berdan û ev bûye sedema pêvçûnan. Di pêvçûnan ji her du aliyan ve gelek kuştî û birîndar hene. Her wiha hate gotin ku Ehrar El Şerqiyê baregehek biçûk a ku gelek çekên Feyleq El Şam di navê de heye hatiye rûxandin.

Hat ragihandin ku ev demeke di navbêra van her du komên çete yên Mertalê Firatê de ji bo hakimiyeta başur-rojavayê Babê nîqaş hebûn û endamên hev binçav dikirin. Her wiha cih bi cih jî alîgirên hev dikûştin.

16.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً