LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li hember derziyên virûsê hişyarî!

Li hember derziyên virûsê hişyarî!

QAMIŞLO – Hat ragihandin ku komek bi navê tendûristiyê li malan derziyê vîrûsê li zarokan dide. Li hemberê vê ku gelê Kantona Kobanê li ser malperên tora civakî hev hişyar dikin, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, derbarê mijarê de agahî da û got li hemberê vê bûyerî ya îhtîmal wan tedbîrên pêwîst girtin e.

Hat ragihandin ku komek li ser nave tendûristiyê li malan derziyê vîrûsê ya cureya “Şekirê” li zarokan dide, di civaka Kantona Cizîrê de belav bûye. Li ser vê yekê hemwelatiyên kantonê yên bi histiyar, ji bo hişyariyê li ser malperên tora civakî agahî û hişyariyan dikin. Li gor agahiyên ku li ser malperên tora civakî tên belavkirin, ev derziyên vîrûsê ne yê şekirê, yê AIDS’ê ya ji mirovan digihije hev e. Her wiha di hişyariyan de tê gotin ku ev kom ji hêla çeteyan ve tê belavkirin.

Desteya Tenduristiyê: Ji van tiştan bawer nekin, tedbîrên pêwîst hatine girtin

Hevseroka Desteya Tendûristiyê ya Kantona Cizîrê Abîr Îsa Hesaf, têkildarê mijarê de agahî da û diyar kir ku heta niha wan xwe negihiştandiye vê koma tê gotin û wan jî li ser malperên tora civakî pê hesiyan e. Abîr Îsa Hesaf, da zanîn ku ji bo zelalkirina mijarê hewildanên wan berdewam dike û ev tişt gotin: “Ji bo zelalkirina çavkaniya vê mijarî çi ye, ev kom kî/ê ne, armanca wan çi ye de hewildanên wan û şopandina wan didom in. Me hemû tîmên Telqîhê, Odeya Bijîşkan ên girêdayê Desteya Tenduristiyê, kampên koçberan, nexweşxaneyan û saziyên têkildar hatine agahdarkirin û hişyarkirin, ji bo heta mijar bê zelalkirin tu derman dernexin derve. Her wiha tu kes bê kaxiza destûrnameyê ya Desteya Tenduristiyê derbasî malan nebin.”

Abîr Îsa Hesaf, bang li gel jî kir û got: “Kesên di hêla derzîkirina zarokan de werin malan divê gel heta kaxizê destûrê ya ji hêla Desteya Tenduristiyê nîşan nedin, nehêlin ku derzî li zarokan bidin û me agahdar bikin. Nabe kes bê destur derbasî malan bibe.”

16.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً