LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Gelê Babê: Ey Erdogan artêşa te zalim e

Gelê Babê: Ey Erdogan artêşa te zalim e

BAB – Gelê El Babê leşkerên Artêşa Sûriya Azad yên girêdayî artêşa dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Gelê ku li dijî OSO meşiyan wêneyên Erdogan, Esed û Fatih Sultan Mehmet bi hevre rakirin û siloganên “Ey Erdogan Bibîhîze Artêşa te zalim e” avêtin.

Gelê Babê li dijî artêşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO çalaki pêk anîn û Erdogan û artêşa TSK’ê şermezar kir. Piştî TSK tevî komên OSO ket bajarên Cerablus, Ezaz, El Rai (Çobanbey) û El Babê soz da ku dê “Hola Aram” ava bikin. Lê hêj rewşa aram nehatiye avakirin. Li dijî tundiya komên OSO û TSK’ê gelê Babê meşiyan û çalakî pêk anîn. Ji Ezazê heta sinorê Cerablusê di navbera Cephet El Şamiye, Ehrar El Şam û Tugayên Sultan Murat de şerên dijwar pêk tê. Gelê El Babê li dijî leşkerên TSK’ê yên li herêmê nokteyên kontrolê ava kirine bertekên xwe anîn ziman. Gelê El Babê li dijî hilweşandina Girê Şeyh Akil û şerê di navbera TSK û Sultan Murat de bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên meşiyan û hatin Girê Şeyh Akil li dijî TSK û Tugaya Sultan Murat bertekên xwe anîn ziman û silogan berz kirin.

‘Cihê we dagir kiriye axa me ye artêşa tirk xera dike’

Komê pankart û dowîzên ku li ser wêneyên Serokomarê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan, Serokdewletê Sûrî Esed û Sultanê Osmanî Fatih Sultan Mehmet hebû rakirin û siloganên “Em li hemberî zaliman serî natewînin”, “Ey Erdogan bibhîze artêşa te zalim e” berz kirin û pankartên wek e “Ka edaleta we, piştî we rizgar kir dozerên we xaniyên me xera dikin”, “Cihê we dagir kir axa me ye”, “Artêşa tirk xera dike”, “Xwedê ji zaliman mezintir e” rakirin. Gelê çalakî pêk anî diyar kir ku ew destûr nadin ku xaniyên wan bên xerakirin û xwest leşkerên dewleta tirk herêmê terk bikin. Gel anî ziman ku li hemû herêma Şahba hilweşîn tê kirin û xwest OSO û TSK axa wan terk bike. Komên çalakî pêk anîn diyar kirin ku komên OSO bi piştgiriya TSK’ê tundiyê li ser wan dimeşîne û duh li sînorê Cerablus, El Rai zarokê bi navê Muhamed kuştine.

20.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً