LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Amerîka çima di rahiştina Esed a ser desthiladariyê de dereng ma?

Amerîka çima di rahiştina Esed a ser desthiladariyê de dereng ma?

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedar û nivîskar Taha El Hamid ku li ser malpera xwe ya tora civakî li ser desthiladariya Esed nivîsek weşand û diyar dike ku sedema Amerîka çima di rahiştina Esed a ser desthiladariyê de ewqas dereng maye datîne holê û şîrove dike. Taha El Hamid, nexşerêyek jî çêkiriye û di ser nexşerêyî de şîrove dike ku wê hêza QSD’ê serweriyê li ser heremek berfireh a Suriyê bike.

Siyasetmedar û nivîskar Taha El Hamîd ku li ser siyaseta Suriye û Rojhilata Navîn pispor e, li ser malpera xwe ya facebookê nivisek bi zimanê erebî weşandiye. Nivîsa ku di 18’ê gulanê de hatî weşandin, bal dikşîne ser desthiladariya Serokê Rejîma Suriyê Beşar Esad û helwesta Amerîkayê ya li ser. Taha El Hamîd, di nivisa xwe de pirsa ‘Amerîka çima di rahiştina Esed a ser desthiladariyê de ewqas dereng ma ye?’ dike û bi 3 madeyan sedema wê
datîne holê û bi 8 madeyan jî şîroveya wê û bersiva wê dide.

Tahal El Hamid, li bin nivisa xwe nexşerêyek jî xêz kiriye û di ser de jî sedem û şîroveyên xwe dike.

Nivîsa Taha El Hamid ku bi zimanê Erebî hatî nivisandin wiha ye:

“Amerîka çima di rahiştina Esed a ser desthiladariyê de dereng ma?

– Sedema Yekemîn: Hewildana tunekirina tehdîda terrora Islamî ya ku DAIŞ û çeteyên Opozosiyonê temsîla wê dike
de ye.

– Sedema Duyemîn: Bi dawîkirina ji avakirina artêşek nû ku movika wê Hêza Sûriya Demukrat (QSD) be. Her wiha xurtkirina grûpên li başûrê Sûrî û li sahra ya da ku bigihêjin asta xûrtbûyîna QSD’ê. Dema gihiştin wê astî wê demî ji Artêşa Rejîmê re bibin alternatîf. Ji bo ku Amerîka nekeve eynê tecrûbeya tunekirina Arêşa Iraqê ku piştî xistina Rêjîma Sedam Hûsên ê zalim. Lewra berî alternatîfa wî amade bike hilweşandibû.

– Sedema Sêyemîn: Dayîna bingehên destûrî, peydakirina altirnatîfek siyasî ya li hember rêjîma Esed re û perçekirina Sûrî ji çar an pênc herêmên Federal an jî Konfederasyon ku Amerîka û Rûsiya van herêman di nav hev de parve bikin.

Belkî xeta perçekirinê ji bakûrê Laziqiyê heta Efrînê û newala Firat heta sahra Şamê û gihiştina Bakûrê Iraqê di nav de Mûsil heta ku bigihêje sînorê Îranê. Bi vê re bi saya xetekê ku Sûriye bike du perçe ango ji başur bigihijîne Ebû Kamal û vê korîdorî jî di nava çola Ebû Kamal heta başurêrojhilatê Palmêra.

Şîrove:

1- Bi vê awayî dê di rojhilat de ji Rojavayê Kurdistanê di ser başurê Kurdistanê de heta bigihije sînorê Îranê û di aliyê rojava de jî di ser Efrîn û Helebê de jî heta bigihije Derya Spî.

2- Wê armanca Îranê ya ji bo xwe bigihîjîne hîlala şiî ya Iraq û Şamê asteng bike.

3- Dema ev pêk were, wê sînorê Îsraîlê û herêma derdora wê ya ji aliyê bejayî de ku dê bigihije Urdun û herêma Başur û Rojavayê Kurdistanê re jî biparêze.

4- Kontrolkirina ser ava Firatê û bîrê petrolê û xazê ya li sehra, Newala firatê û herêma Cizîrê bê kirin.

5- Korîdorên di navbêra bejayiya ji kendavê ya dê di Urdun de derbas bibe da ku bigihijêje Iraq a sunî, veke.

6- Bi vê awayî wê sînorê bi tirkan re hemû kurd bin û ev dorpêçkirina li ser kurdan rabe. Her wiha wê ya tirkan bi temamî ji Helebê û Musilê qût bike.

7- Rûsiya û rejîma Suriyê wê di rojavayê Suriyê de sînordar bimîne û wê sînorê wan ji Urdun û Iraqê qût bibe.

8- Wê boriyên nû ya ji bo petrol û xaza ku ji başûrê Kurdistanê, Iraq û ya ji Kendavê di nava Rojavayê Kurdistanê derbas bibe û bigihije heta Deryayê Spî bê avakirin. Heman boriyên nû ji bo ava Firatê ku heta bigihije Urdun û îsraîlê bên danîn.

21.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً