LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Civîna mezin a Kendava Ereb û Amerîka bi dawî bû

Civîna mezin a Kendava Ereb û Amerîka bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna li peytexta Siûdî Erebîstanê ya Kendava Ereb û Amerîkayê pêk hat, bi dawî bû. Di encama civînê de biryara avakirina navendekî ku pêşî li çavkaniyên madî yên piştgiriya rêxistinên terrorist dike bigire hat danîn.

Îro li peytexta Erebîstana Siûdî Riyadê civîna Kendava Ereb û Dewletên Yekbûyîna Amerîkayê (DYA) pêk hat, bi dawî bû. Civîn di serkêşiya Serokê DYA’yê Donald Trump û Qiralê Siûdî Selman Bîn Ebdul El Azîz de hat birêvebirin. Di civînê de ku li ser gelek mijarên wek e pêşîlêgirtina madî ya bi terorê re, hevkariya petrolê ya di navbêra dewlet û hêzan de û her weke din nîqaş hatin meşandin. Di dawiya civînê de dewletên Meclîsa Hevkariya Kendavê û DYA’yê muhra xwe li hevpeymana damezrandina navendekî ku pêşî li çavkaniyên madî yên piştgiriyê didin terorê digire, hat xistin.

Di encama civînê de Şewirmendê Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê Dîna Pawil, daxuyaniyek da û derbarê mijarê ya hevpeymanê de wiha got: “Em bi hêvîne ku ev îmzekirina hevpeymanê rê li pêşiya destekdayîna madî ya ji rêxistinên terrorist re bigire. Ev yek jî wê di çavdêriya wezaretiya Xezîneyê ya Amerîka û hevtayên wê pêk were.” Dîna Pawil, balkişand ku ya cuda di peymanê de her aliyek berpirsiyartiya xwe rake û cidî nêz bibe û li ser kes an jî hêzên piştgiriyê didin hêzên terorê bên hikumkirin.

Her wiha hate gotin ku di civînê de li ser mijara ku rayedarên welatên rojava derbarê maldarên kendavê çavkaniyek girîngin jib o komên sûnî yên li Iraq û Suriye şer dikin û di nava wan de ku piranî DAIŞ û El-Qaîde hene.

21.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً