LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Durûtiya Rejîma Îranê: Cezayê darvekirinê li girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê birî

Durûtiya Rejîma Îranê: Cezayê darvekirinê li girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê birî

NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeriya rejîma Îranê ku beriya 7 salan cezayê girtîgehê li Kemal Hesen Remezanê ji Rojavayê Kurdistanê birî bû, li gorî dosyaya nû ya Îtlaatê cezayê îdamê lê birî. Cezayê darvekirinê ji aliyê Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3’emîn a Ûrmiyê ve hate erêkirin.

Kemal Hesen Remezan di sala 2011’an de li ser sînorê Makû-Ûrmiyê ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve li gel du kesan hate girtin. Di destpêkê de, ji endametiya PKK’ê 10 sal cezayê girtîgehê li Remezan hate birîn. Lê belê piştre bi dosyaya nû ya Îtlaatê, ev hikum hate betalkirin û cezayê îdamê lê hate birîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayîn, Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3’emîn a Ûrmiyê, biryara îdamê ji Zindana Navendî ya Ûrmiyê re şand û rêveberiya girtîgehê jî ceza li rûyê Remezan xwend. Dosya Remezan, ku beriya niha li Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 6’emîn a Ûrmiyê du rûniştin lê hate dîtin, di meha Mijdara 2016’an de ji Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 1’emîn a Ûrmiyê re hate şandin. Di vê dema ku darizandina Remezan dewam dikir de, cezayê îdamê hate erêkirin.

Rewşa sosret a darizandina îstîxbaratê û rejîma Îranê ne tenê ev e. Remezan, di Tîrmeha 2011’an de tevî du welatiyên ji Makû li nava eyaleta ûrmiyê ji aliyê îstîxbara Îranê ve hate girtin û 4 mehan ji aliyê Îtlaatê ve hate darizandin. Di 14’ê Tîrmeha 2015’an de ji ber ‘endametiya PKK’ê 10 sal û rojek cezayê girtîgehê li Remezan û hevalên wî hate birîn û ev ceza daxistin 7 salan.

Piştî daxistina ceza, Îtlaat dîsa kete dewrê û hat hînbûn ku di Sibata 2016’an de Remezan radestî yekîneya Îtlaatê ya li Girtîgeha Ûrmiyê kirine. Hat ragihandin, 2 mehan îşkenceya giran li Remezan hate kirin û zext lê hate kirin ku li pêşberî kamerayan baxive. Piştre di 10’ê Kanûna 2016’an de 8 rojan, di 26’ê Kanûna 2016’an de jî 10 roja li navenda Îtlaatê îşkence li Remezan hate kirin.

Piştî vê îşkenceyê, der heqê Remezan de dosyayek li ser kuştina payebilindekî Îtlaatê hate amadekirin, ku ev kes berî 10 salan ji aliyê kesên nediyar ve hatibû kuştin. Şaxa Dadgeha Şoreşê ya 1’emîn a Urmiyê, bi îdîaya ‘Endametiya PJAK’ê û rakirina çekan li dijî rejîma Îranê’ der heqê Remezan de dosya amade kir û şand ji Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3’emîn a Urmiyê. Biryara îdamê jî ji aliyê Dadgerê Dadgeha Şoreş ya 3’êmîn a Urmiyê Mehdî Dadpûr ve hate erêkirin. Hat ragihandin, ku dadgehê biryar li rûyê Remezan nexwendiye û paşê ji rêveberiya girtîgehê re hatiye şandin û rêveberiya girtîgehê jî jê re xwendiye.

22.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً