LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

 

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Bi rizgarkirina gundê El-Selhebiye Şerqî û Xerbî re ji aliyê Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 2 km nêzî benda El-Baas bûne. Benda El-Baas 21 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Reqqayê û li Sûriyê bendava 3`yemîne.

* Çeteyên girêdayî Tirkiyê li herêma Şahba ji bo civakê parçe bikin û dagirkeriya xwe li ser herêmê zêde bikin, jinên ciwan direvînin, destdirêjî wan dikin û dukjin.

* Di kongreya PYD`ê ya li Swêdê hatî lidarxistin biryar hate dayîn ku PYD`ê rêxistinbûna xwe ya li Swêdê ji 3 herêman bike 5 herêm.

* Rêxistina Daiş berpirsiya xwe li teqîna bingeha tevgera Ehrar El-şam ya di encam de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 40 birîndar ketibûn ragihand.

* Hêzên rejîmê bi alîkariya milîsên biyanî nêzî bajare Meskene li gundewarê rojhelatî Helebê pêşketin.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê ev êrîş şikandin. Şer di navbera wan de rû de. Di encamê de du çeteyên ku hat hînbûn êrîşkarî xwekuj e, hatin kuştin. Çeteyên din jî neçar man birevin.

* Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî serbazgeha Kerkûşê a di navbera Beldirûz û Mendelî yên Xaneqînê de kir, şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de derket.

* li eyaleta Enbarê artêşa Iraqê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

* Cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî nameyek pîrozbahiyê ji Hesen Ruhanî re birêkir ji bo serkeftina wî di helbijartinên serokomariya Îranê de. Herwiha Malîkî daxwaz ji Ruhanî kir ku, peyvendiyên di navbera Iraqê û Îranê de pêşbixe.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Li Îzmîrê 6 kes hatin girtin, li Enqereyê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî îfadeya kesên hatine binçavkirin li dozgeriyê tê girtin.

* Li 4 taxên Pîranê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

* Saziya Lêbihurîna (Efûya) Navneteweyî kar û kiryarên dewleta Tirkiyê di warê wêdadayîna bi serê xwe ya ser gellek dijberên dewletê bi armancên siyasî, şermezar kir.

* Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li serkirdayetiya partiya AK ya desthilatdar vegeriya.

* Parlamenterên Elman wê weke heyetekê, vê hefteyê serdana Tirkiyeyê bikin. Di rojeva serdanê de pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê û krîza Încîrlîkê heye.

 

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Dadgeriya rejîma Îranê ku beriya 7 salan cezayê girtîgehê li Kemal Hesen Remezanê ji Rojavayê Kurdistanê birî bû, li gorî dosyaya nû ya Îtlaatê cezayê îdamê lê birî. Cezayê darvekirinê ji aliyê Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3’emîn a Ûrmiyê ve hate erêkirin.

* Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê duh yekşemê li posta xwe ya ser tora civakî ya Twitter`ê li hemberî îdiayên serokkomarê Amerîkayê li bara Îranê dema got ku `Pêwîst e hemû alîkariyê bikin ku Îran bi tenê bimîne“ bertek nîşan da.
* Berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî li ser serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a Erebistana Siûdî û Îsraîl û firotina çek aşkera kir, divê Amerîka dest li firotina çek bo welatên herêmê berde.

– CIHAN

* Serokê Amerîkayê Donald Trump bi serdaneke fermî gihîşt Îsraîlê.

* Serokomarê Amerîka “Donald Trump” rejîma Îranê tewanbar kir bi alîkariya rêjîma Esed di komkujiyên li Sûriya kirine, û herweha bi çêkirina nakokiyan li Libnan, Iraq û Yemen ê.

* Navenda Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD), ku şirîkê hikumeta koalîsyonê ye, ji ber gumana bombeyê hate valakirin.

22.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً