LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Rojeva ragihandina Ereban a îro

Rojeva ragihandina Ereban a îro

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser daxuyaniyên De Mestura ya lidarxisitna Cinêv-7, Serdana Trump a Rojhilata Navîn, binpêkirina ʺherêmên kêmkirina şerʺ û şerê Mûsilê wekî mijarên sereke derketin pêş.

Di rûpelên rojnameyên ereban ên vê sibê de rewşa Sûriyê wekî mijara herî sereke derkete pêş. Rojnameya Rey El-Yewim têkildarî mjarê sernavê ʺDê Mistura bawere ku dê tureyek din danûstendinên Cinêv derbarê Sûriyê de lidar bixeʺ avêt. Rojnameyê got ku nûnerên NYʹyê yê Sûriyê Stefan De Mistura roja duşemê diyar kir ku ew bawere ku dikare tureyek din a danûstendinên Cinêv a derbarê Sûriyê de di meha hezîranê de li Cinêv lidar bixe.ʺ

Rojnameya El-Heyat jî têkildarî heman mijarê got ku Nûnerên NYʹyê yê Sûriyê De Mistura duh ji encamên danûstendina tureya Cinêv-6 ji Konseya Ewlekariyê ragîhandin û destnîşan kir ku hemû alîyên bi aloziya Sûriyê re têkildarin qebûl nakin valatî di Sûriyê de hebe, ev di dema yan jî piştî xebatên veguhertina desthiladariyê.ʺ

Rojnameya El-Şewriq El-Ewset li ser rewşa Sûriyê sernavê ʺÎran hewl dide xetekê heta Deryaya Spî vekeʺ Rojnameyê got ku Desteya Danûstendinan a Opozisyona Sûriyê destwerdana xwe di Sûriyê de zêde kiriye û wiha dom kir: ʺÎran dixwaze destwerdana xwe ya di xaka Sûriyê de zêde bike da ku ji xwe re xetekê heta Derya Spî vebike. Di heman demê de rêjîma Sûriyê çekdarên Filistînî şandin Dêra Zorê.ʺ

Di mijara Sûriyê de û têkildarî herêmên ʺKêmkirina Şerʺ rojnameya El-Heyat sernavê ʺHêzên rêjîmê êrîşî herêmên ʹkêmkirina şerʹ ên başûr kirʺ Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got ku hêzên rêjîmê duh êrîşeke berfireh pêk anîn da ku taxa El-Menşiye ya Dera vegerîne û wiha dom kir: ʺÇekdarên opozisyonê bersiva êrîşê dan. Ev yek di çarçoveya mezintirîn binpêkirinên ʹherêmên kêmkirina şerʹ de pêk hatiye.ʺ

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî li şerê li Dera sernavê ʺTopbarana herî tund ji dema ragîhandina herêmên kêmkirina şer li ser Dera pêk têʺ avêt. Rojnameyê got ku ji duh ji saetên destpêka rojê de şerên herî dijwar li Dera rû dan û destnîşan kir ku şerê herî dijwar ji destpêka ragîhandina herêmên ʹkêmkirina şer pêk hatiyeʹ

Tirkiyê ban qonsolosiya Amarîka kir

Li ser aloziya ku di navbera Tirkiyê û Amarîka de ku piştî êrîşa alîgir û parêzvanên Erdogan a li ser xwepêşanderan li Amarîka pêk hat, rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê ʺTirkiyê ban qunsilisê Amarîka kirʺ avêt. Rojnameyê got ku Hikûmeta Tirkiyê bang li sefîrê Dewletên Yekbûyî yê Amarîka li Enqerê kir û wiha dom kir: ʺBi sedema êrîşa bêbepirsyar û ne di cih de  ku di parêzvanên Erdogan li Washinton di hefteya derbasbûyî de pêk anîn. Di dîmenan de jî diyar bû ku çawa parêzvanên Erdogan di êrîşê de cih girtine.ʺ

Serdana Tramp a Rojhilata Navîn

Li ser serdana Serokê DYAʹyê ya Rojhilata Navîn Rojnameya El-Ereb El-Lundinye sernavê ʺQudis cihê duyemîne ku ereb li bendê ne ku Tramp serdana wê bikeʺ avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Amarîka di serdana xwe ya Filistînê tenê hêsankirina destpêkirina xebatên aştiyê û sozdayîna di navbera herdû aliyan de esas digire. Ev nerîn û nirxandina çavdêran e.

Rojnameya Rayi El-Yewim têkildarî civîna bilind a Riyadê sernavê ʺRûhanî Erebistana Sûdiyê bi piştgiriya terorê tewanbar dikeʺ Rojnameyê got ku Îran bersiva hemleya ku di dema serokê Amarîka ya ji Erebistana Siûdiyê de pêk anî da û bi awayekî pêkenok got ku Civîna bilind a Erebî-Islamî-Amarîka wekî pêşkêşkirina hêzêye û wiha dom kir: ʺErebistana Siûdiyê wiha fêr bûye û her dem dixwaze hêza xwe nîşan bide. Tramp jî li pey malên Erebistana Siûdiyê ketiye. Rûhanî got ku ew ê bernameya xwe ya fûzeyan temam bike û Erebistana siûdiyê wekî piştgirê terorê pênase kir.ʺ

Şerê Mûsilê

Rojnameya El-Zeman li ser opersyona Mûsilê sernavê ʺHêza tundiya li dijî terorê erka xwe ya li Mûsilê pêk anî û taxa El-Necar rizgar kirʺ rojnameyê got ku fermandarê hêza li dijî terorê li aliyê rastê ya Mûsilê taxa El-Necar ya Mûsilê di çalakiyên xwe yên roja duşemê de rizgar kirin, lê hîn jî taxên El-Zencêl êdi destê çeteyan de ye û avahiya nexweşxaneya El-Cemhûrî û ya giştî di destê çeteyan de ye û ew bi temamî hatiye ruxandin.ʺ

23.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً