LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Gelo komên ereb ên di nava Mertalê Firatê de yek bi yek tên tasfiyek kirin?

Gelo komên ereb ên di nava Mertalê Firatê de yek bi yek tên tasfiyek kirin?

HELEB – MÎT, piştî pêvçûnên di nav komên çeteyên Mertalê Firadê de derket, talîmata tasfiyekirina komên ereb da. Yek ji van koman Ehrar El Şarqiye ku ji hêla dewleta tirk ve ji Dêra Zor anîbûn û ji bo dagirkirina Girê Spî hatibû amadekirin e.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ji heremê, ji aliyê MÎT û rayedarên dewleta tirk li navçeya Karkamiş a Dîlokê ku li ser sînorê Cerablûsê dikeve, bi endamên 8 komên çete yên tirkmen re civînek veşartî pêk aniye. Hat gotin ku di civînê de biryara komên çete yên ereb ji nav xwe tasfiye bikin.

Komên tirkmen wê yên ereb tasfiye bikin

Hat ragihandin ku di civînê de biryar hatiye girtin ku wê ji hêla komên Lîwa Sultan Mûrat, Tugaya Suleyman Şah, Tugaya Mihemed El Fetîh, Firqa El Ewla, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayê Lîwaya Tirkmenan, Nûreddîn Zenkî ya beşa di nav Feyleq El Şam de, wê şerê dijî Ahrar El Şerqiye, El Cebhet El Şamiye û Feyleq El Şam ku ev kom ji çeteyên ereban pêk tên bikin.

Heta niha 89 malbatên kurd û ereb ji heremê hatine derxistin

Çavkaniyek a nîqaş û pêvçûnên komên çete yên li heremê baş nas dike, îdea kir ku fermandarên komên tirkmenan diyarkirine ku wê Cerablûs bi temamî radestê tirkmenan bikin û hemû pêkhate û niştecihên ereb û kurd ji wir derbixin. Heman çavkanî da zanîn ku niha dixwazin koma çeteyan a bi navê Ahrar El Şerqiye ku ji hêla îstîxbarata MÎT a dewleta tirk ve ji bo êrîşê Grê Spî bikin û di wir de jî derbasî Reqa û heta Dêra Zorê biçin, hatibûn perwerdekirin û amadekirin, ji ber ew xeyala dewleta tirk a tevlîbûna operasyona rizgarkirina Reqayê vala derket, niha tê tasfiyekirin. Çavkanî, anî ziman ku sedema tasfiyekirinê hinek jî ji ber ev komên çete yên tirkmen ên li Cerablusê dixwazin serweriya heremê di destê wan de bimîne û hêdî hêdî demografiya heremê biguherîn in.

Çavkanî, wek sedema vê agahî jî vê mînakî da: “Li gor ez dizanim di nava 3 hefteyan de 89 malbatên kurd û ereb bûn, ji nava bajêr û derdora wê hatine derxistin.”

Ev bûyera hefteyek berê ku hatibû gotin di navbêra komên çete yên tirkmen û komên çete yên ereb wekî Feyleq El Şam, El cebhet El Şamiye û Ehrar El Şerqiyê de ya li dora bajarê Cerablûsê derketibû û bi dehan kes ji hev kûştine, van agahiyan piştrast dike.

‘Projeyên dewleta tirk hevnagirin’

Derbarê bûyerên dawî yên li heremên ku di bin dagirkeriya Mertalê Firatê de diqewimin de, fermandarekî çeteyên Tahrîr El Şam ê bi navê Ebû Suleyman El Australî di vîdeoyekî ya 25’ê gulanê de di youtubê de belav kiriye de, wiha gotiye: “Ji bo komên di nava Mertalê Firatê de zêde bike, hin koman amade dike, projeyan a li ser heremê hazir dike, lê carina ji dinêrî hinek koman tasfiye dike. Tu soz û projeyên dewleta tirk hevûdin nagire. Ji ber vê yekê ye hemû projeyên wî pûç dibin û li heremê jî libin dikeve.”

Koma Ehrar El Şerqiye kî ye?

Ehrar El Şerqiye, komek di nav Ahrar û Şam de cîh digire û ji endamên çeteyên ji Dêra Zor, Reqa û Hesekê pêk tê. Tê gotin ku hejmara wan derdora 700 kesî ne. Ev kom di sala 2011’an de wek Ehrar El Şam li Dêra Zor û Hesekê dixebitî û piştre tevlî Cebhet El Nûsra bû. Lê piştî DAIŞ di sala 2014’an de Şedadê û piştre Dêra Zor dagir kir, endamên Ehrar El Şerqiye neçar man reviyan Idlibê. Bi destpêka avakirina Mertalê Firatê re Ehrar El Şerqiye jî di nav de cih girt. Armanc jî ew bû ku dema ew plana Mertalê Firatê ya ku wê tevlî operasyona Reqayê bibe de cih bigire. Her wiha Ehrar El Şerqiye di heman demî de di Mertalê Rojhilat a ku ji aliyê dewleta tirk ve di meha adarê de hate îlankirin de wek hêza esasî cihê xwe digire. Lê ji ber pêvçûnên li heremê û navxweyî hat dûrxistin.

Tê gotin ku ji ber nakokî û pêvçûnên di navbêra komên çete yên di nava Mertalê Firatê de her çiqas diçe mezin dibe, dewleta tirk di avakirina Artêşa Nîştimaniya Sûriyê de zahmetiyan dikşîne û neçar dimîne hin koman tasfiye bike.

Li gor hin pisporên heremê ku vê rewşî dinirxînin, dibêjin ku dibe dewleta tirk vê rewşî ya tevlîhevî di nava van koman de bi zanebûn derdixe da ku ya Ehrar El Şerqiye ji bo êrîşeke îhtîmal a li ser Girê Spî li ser sînor bicih kiribe jî. Hat destnîşankirin ku lê ji ber ev nakokî û pêvçûnên di nav komên Mertalê Firatê de cidî ne, asta vê îhtîmalî kêm e.

26.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً