LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Xala guherînê ya têkiliyên Amerîka û Tirkiyê

Xala guherînê ya têkiliyên Amerîka û Tirkiyê

 

 NAVENDA NÛÇEYAN-  Di dema ku Erdogan û Tramp li ser aliyên erênî di têkiliyên herdu dewletan de çespandin, mijara herî tevlihev a di pilanê de, dijberiya Turkiyê ya tund di derbarê biryara Tramp de ya di warê biçekkirina YPG de, weke xala nelihevhatinê di navbera herdu aliyan de ma.

Di dema ku hikûmeta Turkiyê de li YPG dinêre weke alîgirekî rêxistina terorîst, PKK ye, Emerîka, li aliyê din, weke hêza herî xort li Sûriyê dibîne, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ de. Di gera xwe li Waşintonê de, Erdogan anî ziman ku serdana wî û danûstandinên wî bi Tramp re wê nakokiyên di derbarê biçekkirina YPG çareser bike. Erdogan anî ziman ku hebûna YPG weke hevkarekî li herêmê tu carî nayê pejirandin û evya dûrî rêbazên navnetewî ye.

Turk dizanin ku beşdarbûna wan tevî hêzên Artêşa Sûrî ya Aza bi carekî ne gengaz e. Tevî vê jî, Erdogan mijara helwesta ya neyînî di derbarê biçekkirina YPG de derxist holê, û anî ziman ku li tenişta alîkariyên Emerîkî ji YPG re, divê Emerîka berjewendiyên Turkiyê li herêmê biparêze. Armanca Tirkan a sereke û herî girîng li Sûriyê qedexekirina pêşvçûna hêzên YPG ber bi rojavayî Çemê Feratê ve ye, ji ber ku eger YPG rojavayî Ferêt jî bigire dest wê herêma seranserî sînorên Turkiyê bi Sûriyê re têkeve bin destê YPG. Ji bo li dijderketina YPG jî Turkiyê rêbazên leşkerî standine.

Li gorî ragihandinên cîhanî, rayadarên Emerîkî ji Tirkan re tekez kirin ku wê Emerîka tenê ji bo pênagava rizgarkirina Reqayê çekan bide YPG, û piştî têkçûna DAIŞê, wê hebûna YPG jî bi dawî bike. Di vê derbarê de jî, Turk ewqas baweriyê bi Emerîka nakin, û dibêjin ku beriya vê jî Emerîka soz dan û got ku piştî rizgarkirina Minbic û Cereblûsê wê YPG jî ji wir derxîne, lê hema wisa nebû. Herwiha Erdogan dixwaze ji Emerîka nas bike ka heya çend gund, bajar û bajarok li bakurê Sûriyê divê têkevin bin kontrola YPG, bi taybetî piştî têkçûna DAIŞê? Ji bilî wê jî, Enqere dixwaze bizanibe ku di salên bê de wê Waşinton çawa pêre bide û bistîne û ew ê çawa berjewendiyên Turkan biparêze.

Eger Erdogan tekez bike ku Emerîka tu gavên berbiçav di vê derbarê de li bakurê Sûriyê navêje, wê Turkiye bi rêbazên xwe yên leşkerî pêşveçûnên YPG qedexe bike.

Dibe ku ev rêbaz jî hin êrîşan bi ser hêzên Emerîkî yên bi YPG re tevdigerin de bibe, eger wisa be jî, wê têkiliyên herdu dewletan û hevkariya wan di derbarê Sûriyê de were binpêkirin û ji holê rabe. Eger nakokiya stratejîk li ser YPG û Sûriyê kûr bibe, dibe ku Turkiyê wê demê liv û tevgera Emerîka li baregeha Încîrlîkê qedexe bike, ew baregeh jî, ji bo êrîşên li dijî DAIŞ di Sûriyê û Îraqê de tê bikaranîn.

Çavkanî: Saziya RAND

Daner: Stîv Flanagan

Dîrok: 21/05/2017

Wergerandin: NGW – Ciwan QEREMAN

26.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً