LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan got, “Hemû tevgerên şoreşger ên li herêma Rojhilata Navîn derketine holê, lazim e rewşa xwe ya xweser esas bigirin û berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê.”

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi erdên çandiniyê yên gundê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, xistin û şêniyên ku hewl didin agir vemirînin gulebaran dikin.

* Şandeyekê ji Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê serdana bajarê Tebqayê kirin, rizgarkirina bajar li gel pîroz kirin û rewşa saziyan raçav kirin.

* Hikûmeta Sûriyê ji Îranê xwest ku çavdêrî û piştgiriya darayî pêşkêşî hezaran çekdarên Şîa bike ku li gel hêzên Rûsî piştgiriya rêjîmê dikin

* Hêzên rêjîmê û milîsên wî êrîşek leşkerî bi ser bajarokê “Hoş Dewahira” de birin li Xûta rojhelatî şamê. Bê agahî li barê ziyanên mirovahî bên.

* Hêzên rêjîmê gundê Himeydiyê û westegeha Ebqar Elsukeriye û Mewalih Sexîr kontirol kir,piştî pevçûnan bi çekdarên DAIŞê re li rojhilata Helebê.

* Hêzên rejîmê taxên deraa Beled li bajare Deraa topbaran kirin û di encam de ziyanin madî xistin.

* Wezareta karên derve ya Sûriyê du name ji bo sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê şand û êrişên hevalbendiya amerîkî ser derûdora rojhilata Dêyrezûrê li rojhilata vî welatî mehkûm kir.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Li navçeya Dubiz a Kerkûkê, êrîşek li bîra petrolê hate kirin. Ji ber êrîşê agir bi bîrê ket.

* Du efserên leşkerî yên Îraqî got pêşketinên hêzên Îraqî li bajarê Mûsilê rastî sekvan û xwekujên Daiş hatin.

* Çekdarên PDK`ê li Duhokê endamê YNK`ê Hogir Selîm ku wekî endamekî partî li qeza Amedî ya girêdayî Duhokê kar dikir, revandin.

* Nûnerê Mehmûd Riza Tevgera Gorranê xwest ku dewleta Iraqê bixebite ta ku gorên komkî yên rûdawa Enfalê li parêzgehên başûrî û navendî yên vî welatî peyda bike.

* li Mûsilê tenê 5 tax di destê DAIŞê de mane û her dor li milîtanan teng dibe şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û hêzên ewlehî yên Iraqê de diqewime.Di şer û pevçûnan de 18 milîtan û nîşangirên qenasê yên DAIŞê hatine kuştin.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê parlamentera Sêrtê Besîme Konca, ku piştî hate berdan ji nû ve biryara girtina wê hate dayin, li Balafirgeha Êlihê hate binçavkirin.

* HDP’e piştî kongreya xwe ya awarte pêk anî, Meclîsa HDP’ê di serokatiya Heveroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay de kom. HDP’ê piştî civînê Lijneya Rêveberiya Navendî diyar kir.

* Waliyê Amedê li 59 gundên Lîcê, Hênê û Karazê derketina derve li welatiyan qedexe kir.

* Di operasyona ku li çoltera navçeyên Pîran, Hezro, Karaz û Licê hatiye destpêkirin de bi hezaran leşker hatin sewqkirin. Çoltera gundên Sîsê û Derxûs ên Licê jî tên topebarankirin.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Girtiya siyasî Qedriye Qadir, ku 7 sal in li girtîgeha Îranê ye, piştî ku cezayê wê qediya, niha jî gef lê tê xwarin ku radestî Tirkiyeyê were kirin.

– CIHAN

* Saziya Cehanî ya Tendurustiyê hejmara goriyên ji ber tûşbûna bi Nexweşiya Kolêreyê li Yemenê 473 kes da zanîn.

* Koreya Bakur muşeke Scud ya menzîlkin ceriband. Muşek bi qasî 450 kîlometre firîya û li Derya Japon ket xwarê. Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe ceribandina muşeka nû ya Koreya Bakur şermezar kir û bang li dewletên din kir ku li dijî provokasyonên Pyongyang hevkarîyê bikin.

29.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً