LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Rêjîma Sûriyê îdeaya Wezareta Parastina Rûsyayê derewand

Rêjîma Sûriyê îdeaya Wezareta Parastina Rûsyayê derewand

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastina Rûsyayê îdea kir ku QSD’ê rê daye DAIŞ’ê ku ji Reqayê derbasî Palmîrayê bibe, lê Rejîma Sûriyê jî vê îdeayî derewand.

Serokê Rûsiyayê Flademîr Pûtîn îdea kir ku rêkeftinek di navbêra Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de çêbûye, lê rejîma Sûriyê vê derewand. Ji hêla Wezareta Parastina Rûsiya ve hatibû îdeakirin ku komek çeteyên DAIŞ’ê dema ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve vedikişiyan ji hêla hêza wan ve bi hewayî bombardiman kirine.

Wezareta Parastina Rûsyayê jî di 28’ê Gulanê de ragihand ku li dijî karwana DAIŞ’ê ku ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve diçû wan êrîşek ezmanî pêk anîne û di encamê de 32 wesayît û zêdetirî 120 terorîst hatine îmhakirin. Wezaretiyê bi vê daxuyaniyê xwest bibêje QSD’ê rê daye çeteyên DAIŞ’ê ku ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve biçin.

Rejîma Sûriyê jî dibêje ‘karwana çeteyan ji Palmîrayê ber bi Reqayê ve diçû’

Rejîma Sûriyê jî ku hevalbend û rêkeftiyê herî xûrt bi Rûsiya re heye, bi daxuyaniyekî rastiya êrîşa Rûsyayê danî holê. Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan ragihand ku Rûsiya li kerwanekî çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji Palmîrayê ber bi Reqayê ve diçû bi ezmanî lê da.

30.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً