LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Xeta Mûsil-Şengal û hevsengiyên nû-ANALÎZ

Xeta Mûsil-Şengal û hevsengiyên nû-ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê ku di Rojava de ji YPG’ê û QSD’ê darbeyên mezin xwar piştî di giştiya Sûriyê de bandora xwe winda kir, bi operasyona Mûsilê ya ev 7 mehe dom dike re di qada Iraqê de jî ketiye pêvajoya hilweşandineke mezin.

Li heremê êdî şûna paşeroja DAIŞ’ê li ser rewşa siyasî ya nû ku wê piştî DAIŞ’ê ava bibe nîqaş tên kirin. Lewra DAIŞ bi kiryarên terorîstî, komkûjiyan, pêkanîna faşîzmê re di hêla siyasî, civakî û demografiya heremê de jî bû sedema xirabî û serobinkirin a bingehîn.

Hemû serweriya welat xist bin destê xwe

Li Iraqê jixwe ku ew nakokiya Sûnî-Şêyî ya heyî di ser DAIŞ’ê de zivirî pêvçûneke bi xwîn û pêkhateya Sûnî bi vê re li hemberê Şêyîan hêzeke cidî winda kir. Şêiyan, bi Heşd El Şebî re çewa ku pêkhateyek leşkerî ya nû lê wê bikûve biçe nediyar û cih bi cih jî ji qontrolê derdikeve derxistin holê, hemû serweriya rêveberiya welat jî bidest xist. Dîsa bi komkûjiya Şengalê re Êzîdiyan ligel ku fermana 73’emîn a di dîrokê de ya herî bi xwîn jiyan kirin jî, cara yekemîn hêzeke parastinê ya ji hêza xwe ya cewherî pêk tê ava kir.

Dewleta tirk ku bi israr li pişt DAIŞ’ê sekinî û ji bo di encama şer de bibe aliyê serkeftî di ser Mûsilê de derkete qadê û xwest ku bigihije xeyala xwe ya sînorê ‘Mîsak-ı mîllî’, lê ligel vê yekê jî nikaribû xwe bixe nava vê çargoşeyî. Dît ku ev çênebû, piştre xwest di ser PDK’ê de derkeve qadê û plana di ser Şengalê de li Tel Aferê baregehê deyîne, lê ev plan jî negirt. Erdogan bi gotina “Em dê hem di qadê de û hem jî li ser maseyê hebin” û xwest bi israr li hemberê hêzên Heşd El Şebî ya Şêî ji bo beşdarê operasyona Mûsil û Tel Afer nebe sekinî, lê di qadê de tiştê pêk hat jî tam tersê wê çêbû û Heşd El Şebî niha yê herî li pêş e.

Operasyona Mûsil ku bi dawiyê ve diçe, Heşd el Şebî pêşî xeta Telafer-Şengal piştre jî xeta Şengal-Rojava xist bin serweriya xwe.

Bi navenda Mûsilê re, Şengal û Telafer bi tevahî ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin xûyaye ku ji niha şûnde êdî ji demê re dimîne. Di destpêka operasyonên paqijkirinê de, di nava hêzên ku dixwestin di qadê de bi bandor bin de du hêmanên ku herî zêde dibûn mijara nîqaşê hebûn;

-Wê kî/ê tevlî operasyonê bibe,

-Piştî operasyonê wê rêveberiya van herêman bikî re û çewa be.

Qonaxa yekemîn ku ber bi dawiyê ve diçe ji niha û şûnde qonaxa duyemîn wê bikeve rojevê. Piştî demek kurt wê her kes dest bi nîqaşên ser modela rêveberiya bi taybetî Mûsil û Şengalê bikin. Wek model, wê ji hêla kîjan hêzan ve bê birêvebirin jî girîng tê dîtin. Feqat nîqaşa ‘kî’ û ‘kîjan model’ wê ya hev diyar bikin. Ji ber ku kîjan hêz hakimiyet deyine wê modela wê jî li pey were.

Şengal a ku di hêla girîngbûna stratejîk, bandora xwe ya aboriya binerd û sererd û bandora xwe ya li ser derdora navendê kirin de pir biçûk û negirîng tê xûya, di vê pêvajoyî de herî kêm wek e Mûsil wê bibe mijara nîqaşê.

Zîra Mûsil girêdayê hikûmeta navenda Iraqê ye û ew hêzên ku hikûmet biryar da beşdarê operasyona Mûsilê bûn. Lê statuya Şengalê di çerçoveya madeya 140’emîn a li ser tê nîqaşkirin e û ji yekî zêdetir hêz hene ku dixwazin otorîteyê li ser vê heremî bikin.

Bi mehane li hemberê êrîş û tehdîdên PDK û dewleta tirk a li ser hêzên YBŞ û PKK’ê dev ji çareserkirina pirsgirêkê berdin, pirsgirêkên di Şengalê de her çiqas diçe zêdetir tevlîhev dike. Lê niha li cem van hêzan, hêzeke din jî heye. Ew jî ku hin gundên Şengalê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn  rizgar kiriye û her roja diçe operasyonên xwe berfirehtir dike, yanî Heşd el Şebî jî lê zêde bû. Ev hêz a (Heşd el Şebî) ku 3 roj piştî Mûsil ji hêla DAIŞ’ê ve hat dagirkirin ava bibû, bi destpêkirina operasyona Mûsilê re ji hêla hikumeta Iraqê ve bi awayek fermî ket rewşa statuyekî, êdî wek hêzeke milîs a bê nîzam nayê dîtin. Heşd el Şebî, operasyonên wî û hebûna wî ya di qadê de rasterast wek hebûna dewletê tê dîtin. Yanî li ba hêzên ku em qala wan dikin êdî hikûmeta Iraqê jî tê bicih bû.

Ji ber vê yekê çewa wek di 3’ê adarê û di 25’ê nîsanê de çeteyên girêdayên dewleta tirk û PDK ku êrîşê Şengalê kiribûn, wê êdî nikaribin wek kêfa dilê xwe êrîşê Şengalê û YBŞ’ê bikin. Di rewşek eqsê wê de ev, wê bibe hinceta şer a di navbêra Iraq û  hêzên dewleta tirk û PDK’ê. Aliyekê wê ku wê ev be, di aliyê din de jî Heşd el Şebî piştî xeta Şengal-Rojava, bi taybetî jî navçeya Beacî girt, ew plana dewleta tirk û PDK ya ku dixwest di ser vê xetî de êrîşê ser Rojava bike bi tevahî zor û zahmet bû ye.  Lewra eger ew vê planî pêk bînin wê bi Heşd el Şebî yanî bi maneya din bi hikûmeta Iraqê re bikevin nava şer. Vê şerî dana berçav jî ji hêla van hêzan ve rîskek mezin e.

Di encamê de, DAIŞ ji qadê tê paqijkirin. Her kes ku dikeve raûnda dawî dixwazin destê xwe bi hêz bikin û dema raqîb bikeve erdê hesaba bûksa dawî dikin. Ev bûksa dawî, wê di diyarkirina qurala dizayna nû de hêzek bide xwediyê xwe. Jibilî hêzên YBŞ ya di Şengalê de û Êzîdiyên têkoşîna xwe li ser vê esasî dimeşînin bêtir, kes di hêla modela rêveberiya serdema nû ya li derdora Şengal û Mûsilê de wê çewa be, heta niha tû rengek cidî nedaye. Lê wê ev bi kroşeya (bûksa) dawî re zelal bibe.

30.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً