LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ev pêvajo dişibe şerê cîhanê ya yekemîn

Ev pêvajo dişibe şerê cîhanê ya yekemîn

NAVENDA NÛÇEYAN –  Ev Pêvajo heyî, dişibe Şerê cîhanê yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tên parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyankirin.

Di vê pêvajoyê de li heremê gelek pêşketin çêbûn. Bi taybet rewşa Sûriyê her ku diçe mudaxeleyên hêzên navneteweyî zêde dibe. Bi hatina Trump re dixûyê ku Amerîka wê serweriya xwe ya li ser Suriyê tevahî berfirehtir bike. Her ku diçe zêdetir Sûriyê dixe nava dorpêçê. Ji Derya Spî heta Dêra Zor û Rojava dixwaze bixe bin qontrola xwe. Bi vê awayî her ku diçe zêdetir rejîma Sûriyê tengav dike û li hemberê hêzên mîna Îran/Hîzbûlah ên ku destek didin Sûriyê şerê xwe dijwar dike. Bi vê awayî dixwaze rejîma Sûriyê lawaz bike û di encam de jî dizayna ku dixwaze li Sûriyê pêk bîne bixe pratîkê.

Pêvajo dişibe şerê cîhanê ya yekemîn

Ji 1990’î heta niha bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOB) Amerîka û hin hêzên navneteweyî ku pê re tevdigerin dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dizayn bikin û di esasê xwe de parvekirinek nû çêkin. Rûxandina Rejîma Esad û sîstema ji 2003’an ve ya li Iraq hatiye avakirin ve bûyerên 2011 en Bihara Ereban hatin destpêkirin û di heman demê de şerê li hemberê Sûriyê diqewime, divê li derveyê vê plana mezin a Amerîka neyê dîtin û nirxandin. Ev pêvajoyek kaotîk e û ji bo vê pêvajoyî “25 heya 50 salî wext” diyar dike, tê nirxandin. Di vê pêvajoyî de ji bo gelê demokratîk jî derfet derketine û wê derkevin. Ya muhîm ew e ku gel an jî rêxistinên demokratîk çiqasî ji vê pêvajoyî re amade ne. Mijara sereke ku îro tê nirxandin hêz û qabiliyeta dewlet û rêxistinên heremê ne. Dema rewşa hêzên heremê tên nirxandin, sê hêzên esasî derdikevin pêş. Yek; hêzên hegemonîk-qapîtalîst. Dido; hêzên statukoparêz û hevkarên wan. Sê; rêxistin û gelên azadîxwaz in ku pêşengtiya wan gelê kurd dikin. Diyar e ku divê pêvajoyê de dewlet û hêzên statûkoparêz astengiyên mezin jiyan dikin. Her ku diçe dewleta tirk û Îran zêdetir ji van pêşketinên heyî bandor dibe û di nava xwe de qrîzan jiyan dike. Pêvajo dişibe Şerê cîhanê yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tên parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyankirin.

Di heremê de nexşerêya sedsalan tê xêzkirin

Di heman demê de Sûrî dibe navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Hemû dagirker berê xwe didin vê cihê stratejîk. Dixwazin di vê pêvajo û parvekirinê de para xwe bigirin. Di vê heremê de xerîteya dema pêş a sedsalan tê xêzkirin. Her kes dixwaze di vê xerîteyê de xwedî gotin û xwedî cih be. Taybet bi hatina Trump re Amerîka dixwaze di vê şerî de para herî mezin bistîne û serweriya xwe ya ser heremê teqez bike. Ji bo vê jî gelek hevsengî tên guhertin.

Hevsengiya herî mezin di hevkariya Tirk û Amerîka de pêş dikevin. Tê xûya ku hevkariya Amerîka û Tirka ya ku qasî 50 salan e hatiye avakirin di dema xwe ya herî lawaz de ye. Ligel wê hevkariya hêzên koalisyonê û Amerîka ya bi kurdan re piştî dayîna çekan a YPG’ê ber bi merheleyekê din ve çû. Bêguman ev rewş di warê bîrdozî û rêxistinî de divê were nirxandin.

Armanca hemû êrîşan tasfiyekirina serkeftina Netewa Demokratîk e

Ligel vê dixûyê ku hêzên dijber ên wek e Tirkiye, PDK, rejîma Suriyê û Îran li hemberê vê pêşketina hêza kurd û tifaqên leşkerî yên tên avakirin aciz in. Û li derfetên têkbirina van tifaqiyên leşkerî û deskeftiyên Rojava digerin. Êrîşa Qereçox, planên li ser Rojava û Şengal û daxuyaniyên PDK’ê rayedarên dewleta tirk, hemû hezimnekirin û dijminahiya Rojava ye. Ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku ne hêzên statukoperez û ne jî yê hegemonîk ji qrîzên heremê re nabin bersiv. Yekane çareseriya aloziyên heyî yê Rojhilata Navîn projeya Neteweya Demokratîk a Serokê Gelê Kurd Ocalan e. Ewqas êrîş û şerê li hemberê Rojava tê dayîn, çi bi destê DAIŞ be, çi bi destê PDK/AKP be bi armanca di vê şerê cîhanê ya sêyemîn de tasfiyekirina serkeftina vê projeyî ye. Ya rast wek e rêveberiya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê demdirêj vê şerî binêrin û li gorê wê polîtîkayek parastin a stratejîk bifikirin û xwe li ser esasê van hêzên statukoperest û hegemonîk rêxistin bikin û ji niha ve tedbîrên berfireh bigirin. Lewra diyar e ku ev tifaqiyên ku di warê leşkerî de tên avakirin ne ziviriye tifaqiyek siyasî û mayinde nebûne. Ji ber vê jî di warê parastina Rojava û bakûrê Sûriyê de, ji aliyê hêzên koalisyonê ve tedbîrên girîng nayên girtin. Û her tim bi bahaneyên cuda deriyên êrîşan vekirî tên hiştin.

Di vê heyamê de, îhtîmalek mezin ev komên çete yên Idlib, Şehba, heta DAIŞ û PDK û Tirk, ligel hemû nakokiyên navxweyî wê hewil bidin ku li hemberî kurdan û Rojava tifaqên nû ava bikin. Û li dijî vê sîstemî şer bikin. Nîşaneyên vê di têkiliyên tirk û PDK’ê ya her diçe xûrtir dibe û amadekariyên dewleta tirk a herêma Şehba avakirina artêşeke nû û bi hêzên ereban re xûrtkirina danûstandinên nû, tê dîtin. Lê di vir de tişteke nû derketî jî nakokiyên di navbêra komên çeteyan a di nava Mertalê Firatê jî heye.

Ligel vê Hemleya Xezeba Firatê bi hemû heybeta xwe didom e. Bi rizgarkirina navçeya Tebqa û bendava Firatê ya di Sûriyê de ya herî mezin e re, serkeftina QSD’ê ji hêla hemû hêz û pêkhateyên Ereb ve hate dîtin. Piştî Tebqayê hêzên QSD’ê ber bi Reqayê ve diçin. Ev hemle û serkeftinên heyî ji bo avakirina Netewa Demokratîk û Federaliya Demokratîka Bakurê Suriyê ava dike. Bi taybetî ji hêla gelên heremê ve ku ev sîstem di pratîka Minbicê de dîtin, di hêla fêmkirin û qebûlkirinê de jî encamek baş dixuyê.

Ji niha de ekît ew e ku ger têkoşîn û rêxistinkirin lawaz nebe di vê pêvajoyê de di pêşengtiya gelê kurd de gelên azadîxwaz wê ser bikevin.

31.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً