LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Tirkiye dîsa çekên giran sewqî Başûr dike

Tirkiye dîsa çekên giran sewqî Başûr dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a ji bo Herêma Federala Kurdistanê re berdewam dike. Hat diyarkirin ku artêşa tirk li baregehên xwe yên li herêmê hêzên xwe diguhere û çekên giran bi cih dike.

Li gorî nûçeyan di Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê de artêşa tirk hêzên xwe yên li Bamernê, Şêladizê, Amêdiyê û gelek cihên din bi hêztir dike û di baregehan de guhertinan dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, artêşa tirk duh li Şêladizê hêzên xwe yên li baregehan guhertine û sewqiyata çekên giran dike. Di dîmenên li kolanên Şêladizê de hatin kişandin de tê xwiyakirin ku artêşa tirk wekî ku li ser axa xwe ye rihet tevdigere û sewqiyata çekan pêk tîne.

31.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً